Rêxistina siyasî ye yan xesandina mejî ye.

M.Emîn Sadûn

Weke tê zanîn, ku her tişt di şihîn û qapana hevkêşa  siyasetê de bi encaman tê kêşan û nerxandin. Ji ber ew rê û rêkarên rêxistina siyasî di pêvajoya xebata xwe de dişopîne, çi be jî, ne ev e mijar û merema me û ew nakeve dan û standinê, û eger hat jî û li vê yekê hat vegerandin, wê tenê ji bo serastkirin û gera li peyî şaşî û kêmasiyan be. Lê tişta girîng ew e, ka şop û şûnmayên wê rêxistinê li ser rûyê erdê çi ne û çi di têvajoya karê xwe de li şûn xwe ve hiştiye û çi destkeftiyên berçav û guncaw bi destve anîye…

nebûna pirojeyên sergihayî û nivîsandî ji piraniya rêxistinên me yên siyasî re ta vê demê, ne tenê cihê daxê ye, lê belê cihê pirsê ye jî??!! tenê bi gotinên devikî, pesnê dîroka xebata xwe û xwe binavkirina navên mezin û xwediyê pirojeyên giran û xwedî derketin li rêbazên pîroz, tev ji rêxistinê re nabin hêz û xurtbûn û li ser rûyê erdê cih nagirin û hêzê jî nadin karê partiyê, û nexasim, dema ked û karekê durist, bizanebûn û bê rawestan li peyî wan têgeh û zarwazan nebe.
Divê em baş têbigihin, ku dema xwedîkirina Milet li ser hêviyên kawî û siloganên bawî derbas bûye û serdema semaya li ber dengê  aşê omîdan û hêrana arvanê gotin û têgehan nemaTêrên arî dadigirin , û firoştin û kirîna peyîv û gotinên bê bingeh ji heval, hezker, piştevan û alîgirên xwe re berhem nayîne. Rexne û rexnegiritn pirosêseke ji bo nûjenkirin û vejandinê ye. Ka partî û rêxistinên me, ti carî li xebata xwe ya borî  vegerane û ezmûna karê xwe rexne nekirine û li ser kêmasî û şaşiyan rawestane, vajî wê yekê her wextî sedemên têkçûn û şikestinên xwe avêtine  sitûyê aliyê rikeberên xwe ve. Weke carê rêjîma Ba`as, tevaya ne serketin û paşdemayîna xwe dikir di sitûyê Israîl û Impiryalîzmê de û ew ê bi xwe têkiliyên nehênî bi wan aliyan re ava dikirin û bê wan gavek jî nediavêt. Ev yeke tev piştî bûyerên Sûriyê ji her kesî re hatin zelalkirin.
Bi kurtî nebûna pirojeyê sergihayî yê rêxistina siyasî, di hemû waran de, warê siyasî, bazirganî, çandî, civakî,ramyarî,rêxistinî, leşkerî, zanistî, rêbazên xwendinê, abûrî û ragihandinê, mirov nikare bêje ew partiyeke siyasî ye û wê hêvî jî li ser werin avakirin û girêdan. Hingî nabe rêxistina siyasî, lê dibe xesandina hiş û mejî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…