GULA BEJÎ


Mihemed Hemkoçer

Keçê dilê min xemgîn e
Ji dûrbûna te ji min da
Her roj dike dilezîne
Çima dilê min te berda
Bêje ji min çi divê tu
Bidim te, ez di wê gavê
Bes ji min re nîşanke tu
Derxîne dil ji hinavê

Ji ber wê eşq û sewda te
Dîl û dal û perîşan im
Nizanim ez çi bêjim te
Dîn û lal û bêziman im
Zanim li te min dil kirî
Bêje gunehê min çi ye
Gulek bejî min bîn kirî
Ji gulistana avî ye
Sur û naza te diyar e
Çima min bi dizî dipê
Di jîna min de buhar e
Dilerizim ji ser ta pê
Lerzîna dil bi nirînê
Ji te ditên tîr û xedeng
Ew pêt û tîna evînê
Ez kirime delavên teng
Rabe were wek çemê sar
Min bi ber xwe de û bibe
Da em herin nav gul û dar
Ta ku dil û gul geş dibe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…