Kurte nasdanek

Cankurd

Dostê hêja, helbestvan û hunermend ê bi nav û deng Nîzar Yosif, pêr an berî pêr ji min re libek ji dîwana xwe ya taze „Hêlîna Xewnan“ hinart. Berê hîn destnivîs bû, min carekê xwendibû, lê ez ê dîsa bi dilgermî bixwênim, ji ber du tiştan, Yek- Zimanê wî wekî Kurdekî berê di civateke koçeran de jiya ye, gelek peyvên kurdî yên asan û resen tê de hene, Du- Ew di helbest ên xwe de xudan kesayetiyeke cuda ye ji gelek helbestvanan. Bi vê rengê hûnandinê, wê mîna helbestvanekî hezkirî bimîne.
Pirtûk ji 190 rûpelan e, û tabloyê bergê wê yê delal ji aliyê seyda Mehemed Ünerver ve hatiye amadekirin, wêne ji aliyê hêja Meksîm Isa ve, û mamoste Idrîs Omer pirtûk derxistiye. Kekê Nizar ji min xwestibû, ku ez zimanê helbestan carekê di ber çavan re bibim, min jî ew kar kir.

Mirov dikare bi rêya (Nizar-di@hotmail.de) pirtûkê ji helbestvan bixwaze, an jî ji weşanxane ya Sersera li Berlin bi rêya malpera wê (www.sersera.com)   di bin va jimare ya fermî de (ISBN 978-3-96640-142-5) bixwaze. Ev çap a yekê ye ji vê helbestdanê.
Di pirtûkê de, 61 helbest li gel ferhengokê û naveroka wê hatine bi cîhkirin. Wê baştir be, ku hûn bi xwe van berhem ên hêja bixwênin.
Serkeftin, dostê hêja.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…