Serkirdayetiya bê kêr û beryar.

M.Emîn Sadûn

Piştî serboreke dewlemend û ezmoneke zengîn di nava rêzên Tevgera kurdî de. Ji min re zelal bû û baş hate naskirin, û bi taybetî piştî rûreşiya Sûriyê, ku tevaya parçebûn, jihevçûn û cudabûnên di laşê wê tevgerê de rûdayîn, tenê yek eger hebû û ew bû sedemê vî derdê bê derman. Ji cûdabûna pêşîn bigire ta ya dawiya vê dawiyê û her weha yên di rê de jî. Ew e egerê şer,nakokî û hevrikiya wan ji hev re, ne ku ji ber cêwaziya ramyarî, helwesta siyasî, qelsbûna rêxistinî, serastkirina rêyên kar û felatê, yan jê nûjenkirin û geşepêdana şiyanên xebatê ne. Lê Belê tenê egerek hebû, ew jî beza li peyî bidestxistina desthilatdariya darayî bû.

Ji ber wê jî berhemê keda wan tê xuyakirin, ku di xebata şêst salan de, nekarîn rêxistineke xurt û hevgirtî damezrînin yan  pirojeyekê abûrî levdayî saz bikin û li ser bingeha wî pirojeyî, rewşa rewşenbîrî, rêxistinî, civakî û ragihandinê ava bikin.
Tenê man destvekirî û her partiyekî destê xwe dirêjî aliyekî kurdistanî kir, ku bi vê yekê, man çav nimiz û şikestî, û laşekî neweş bê liv û nîşan, û serkirdayetiyeke mirî bê kêr û beryar.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…