Nivîsandina tinazî

Qado Şêrîn

“Nanê bê xwê dixwe, tirê şor dike”
“Jin ji mêrê xwe dipirse, berî tu min bizewicînî, te çima ji min re negot ku tu hejarî, tiştekî te tune  û bê pereyî? Mêr jêre got, ez westiyan hingî min ji te re digot: tiştekî min ji te pêve li dunyayê tune. Tu dikeniya, û wek dînan kêfa te dihat”.
Şêweyê nivîsandina tinazî, belkû rexne bi şêweyeyê tinaziyê, gelekî kevn e, ji serdema Romaniyan ve ye. Ji Horas (65 – 8 BZ) yê helbestvan û rexnegir. Wî hovîtiya merov û xwezaya merov ya giştî rexne dikir, û Cofînalîs destpê kiriye, her wiha Sokrates rêbazek taybet bi rexneya tinazî afirandibû, ji bo merovekî bi nezaniya wî agahdar bike û wî bihetikîne, xwe dikir ku tiştekî nizane. Wate, tinaziyê bi merovan re destpê kiriye, wek pêkenok, stran û qerf û qeşmeriyan, lê yê me, mebesta me ji vê nivîsê nivîsandina tinazî ye.

Nivîsandina tinazî dikare gotar be, çîrok, roman û helbest be. Naverok jî dikare cuda be, ango dikare siyasî, civakî, aborî û çandî be. Ast û hebûna tinaziyê bi rewşa çandî û rewşenbîrî ya giştî li civak û niştimanan ve girêdayî ye, ji ber wê miletan şêweyê tinazî li dijî deshilatan bi kar anîn e, dema çeka wan tune bû, ji xwe çanda tinazî di dema deshilatên diktator de kêm dibe, belkû tune dibe, wek ku li Rûsiya qewimî. Piştî şoreşa Lenîn di 1917an de li Rûsiya bi deh salan, û ta ku Perestroyka hat, wêjeya tinazî hema hema nema bû, bi taybet li serdema Stalîn qedexe bû. Ji ber ku nivîskarê tinaziyê, bi mêranî her tişt digot û bi zelalî dinivîsand, ta bi serokê rêjîman û deshilatê rût û tazî dikir, rewş û atmosfera jiyan û civakê dikir mîna pêkenokê û êdî her kes pê dikeniya.
Cidîbûn taybetmendiya herî berbiçav a tinaziyê ye, ji ber bi hişmendiya merov û hişmendiya giştî ve tê girêdan. Miletê ne têdgihiştî be asta pêkenokê li ba blind nabe, çimkî pêkenok ya ku gelek caran te dikenîne, û hin aran jî te bi xemgînî dikenîne, yekser li hiş dide. Nivîskar divê cedî û komedî û rastgo be, lê derbirîna wî ji bûyeran re tinazî be. Divê nivîskarê tinaziyê bi xwe re rastgo be, berî bi civakê re rastgo be, taku nameya wî bighêje, nimûne, nivîskarên deshilat û diktatoran nikarin bibin nivîskarên tinaziyê. Ji ber nikarin li ser êş û azarên xelkê binivîsin û veguhêzin ken, her wiha nikarin bêzariyê wergerînin û ji bo afirandinê veguhêzin, çimkî wêje yan jî nivîsandina tinaziyê tê wateya serhildanê li dijî realîteya paşketî, ango çeka merov e li dijî zulm û zordariyê, helbet ne xeber û sixêf e jî.
Tinazî merov dikenîne, lê li pişt perdeya tinaziyê çemên rondikan diherikin, derûniya merov baş dike, mîna pêkenokê ye, merov aciz û xemgîn be jî, ileh merov bibeşişe. Naverok û derbirîna nivîskar mîna daxwiyaniyeke nehênî ye di navbera xwendevan û nivîskar de, ji ber tê gotin ku wêjeya tinazî, belkû tinazî bi giştî hunera şano ye, rû bi rûyê xelkê re. Û ne her nivîskarê merov bikenîne, naxwe bû nivîskarekî serkeftî yê tinaziyê, name û rêbaz û rastgoyî û cediya nivîskar şert û mercên sereke ne.
Nivîsandina tinazî yan jî wêjeya tinazî şêweyê nivîsandinê yê herî zor e, ji ber bi hewceyî rastdariyeke bê sînor e, bi hewceyî rasteqîne, xweber û newestandinê ye. Nivîskar berî her tiştî dibe rexnevan, ji ber ku gelekî hesan e tu bihêlî xelk bigrîn, lê kêm in ew yên dikarin xelkê bikenînin, ji ber wê du rê li pêşya nivîskarê tinaziyê hene, yan wê xelkê bikenîne û yan jî wê xelk pê bikenin, di encamê de wê wî bixînin û tune bikin.
Nivîskarê tinaziyê misoger dibe rexnevan, lê ne şerte her rexnevan nivîskarê tinaziyê be. Afirandin e nivîskar rexnevan û tinazî be, û merovê rexneyê binivîse, divê azad û serbest be, qet nabe rexne di bin şert û mercan de bê nivîsandin, ji ber her tiştê wî eşkere ye, alavên wî eşkere ne, mijar û babetên wî eşkere ne, li dawî bêtir tê xwendin.
Şensê nivîskarên tinaziyê wek şêwekarê karîkator bêtir heye, ji ber bêtir tê xwendin û şopandin. Afirandina wî taybet e, nêzîkî dilê xelkê ye, êdî li gel afirandinê, tiştê li jiyanê fêr bûye wek alav û şert û merc bi kar tîne, û ji ber wê bi ser dikeve.
Xwendevanên nivîsandina tinaziyê bi hesanî dikarin wê û şêweyên din yên nivîsandinê ji hevûdu cuda bikin.  Berhevdana mezinkirinê bikar tînin daku tiştan zêde bikin. Vegotina dijberî wateyê bi kar tînin û mebsta wan berovajî ye, wek ku bêjin, wek nimûne ji merovekî re çikûz re dibêjin tu gelekî merdî yahooo. Xwe wek nezan diyar dikin ji bo yê li beramberî xwe nezan derxînin. Pesindayîna vala ji bo gazinkirin û pîskirina merovekî. Di mijarên cedî de, xwe di pişt berovajiya wê de vedişêrin. Piçûkkirin û hinekpêkirina tiştan. Tinaziya tûj bi şêweyekî giran û mezin.
Nivîskarê tinaziyê mijarên bijartî yên ji bo wî balkêş in, pê mijûl e, wî hêrs dikin, û ji xelkê re balkêş û naskirî û lazim in, dibijêre. Êdî ji bo berhema wî baş û ast blind û bi bandor be, divê mijarê dewlemend bike, têr bike, zanyariyan baş li ser kom bike.
Ziman alava sereke ya tinaziyê ye, bê ziman wêje nayê nivîsandin, êdî divê zimanê nivîskar hesan û rasterast be, têra derbirîna şêweyê tinaziyê bike. Zarav û devokên navçeyî û zimanê petî dikarin bi hevûdu re alîkariya nivîskar bikin, daku rûyê jiyanê yê rasteqîne yan jî kirêt bê mekyaj derbibire. Encam û bûyeran gelekî mezin bike, li asta ku neyê bawerkirin, û şîretên li cihê pêkenînê bike, daku rewşê û şaşî û kêmaniyan tazî bike, ji bo xelk ji xem û derdan bikenin, bi rewşê bikenin, wek tu wêneyê merovekî bi cil û bergên kurdî û girafêtê pesin û mezin bikî. Grîng e ku nivîskar agahdar be û nebe qeşmer û xelk pê nekenin, divê gotin û hevokên xwe bi zanebûn hilbijêre. Ji ber ku nivîsandina tinaziyê şêwe ye, ji bo gihaştina ramanên baş hatiye afirandin, daku xelk bipejirînin û bibe guftûgo, di dûv re bibe mijarek balkêş ji bo dilê xelkê kêfxweş bike, û carinan dê mîna rexneya baş xelkê bêzar û birîn bike. Li dawî û di encamê de ji bo civakê tê nivîsandin, ango çeka civakê ye li dijî şaşî û çewtiyan. Hemû ji bo kirêtiyê bihetikîne, neku pesnê xweşikbûnê bide, wek nimûne, rexnekirina deshilatan, neku pesnê diktator û deshilatan bê dan, ango şêweyekî berxwedanê ye.
Wêjeya tinaziyê şikenandin û ji nûve avakirine, bi xweşbûna êşê tê nivîsandin, ji gel û bi dengê gel tê nivîsandin.
Belkû em ji xemgînî carinan dikenin, û çi gava êş giha asta blind, û em pê keniyan, dêmek tinaziyê nameya xwe ya pîroz gihand serî.
Civata ji tinaziyê bêpar e, paşverû ye, û çanda ji wêjeya tinaziyê bêpar be, pêş nakeve.
www.qadoserin.com
Hollenda, 11/12/2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…