Qedera Kurdan

Ebdûlazîz Qasim

Hemû dizanin ku nakokî û herwiha hevpeymanî yan rêkkevtin di navbera dewletan de li ser binyatê berjewendiyan ava dibin, û wekî dizanin ku îro devera Rojhilata Navîn di nava çend qeyran û krîzên mezin de derbas dibe û bi taybetî qedera miletê Kurd ber bi çarenivîseke nediyar ve diçe.

Îro ji ber heman rewşa Rojhilata Navîn ji aliyekê ve û ji aliyê din ve ji ber zêdebûna destêverdana Tirkiyê û Îranê, em dibînin ku dewletên Erebî sînoran ji bo berjewendiyên xwe danayin û niha yek bi yek digel Îsraîlê rêkkevtina îmza dikin, dibe ku heta hikûmeta Sûriyê jî bigihêje rêkkevtinekî digel Îsraîlê, û herwiha ji ber gaz û petrola deriya Sipî dibe rêkkeftin û girêbestên mezin û sratîjîk di navbera Misr, Yûnanisan û Îsraîlê de bêne îmzakirin.

Ji daxuyaniyên dewleta Tirkiyê xuya dibe ku Tirkiya dixwaze xwe nêzîkî Îsraîl û Ewropa û Erebistana Siûdiyê bike, lê xuya ye ku wê cihê Tirkiyê nabe di nav van rêkkevtin û hevpeymaniyên nû de, herwiha ku gelek ji van rêkkevtinan wê li ser binyatê kêmkirina destdirêjî û destêverdana Tirkiyê û Îranê bêne avakirin, lewra bi baweriya min divê Kurd cihê xwe di çarçoveya van hevpeymaniyên nû de bigire, nemaze ku Tirkiya û Îran di nav de nîn in.
Her parçek ji Kurdistanê divê bizane ku Tirk û Firs û Ereb nabin dost, lewra pêdiviye her partiyeke Kurdî li ser vê binyatê siyaseta xwe ava bike ji ber dijminê bira nabe dostê mirov, herwiha erkê herî mezin dikeve li ser stuyê Herêma Kurdisanê û bi baweriya min divê hikûmeta Herêmê têkiliyên xwe bi taybetî yên aborî û siyasî digel Tehran û Enqerê kêm bike û dûbare siyaseta xwe digel Bexdayê binerxîne û biryara rêfrandomê bi zûtirîn dem bicih bîne.

Piştî dagîrkirina Kerkûk, Şingal, Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê, îro Hewlêr rasterast ji çar aliyan ve rastî êrîşên dagîrkeran dibe, Bexda bi dorpêça aborî û mûçebirînê, Tehran bi gefên milîsên xwe û mûşekbarandinê, û Enqera bi dagîrkirina axa Kurdisanê bi hênceta PKKê, tevî hewldanên PKK bo lawazkirina Herêma Kurdistanê.

Pêdivî ye Kurd bi wêrekî li ser rewşa xwe rawestin, ji bo yekrêziya gelê Kurd bixebtin û bêdeng nemînin li hember siyasetên PKKê yên dijî destkeftên netewî û herwiha pêdivî ye Kurd dest berdin ji siyasetên biratiya gelan û biratiya digel Ereb û Firs û Tirkan ku ti nanî nadin û ku ev yek xewin û xeyal in bi tenê di mejiyê siyasetmadarên Kurdan de têne xwedankirin.

Bizava Kurdî hemû hewldanên dostaniyê ceribandin, digel Rûs, Amerîkî û Ewropiyan, lê ev hewldan man di çarçoveyên teng de, û hemû qurbaniyên miletê Kurd û qehremaniya pêşmerge ya li dijeterorê û têkşikandina rêxistina DAÎŞa terorîs nekarî rêbigire li dizîna xelata qehremaniya pêşmerge ji aliyê rejîma terorîst ya Tehranê bi wê sînariyo derewîn.

Belê, miletê Kurd li ber man û nemanê ye, qedera Kurdan wiha ye, îro, sibe, dusibê … divê miletê Kurd li her çar parçên Kurdisanê û li diyasporan bikevin di şerê man û nemanê de, ji bo vê yekê pêdiviya me bi yekrêziyê û bi naskirina dost û dijminê heye û bi tenê bi vê yekê em ê bibin xwediyê xelata herî hêja (Kurdisan yan neman).

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…