Sehê Mîrî û Mamoste

 

Mahir Hesen

Rojekê ji rojan, mîr li hespa xwe siwar bû û kete ser rê bi nêta nêçîrê, sehê wî jî da pey,  wesa dem derbas bû,  hêdî-hêdî roj diçû ava û tîrêjên wê xav û sist dibûn . Weha rojê xwe bi kirasê reng agirî dapoş kir.  Û asoyê mîrgehê sor bû .
Mîrî xwe berhev kir û berê xwe da ser rêka vergera mîrgehê, bi rê de simê hespê mîrî kete qelşekê  de û pêr- pêre lukimî  û lingê hespî  şikest.
Mîr neçar ma û nema karîbû rêka xwe ya vegerê  berdewam bike.

 Mîrî,  ji sehê xwe re got:
– Em ê îşev,  li vê bêlanê xewkin heya sibê Xwedê kerîm e.
Wê şevê seh ma şiyar û zîrevaniya mîrî, ji teba û giyanewerên dirinde kir.

Bi berbanga sibehê re,  mîr şiyar bû û meyzekir ku seh hîn şiyar e û  wî diparêze .
Mîr gelekî, ji sehî razî bû û jê re got:
– Ji bo dilsoziya te , ez ê te xelat bikim.
Û çawa mîr gihişt mîrgehê şînî û akincihên/niştecihên mîrgehê kom kirin û ew agehdar û şîret kirin ku rêz û qîmeteke mezin,  bidin sehê wî û çi pêdiviyên xweşkirina jiyanê , jê re dabîn bikin.  Lewma niştecihên mîrgehê , bi dilxweşî biryarên mîrî,  bi cih anîn û bi derbasbûna rojan re, xwedîkirina sehê mîrî bû yek,  ji erkên şîniyên mîrgehê . Heya ku navûdengê  sehî,  li tevaya herêmê belav bû.

Seh pir qure bû û ku dikete kewarên zadî  û kozikên gundiyan, ewî  mirîşka herî baş dibir û tu kesî,  ji tirsa mîrî newêrî bû zixurekî jî,  li wî sehî wer bike .
Bêhna gundiyan pir,  ji  sehî teng bû û giha asteke berz,  lê tu tişt bi destên wan ve nedihat  .
Rojekê, mamostayekî nû hate mîrgehê , û bala xwe dayê ku tu kes nikare kiriyarên sehê mîrî rawestîne û tu çareyekê bibîne, Heya rojekê mamoste pêrgî sehî hat û jê re got :
– Heger tu li xwe venegerî , wê paşeroja te gelkî xerab  û çepel be . Baştir e ku tu dev ji van tenazokan berde. Sehî bi difinbilindî ve, lê   vegerand û got :
–  Sehê Mîrî Mîr e .
Û guh neda peyvên mamosteyî û dûvê xwe hejand û çû .
Mehek du sê û her seh ma weku xwe û reftarê xwe neguhertin.

Şevbihêrkekê,  ji şevên ku çivat , li oda mîrî  geryaye û mamoste jî, lê amede ye,  mîrî got:
– Mamoste ka,  ji me re behsa serpêhatiyên xwe bike .
Mamoste got:
–  Mîrê min , hûn ê ewlehiyê bidin min?
Mîr got:
–  Fermo çi heye ?
Mamoste got:
–  Xelk û `alem sixêf û dijûnan,  ji te re didin û te ageh jê nîne û nizanî .
Me’dê mîrî,  li hev ket û pêt ji devê wî çûn , û bi dengekî, bi hêrs got:
–  Kî wê wêrekiyê , di xwe de dibîne ku di derheqê min de,  min şaş bibe ?!!
Mamoste got:
– Mîrê min , li herêmê tevî dibêjin;  sehê mîrî,  wateya wan tu sehî, ne seh yê  mîr e.  Ya baş ku tu xwe, ji vî sehî xilas bikî , da navê te,  bi navê sehî re nehête hermandin .

Mîrî,  bi lez da xwe ber bi hewşê ve çû û bivirek, li pêşiya xwe dît , bivir rakir û bi hemû hêza xwe,  li ser sehî xist û seh ket û mir .
Mîrî gazî xulam û xizmetkarên xwe kir û got:
–  Herin wî sehî binax bikin .
Ya dinî rojê, mamoste çû ser gora sehî û got:
– Min ji te re negot , tu carî Seh nabin Mîr .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...