Ezbenî! Ez Ji Beriya Mêrdînê Me!

 

Konê Reş

Ezbenî! Ez ji Beriya Mêrdînê; kezeba Mezopotamiyayê me.. Ev beriya ku ji destpêka mirovahiyê ve şûnwar lê hatine avakirin, hesip lê hatine kedîkirin, genim lê hatiye çandin, erebe û tekel lê hatine çêkirin.. Erê, ji mêj ve gelek şaristanî li ser xaka wê hatine avakirin, gelek nîjad têre derbas bûne, pêmayê xwe, şop û şûna xwe li ser xaka wê hiştine wek; Til Helef (Waşokanî), Til Birak (Qehat), Til Bêder (Nabada), Til Erbîd (Aşnakom), Til Mozan (Orkêş), Çaxir Bazar, Girê Êlûnê, Girê Bihemdûnê û bi sedan girên dîrokî yên din ku di Beriya Mêrdînê de belav in.

  Di ser xaka wê a dîrokî re Sobarî, Somerî û Akadî derbas bûne.. Artêşên Hûrîyan, Hisîyan, Mîtanîyan û Aşûrîyan şerê hev kirine û tevan tovê xwe di nav xaka wê de çandine.. Li ser xaka wê, gelek caran Firs û Romê şerê hev kirine û hev westandine. Di esmanê wê çemê wê dûayên xwedênasên Mîtanî û Aramiyan li hev vegeriya ye. Erê, eger Cizîra Binxetê dilê Mezopotamyayê be, Beriya Mêrdînê kezeba wê ye û ez neferek im ji vê Beriyê.
Ezbenî! Ez û Beriya Mêrdînê dostbûn û dostin. Di buharan de, min bi têr û tesel çîrok û çîvanok jêre digotin. Di sibehên nîsan û gulanê de, di nav şebnem û aviya gul û kulîlkên wê de şildibûm.. Di beyarên wê de, min stran, lavij û lawik digotin û ji xwe re dinihirandin.. Bejna min bi şînahiya zeviyên wê kesik dibû û pêlava min bi xunava xaka wê sor dibû..
Îro, ez û toz û tirabêlka wê bûne dost û heval. Cinarên me bi piranî hejar, belengaz, jar û xizan in.. Perîşanî ji dêmê wan difûre. Erê xelkên wê ji tengezarî rêyên mala xwe şaş dikin, mîna bê xwedî û bê Xwedan xuya dikin..!!
Kî dikare çareseriyekê ji vê penaberiya xelkên Beriya Mêrdînê re bibîne, ev penaberiya ku cihê xwe di hundirê her malekê de çêkiriye..?!! Kî dikare min û gul û kulîlkan li hev bîne! Kî dikare vê xaka tî, têr av bike.. û gurnijandinê li dêmê xelkên Beriya Mêrdînê vegerîne?!
*         *          *
Ezbenî! Zargotina me, folklorê me bi pend û gotinên pêşiyan dagirtiye. Ewên ku ji encamên serboriya hezarê salan ve, di nav civaka xelkên Beriya Mêrdînê de rûdane, baweriya gel bi wan hatiye û ji gel re bûne wek yasayan mîna: “Kesê ne kes be nab ekes, kurtanê kerê nabe etles” an “Gelekî nede ber dasê ku, das nemîne asê”.
Ezbenî! Hêjî rewşenbîriya me mîna çemê Ferat, Dicle, Xabûr, Zab û Hêzil diherike.. Ava gelek rûbar, zê, kanî û cogên Kurdistanî tevlê dibe û kes nizane destpêk ji kû ye.. Belê ezbenî, îro roj, ti hêvî ji me Kurdistaniyan re nemaye ji bil ziman û rewşenbîriya me û hebûna me a şaristanî di nav xelkên cîhane de.. Pêdiviya me bi semyanekî rewşenbîrî heye, semyanekî ku afirêner û spehî be.. Pêdiviya me bi pisporên ramyarî û rewşenbîrî heye, ewên ku ronahiyê li pêş gel vêxînin û gel di asoyên berfireh re derbasî pêşerojên geş û rojên ayende yên xweş bikin..
Belê ezbenî, neyar ji çar hawêr ve tixûban li ber me datîne.. rêka çûk ji ber me digire, tev derfetên bêhinvedanê bi sînor dike. Welatî jî, ji neçarî, berê xwe didin dergehên Xwedê; di sirgûn û zîvariyan de belav dibin.. Xwedê di hawara kesekî de nehatiye, aqil daye, mejî daye û ji ebdê xwe re gotiye; Rab, ez bi te re..
Ezbenî! Dema ku ez di rewşa welat û zimanê welatiyên xwe de diponijim, ji min ve diyar be ku zimanê me maka gelek zimanên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ye.. Belê ezbenî, çendî em zimanê xwe bikar bînîn; pê biaxifin, bixwînin û binivîsînin, em qenciyê li xwe dikin, resenî û mezinbûna zimanê xwe diparêzin û di nav xelkên dinyayê de berz û bilind dikin.. Ezbenî! Bawer bikin, tirsa gelek dewletên cîran ji zimanê me heye..! Ji ber ku dîrok û hebûna me di zimanê me de ye.. Gelek caran, di xaka welatê xwe de diponijim û ji xwe re dibêjim; xak dayika me ye; her tiştê me ji xakê ye û em ê li xakê vegerin, pêwîste em li vê dayika xwe xakê miqate bin. Erê, xak dayika me ye.
Qamişlo 14/1/2021
Not: Di roja 29/1/2021ê di rojnameya Xwebûnê de li Diyarbekirê belav bûye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…