-peyva Bereya Demqratiya Kurd, Mamoste Mihemed Ismaîl xwend, û got: (Seydayê Keleş hûn nikarin wî bibînin wekû helbestvan bi tenê, bê ku hûn wî bibînin wek xebatkarekî. Seydayê Keleş di warê helbest û kultur û rewşenbîriya Kurdî de, pêngaveke çak û bê rawestan berdewamkir, li gel ku temenê xweyî dirêj di êş û azar û xwestekê miletê xwe de derbaskir….)
– peyva Komîta Hevkariya Kurdî, mamoste Hesen Salih xwend, di peyvê de hat: (Bi rastî helbestvanê hêja, xebatkarê hêja, kesê ku ew naskir, jiyana wî naskir, bi çavekî mezin û bi rêzgirtinî ew dinerixand. Jiyana xwe di xwendina olî de qedand, û di destpêka damezrandina Partî Demuqratî ya Kurdistan, xwe tevlî rêzên wê kir, û ji bo azadiya gelê xwe, xebata xwe heya dawiya jiyana xwe berdewam kir, heger em wefadarbin, dive em jî xebata xwe berdewam bikin, bi hemî awayan wek Seydayê Keleş digot, heya em gelê xwe rizgarkin….)
– peyva helbestvan û nivîskarên kurd, Konê Reş xwend, û li ser daxwazên Seyad axivî û weha got: ( Seydayê Keleş rewşenbîrek bû ji nifşê piştî Hewarê bû, ew Hewara ku Mîr Celadet Bedirxan di sala 1932ê li Şama şerif weşand û di nav rûpelên wê de got: “Kuro Eybe, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin, an nebêjin em Kurdin”. Seydayê Keleş jî li ser vê rêbaza Hewarê liviya digel hevalê xwe, mîna Cegerxwînê Hesarê, mîna Mele Ehmedê Namî, mîna Hesen Hişyar…., em jî xwe bextiyar dibînin ku em nifşê li pey wanin, ku em di pey wan re, em wî zimanê Hewarê ta roja îro ku me berdewam kiriye, bi xêra serê Seyda Keleş û yên berî wî û yên di pey wî re……).
– Peyva kovar û weşanên kurdî, ji nik Bavê helbest hat xwendin, û têde hat: (Navê seydayê Keleş di asîmanê helbest û wêjeya kurdî li Sûriyê de navekî berz bilind û rûmetdae, çimku, wî temenê xwe ji bo xebatê di ber doza gelê xwe û zimanê kurdî yê şêrîn de terxandibû, helbest û gotarên wî , kovar û weşanên me dixemilandin, dilê xwendevanên zimanê kurdî bi wan geş û şa dibû. Herweha wî xwe di warê folklor û kelepûra kurdî de jî westandibû.)
-Peyva nivîskar û lêkolêner, Birahîm Mehmûd, ku li ser Seydayê Keleş weha got: (Seydayê nemir jiyana wî xemgîn bû, ta koçkirina wî xemgîn bû, jiyana wî bê dengî bû, xebata wî bê dengî bû, di karê xwe de bê deng bû, di helbesta xwe de bê deng bû…., Seydayê Keleş, Keleşê Bext reş wek ku ewî xwe bi nav dikir…)
-Helbesteke, helbestvan Rifeet
-Helbestek, hebestvan Birusk bi navê koma Qamişlo
-Helbesteke, Mele Elî Darê
-Peyva partiya Demuqratî ya pêşverûya Kurd, Mamoste Niimet Dawud xwend, ew jî bi zimanê Erebî bû.
-Peyava Dawî, a malbata Seydayê Keleş bû, ku kurê wî Kawa xwend, têda spasiya hemî beşdaran kir, çi rêxistinên siyasî, çi komîtên rewşenbîrî û yên mafên mirov û komên filoklorî, û spasiya wafadariya gelê kurd kir ku xebatakrên xwe jibîrnakin.
– Ev Birusk jî gihiştin Heval û Malbata Seyda:
1- Pariya Demuqratî Kurd li Sûryê
2- Partiya Hevgirtina Gel
3- nivîskar Mustefa Ismaîl
4- nivîskar û lêkolêner Xalid Cemîl Muhemed
5- Helbestvan Seyfedîn
6- Rêxistina DAD, ya Mafê mirov
7- Malpera Tîrêj
8- Girûpa Hesekê ya rewşenbîrî
9- komîta jinên Kurd
10- komîta yekîtiya komonîstên Sûryê – Hesekê
11- komîta Kurd ya mafê mirov
12- komîta Siyasî – partiya Azadî
13- komîta demane ya Şepêla pêşeroj
14- yekîtiya rojnamevan û nivîskarên kurd
15- rêxistina MAF ya mafê mirov
16- Helbestvan Tengezar Marînî- Elmaniya
17- Cîhad Salih- Beyrût
18- Rojnamevanên bê rojname – Parîs
19- Koma Gulîstan
20- Koçka Serhildana Binxetê – Kurdo
21- Selah Bedredîn – Kombenda Kawa- Hewlêr
22- Navenda Pena Kurd – Zerdeşt Haco
23- Koçka Rojavayî Kurdistan – Şevger
24- Helbestvan- Diya Ciwan – Şam
25- Redîf Mustefa – Serokê komîta Kurd ya mafê mirov
26- Siyamend Ibrahîm – Kovara Aso
27- Helbestvan- Orkêş Ibrahîm
28- kovara Silavgeh
29- Malpera Gemya Kurda
30- Malpera Nisrîn
31- Komîta Celadet Bedirxan ya hinkirina zimanê Kurdî
32- Koma Xunaf
33- rojnamevan Mesûd Iko
34- Malpera Keskesor
35- Malpera Welatê me.