Cenbê serok Mesûd Barzanî

 

Bi dilekî pir bi dax û pejar, ême wek Nivîsgeha birêvebir ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, me nûçeya koçkirina dawî ya hevalê rêgaya xebata we, Doktor Roj Nûrî Şaweys bihîst, kesayetiya siyasî û partî a gelekî hêja û lêhatî, me jî ew wek rewşenbîr û nivîskarekî kûrbîn û dûrbîn nasdikir, û herweha têkoşer û pêşmergeykî biwêr û nebez, ko herdem di meydanên şer de li tenişta we bû …
Ême weke Nivîsgeha Birêvebir ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û
Rojnamevanên kurd li Sûriye, bi vê helkefta dilpezîn, bi navê xwe û bi
navên sedan ji hevalên xwe, hilgirên pênûsan, çi Nivîskar û çi
Rojnamevan, em germtirîn pirse û serexoşiyan bi dilgermî pêşkêşî cenabê
we û heval û hogirên we, û binemala Xwedê jê xweş dikin …
Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike, û aramiyê têxe dilên we hemyan, û temenekî dirêj bide we …
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye
15.02.2021

www.ynrks.net
https://www.facebook.com/niviskar.rojnemevan
Ynrks2004@gmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…