Ibrahîm Yûsif afrênerê peyva şêrîn.

 

Mahir Hesen

Bi rîtma baş, bi bedewiya şêwaz û hêzek bilind , barên hestyarî hilgirtiye û xeyala bi meyla bedew û bi zêdebûna hez , li ber sînorên azmûna , û delaliya hesta dibe hustayê peyvan.
Ew nivîskarê dilnimz gelo kî ye ?!Ibrahîm Yûsif , mirovekî bi xweşgotin, lihevhatin û bi zelaliya ramanan tête nasîn.Kesayetek wêjayî serdest e di rastbûna mijaran de,û him di pêşkêşkirina ramanan de , Ibrahîm ji tevgerên kesane dûr dikeve , û ber asoyên zanastî ve di çe

Hêjayî gotinê ye ku girîngiya nivîskar Ibrahîm Yûsif ku dikare bi pênûsa xwe guherînên bi erênîbûnê çêbike, lewma bi çengek bêwest e bo rastiyê.
Ku em ji nêzîk ve binerin , em dibêjin:  nefspiçûk wek sûdwergirtine  û raya zanistî ya nivîskar Ibrahîm destnîşan dike, û wateya wê çi ye raya zanistî ?!ew e ku digel nêrîna wî piştgirî dide nifşê nûhatî.
Ibrahîm li ser pirsa maf û azadiya kurdan xebitiye, û her pabendî parastina nirxên civaka kurd li kurdistana Sûrî gerdûnî ye, bi raman, nivîsandin an jî bi helwestên xwe. Ew xwedî bandor e bi ramanên ku diafirîne û bi zanîna ku ew peyda dike û têkiliya ku datîne.Jenîngeriya Ibrahîm Yûsif

Romannûs û helbestvan Ibrahîm di sala 1960an de li gundê girfendî ji dayik buye , ew çar salî ferî xwendina Qurana pîroz buye. Ibrahîm Yûsif di malek niştîmanperwer de mezin buye û bi hezkirina helbestê ve hat girêdan dema bav û bapîrê wî helbestên wek mînak yên Ehmedê Xanî dixwendin. Bi çûna wî li hisiçe re bo wendina xwe navendî dest bi karê şanoyê kir him wek nivîsandin û him wek şanoger û wisa berdewam kir heya salên80 ê jî , tevî rewşa malbata wî ya darayî lewaz bû , lê Ibrahîm xwendina xwe li zanîngeha şamê beşê wêjeya erebî bi dawî kir. Rastî gelek kotekî ji alyê rêjîma sûrî ve hat biteybetî piştî çabkirina pirtûka xwe ya yekem di sala 1986an. Ibrahîm di sala 2007an koçî dewha bû lê dîsa li welat vegeriya. Her rêjîma sûrî gefên kuştin û binçav kirinê lê dikirin ku ibrahîm neçar ma û dîsa berê xwe da xerîbiyê û çû îmarat. Piştî bidawîbûna muhleta pasaporta wî nema dikarî bû li îmarat bimîne , ji lewma ber bi ewropa ve mişxet bû û li elmaniya bi cih bû. Tevî karê mamostayiyê wek rojnemavan û sernûser jî tête nasîn

Hin ji berhemên wî

Di warê helbestê de:
1 – Hezkirina ji bo goristan û dûriyê- Helbest – Damascus – 1986
2 – Helbest çawa digihîje – Helbest – Qamişlo – Pirtûkxaneya Dar Al Liwa – 1988
3 – Hawara Peyamnêrê Memalk e – Helbest – Qamişlio – weşanên Kovara Zanîn- 1992
4 – idkarat – Helbest – weşanên Dar el-yanabî’ – Damascus – 1995
5 – al Rissîs – Helbest – Yekîtiya Nivîskarên Ereb li Sûriye – 2000
6 – Demjimara Damascus – nivîsar – Dar alawraq Qahîreyê – 2016
7 – bavê xwe vedigerînim – Helbest –  Qahîreyê – 2016
8 – Madahat Al-Bayad – Dar Al-Qelam Al-Cedîd Beyrut – 2016
9 – Heft Bilûrên icaf – Helbest – Destnivîs – ji bo weşanê 20  amade ye
10- Atlasê Tenêtiyê – Dîwanê Malbat û Mal – Amazon

Di warê jînenîgariyê de:
1- mumhat al mesafa – Jînenîgarî – Dar al ewrqa Qahîreyê – 2016
2 – Bi vî rengî ez helbesta xwe dinivîsim: Helbestvan û Nivîsara Li Ser Roka Teoriyê – Ramanên li ser Helbestê – dar al ewraq  Qahîreyê – 2017 – Li derveyî Dîwarê Mezin ê اînê: Ji henkan bigire heya bêtaran – Rojname – Amazon 2020

Di warê çîrok û romanê de:

1 – Dara kîna baş e – berhevokek çîrokan – Dar Speris – Dihok – Kurdistan – 2004 2 – Kolana El-Hurriya ( azadiyê) – Roman – çapa yekem li Elmanya û li Dar Awraq hate weşandin – 2017 – çapa duyemîn – awraq – Qahîre 2017
3 – Şingalname  – Romanek – Dar Awraq ji bo Çapkirin, Weşandin û Belavkirinê Gulan 2018
Çapa duyemîn: Amazon – destpêka 2019 Çapa sêyemîn: Awraq çapkirin, weşandin û belavkirinê Çapa çaremîn – Cezair – di çapê de …. Çapa pêncemîn: Navenda Çandî û Civakî ya Laleş – Herêma Kurdistanê – 2019 – di bin çapê de
4- komara seh – romanek – ya herî dawî hateye çape kirin – Dar Arwaq- El Qahera

Pirtûkên rexne:
1 – Dengvedanên metnê – “Li benda çapkirinê ye
2 – Helbesta nivîsara Facebook – Arwaqah ji bo Lêkolîn, Werger û Weşanê – Qahîre – 2019
3 – Bandor û Pris – Rexne – Yekîtiya Nivîskar û Nivîskarên imarat – 2016
4 – Guhertinên di nivîsa helbestkî de – Rexne – Yekîtiya Nivîskarên imarat – 2016
Lêkolîn û vekolîn:
1 – Qêrîna termê nû – Pêşbîniyên li ber devê veguherînê – Ji hêla Rojnameya El-Riyad ve hatî weşandin li Erebistana Siûdî – 2016
2- Vejandina Qabîl – Ber bi Lêkolînek Wêjeyê ya Nû ve – Dar Awraq Qahîreyê – 2017
3- Stratejîstê ZanaTaktîka Hêzê – Sê Beş – Weqfa Lêkolîn, Werger û Weşana ya Arwaq-2019
Bedewiya Tenêtiyê: Di Pirsgirêkên Tirs û Bijiyê de! Cezaar çapa nû ya: pirtûkên nû yên dûr jêbirin?
* Ji bilî pirtûkên ku bi kesên din re hatine parve kirin …..

Ev bi kurtayî li ser keda Ibrahîm yûsif me nivîsand ku wek Rewşenbîrekî xwedî roleke mezin e, ne tenê bi berhevkirin, lêpirsîn, û kişandina agahiyan de , ew di çaksazkirina rastiya tê de dijî, bi taybetî di vê heyama demê de, di cîbicîkirina kar û barên netewî , roleke bibandor û misoger
Çimkî hewil dide ku rihê hêvî û xebatê di dilê miletê de biçîne, û piştgiriyê dide bindestan, belê ew di axavtinên xwe de, hestên xwe tawanbar û dilşikestî nake , lê di heman demê de wan bi aqilmendî, xebatek avaker û enerjiyên di xizmeta gelê kurd de digire ber xwe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…