Huner û behremendiya Kerîm Şêxo

Mahir Hesen

Folklor, kevneşopiye, huner e , girêdaye bi pênasekirin . Li her devera mirov netewa xwe bi nîşanekê dite naskirin , da ku ew ji gelên din re were veqetandin, û nasnameya xwe ya xweser pê re çêbibe.
folklor fireh e û  ji her tiştê pêk tê ku  ji bav û kalan , nifş bi nifş, şaristaniya wa girtine, heya îro. Heger em kurd jî xwedî hêmanên xwe ne û folklorê me pir dewlemend û zengîn e.
Folklor dîrokî ye, ku ew nasnameya dide mirov , û her wehaçavkaniyek hesta civakên nûjen e, û him buye wekî rêncber di zîndî kirina netewan de , ku bingeha damezrandina şaristaniyan di pêşerojan de dikare ava bike . Ev yek jî sedema ku netew hewildanan dikin ku çand û folklorê xwe bi rengê bedew bigihînin nifşên pêşerojê.

Bi avakirina dewletan re , erkê herî biqîmet û giring ew e , berpirsiyariya parastina çand , folklor , û mûzîk  dikeve stûyê wê .  Pêdivî ye ku lêgerîna dewletê nehêle ku folklor winda bibe , û bi hemdem re têkildar dikin, tê vê wateyê ku divê dewlet ji bo geşedana folklorê xwe gelek gava bavêj e , wek lêkolîn û zanistî ji bo domandin û şopandina çand û folklorê.
Her çend di vî warî de kurd lewazin , û ya herî zehmet kiriye, nedewlet bûne heya ku bi awayên fermî li dibistanan û ji zaroktiyê ve zarokên xwe bi wê bidin nas kirin.  ji bilî vê yekê, hewildanên dagîrkeran bo têkbirina folklorê me , û her ji dê û bavan tête xwestin ji bo  berpirsiyariyê dûr nekevin û meyla mejiyê zarokan ji prensîbên çandên biyanî û dagirin û biparêzin.
Hunermendên me jî bo parastina folklorê xwe xebitîne û pêkhateyên xweyên bedew û binav û deng li dijî ramanên hilweşîner bikar anîne , ku di dawiyê de sedema windakirina nasnameyên gelê me têkbirin .  Ev perwerdehî û baweriya gelek hunermendên me bû , mîna bandora KERÎM ŞÊXO , ku hewcedariya miletê xwe bi dengê xwe parast û hewlên pêwîst dan ku folklor biparêze.

Emê destpêkê li ser jînengiriya Kerîm Şêxo bi axivin û paşî nerîna wî derbarê muzîka kurdî de bidin xuya kirin.

Jînengiriya Kerîm Şêxo

Kerîm Şêxo di sala 1980-an de ji dayik buye, ji ciwaniya xweve ber bi stranbêjiyê ve çû . Sedema rewşa jiyana xirab li herêmên Kurdî ji encama pîvanên siyaseta birçîbûnê , tenê xwe sparte kar , heye ku dabînkirina lêçûnên albûmên xwe hilbigire û berhev bike . Di demek kurt de, bi nav û deng bû ji Robarê Dîjlê heya Çiyayê kurmênc li Efrînê û deverên din yê kurdistanê belav bû. Albuma wî ya yekem li ser dayikê ye. kerîm wekî hevalekî malbata hunermendê mezin Mihemed Şêxo tête nasîn .Vê têkiliyê çanda wî ya hunerî û muzîkî bandor kir . Dibe ku ev ezmûna hûrgulî di behremen diya Karim de hate veguheztin ku ew bibe nav karê hunerî

Tevî kerîm di rêwîtiyek feqîriyê de dijiya, lê ji huner û stranbêjiyê hez dikir, ku bi awaza xwe di nav jiyanek dewlemend û bala de xwe di dît .

Performansa wî ya hunerî qet ne sekinî, û pêşkeşkirina stranên bêhempa yên ku bi demên xweşî û nexweşiyê re derbas bûn û gelek alîgir û guhdarvanan bi dest xist.
Kerîm her gav xwe bi dengê xwe yê zîz û hezkirina xwe ya ji bo gotina  bi hêz û bi dilpakî diyar kiriye

di heman demê de kerîm xwedî karîzmayek diyar e , kesayetiyek bihêz û bibandore , û bi motîvasyonek ku biryar û biryardariya xwe pêk bîne da ku bigihîje armancên xwe.
Karîm azarên welatê xwe hilgirt û bi gelek helwest û stranan berevaniya doza kurdî kir û bû sedemek ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin û şopandin û bû sedema koçberiya wî ber bo Ewropa ve di sala 2010an.
Behremên albumên Kerîm
1- her buhar2003
2- cenga jînê2005
3- mam bi tenê 2007
4- şop û evîn 2016

Kerîm di qonaxek pir dijwar de xuya bû, dema ku strana Kurdî ber bi lawaz bûnê ve diçû , tu dikarî ji me û ji xwendevana re vê yekê zelal bike ?!

Kerîm : Hunermendî ne tenê hestyariye ,dive ku pir zîrek be û zanîbe bi çi rengî stranên xwe pêşkêşî bike. belê Rejîmên dagîrkerên ên Kurdistanê her dem ji bo berevajîkirina folklorê Kurdan hewl didin û di xebitin ku bandorek neyînî li çanda me bikin. wekî nimûneyek herî mezin , hilbijartina navên albûmên gelek hunermendên kurdistana Sûrî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…