Newroz*

Mele Ehmedê Palo

rojek nû daye der
roja kêf û şadî
kurdo bîne bawer
bome dîn û dadî
tê de kuştî ejder
kawa kurdê madî

em tev bûne bawer

tê ger den azadî
roja kar û doze
serdan û hevdîne
peyman û daxwaze
bo me war û jîne
roja benid û soze
xelat û mizgîne
navê wê newroze
warê me pê şîne
xort û qîzê kurdan
divê nû avakin
jan û êş û derdan
dinava xwe rakin
rengê şêr û merdan
destê xwe balakin
biric û bana lêkin
di zozanê bakur
qenic û başa rêkin
koma qedir û xatir
destê dijimin jêkin
kurê ham û komir
dibistanê çêkin
bixwînin hûr û gir
tola xwe bistînin
ala rengîn rakin
dijimin pê bimrînin
sopar û kurdakin
berzanî zû bînin
kurdê jîr û çakin
bê cî komer çînin
divê em windakin

21 -3 -1978

————
*Helbesta palo ya ne çapkirî li ser çejna Newrozê

https://www.facebook.com/rezan.palo/posts/3849555835124666

صورةالوصفقديكونرسمًاتوضيحيًالـ‏شخصواحد‏

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…