ROMANA RÛMETA JINÊN KURD

 Lokman POLAT

Kurdên binxetê ji berê ve alfabeya latînî-kurdî bi kar anîne. Ji bo kurdan û tevahiya Kurdistanê pirsgirêka standarkirina yekbûna alfabeyê di rojevê de ye û divê ji bo pêşerojê ev pirsgirêk ji niha ve were çareserkirin. Ji bo tevahiya – herçar parçeyên – Kurdistanê yek alfabeyeke pêwîste û ew jî alfabeya latînî-kurdî ye. Di du parçeyên Kurdistanê de alfaba latînî-kurdî û di du perçeyên din de alfaba arebî / farisî tê bikaranîn.

Dewleta Iraq û Îranê alfabeya arebî bikar tîne û kurdên başur û
rojhilat hêj jî vê alfabeyê bikar tînin. 
Herçiqas alfabeya dewleta areb ya li Suriyê alfaba arebî be jî, kurdên başurê rojavayê biçûk ê Kurdistanê xwe weke perçeyeke Kurdistana bakur dîtine û alfabeya latînî-kurdî di kovar, rojname, pirtûk, belavok û hemû cure weşanên xwe de bikar anîne û tînin.
Di hêla pêşveçûna ziman, çand û edebiyata –
wêjeya – kurdî de nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrên kurd yên binxetê kar
û xebatên hêja kirine û dikin. Berhemên nivîskarên kurdên binxetê berê
jî û niha jî li bakurê Kurdistanê ji alî xwendevanên kurd ve têne
xwendin. Nivîskarên kurdên binxetê birêz Helîm Yusiv û Jan Dost li
bakurê Kurdistanê bûne navdar. Pirtûkên wan hatine weşandin û heta hinek
pirtûkên wan ji alî wergêrên kurd ve li zimanê tirkî hatine
wergerandin.
Pirtûkên Cigerxwîn, Osman Sebrî, Nuredîn Zaza û hwd, hêj
jî li bakurê Kurdistanê ji nûve têne çapkirin û belavkirin. Herçiqas ew
ji bakur bin jî, li binxetê jiyane û bi xebatên xwe edebiyat û siyaseta
vê perça biçûk a Kurdistanê pêşve birine. Digel van nivîskaran,
pirtûkên gelek nivîskarên kurd yên binxetê li bakurê Kurdistanê têne
weşandin. Di rojname û kovarên kurdî yên bakur de gelek gotar û nivîsên
Bavê Nazê, Jana Seyda, Cankurd, Elî Cefer, Heyder Omer, Konê Reş, Helîm
Yusiv û hwd, hatine weşandin. Di hêla pêşvebirin û dewlemendiya şaxên
edebiyatê, helbest, çîrok û romana kurdî de nivîskarên kurd yên binxetê
gelek kar û xebatên giranbiha pêkanîne û berhemên hêja afirandine. Lewre
jî wan pesnê heq kirine û divê xebatên wan bi nirx were şîrovekirin.
Romana
nivîskar Vejîna Kurd a bi navê ”Rûmet” romana rûmeta jinên kurd e.
Jiyan û berxweda jina kurd, têkoşîna wan, serborî û serpêhatiyên jinên
kurd di nav rûpelên romana ”Rûmet” de cih digre.
Vejîna Kurd
nivîskara ji rojavayê Kurdistanê ye. Romana wê li rojava di nav weşanên
”Ava” de derketiye. Roman 114 rûpel e. Ew romana xwe diyariyê jinên kurd
dike. Weha dibêje : ”Diyarî Bo her jinekê ku bi coş, vîn û pêdariya xwe
tûrikê êş  û zorkêşiyan di dawa demên xwe de qul dike û di ferhenga
jiyanê de li xwe digere.. Bo her mirovekî/ê ku zengilê zanînê li
darebesta jiyanê bi deng dike.. Ez romana RÛMET diyarî dikim.”
Di
romanê de behsa jineka nivîskar ku navê wê Lorîn Ferzend Hiso ye, tê
kirin. Vebêj ji bo nivîskar Lorîn dibêje : ” Pênûsa wê berhemdar bû. Tîp
li pey tîpê rêz dikir û   bi hêsanî li ser rûpelan radixistin. Ji nav
tîpan bihna nazdarî û delaliya mêbûnê difûrî, di hindurê wan de zanîn û
têgihîştina jineke Kurd vedibrûsî û di bin xêzan de jî êş û birînên
curbecur dinalîn. Belê,  hemû  nivîsînên wê bi bihna jinê dagirtî bûn. 
Wê  hespê pênûsa xwe li meydana wêjeyê bi zîrekî dibezand,  çîrok,
pexşan û helbest dinivîsandin û li dawiya her berhemeke xwe navê xwe
dinivîsand: Lorîn Ferzend Hiso.”
Li paş mêrê serketî û jina binketî
kê heye? Tê gotink u li paş her mêrekî serkeftî jineke gewre heye. Û li
gorê vebêjê romanê ” Li paş her jineke binketî mêrek heye. Li paş her
rondikeke jinê mêrek heye. Li paş her jineke xemgîn û birîndar mêrek
heye… Li paş her derd û kulekê mêrek heye. Li paş her derewekê mêrek
heye…. Li paş her têkçûnekê dîsa mêrek heye…”
Di romanê de
dostaniyeke baş û rasteqîn tê rave kirin. Nesrîn û Lorîn hevalên  hevûdu
ne. Di navbera wan de dostaniyek, hevaltiyek baş û rastîn heye. Ew bi
hevre sohbetên xweş dikin û herweha derd û kulên xwe ji hevûdu re
dibêjin.
Lorîn ji Nesrînê re qala zewaca xwe dike. Di şeva pêşîn de
xwîn jê nehatiye û mêrê wê jê ketiye şikê. Di rewşên weha de, şik û
guman dibe sedemê gelek kirinên nebaş. Ji bo pirsgirêka
bakîretiyê/keçantiyê ji ber cahilî/nezanîn  û tradisyona/kevneşopiya
paşverû gelek keçên bêguneh hatine kuştin. Sohbeta di nav Nesrîn û
Lorînê de bal dikşînin li ser mijarên girîng. Bi taybetî jî mijara
pirsgirêkên di navbera jin û mêrî de gelek balkêş e.
Lorîn
zewicandiye, zarokek wê jî heye. Lêbelê bi mere wê re pirsgirêkên wê
hene. Li pêşiya wê du rê hene; yan ew ê ji mêre xwe veqete û zaroka xwe a
du salî (keça wê navî Nervîn e) bêbav mezin bike yan jî dê digel hemû
zahmetiyan zewacê biparêze, bidomîne.
Dema Lorîn serboriyên xwe ên di
biçûkatiyê de bahs dike, bi vê hevokê rastiya jiyana keçên ku ji
biçûkatiyê ve hatine tirsandin tine zimên. Lorîn dibêje :” Em ji
biçûkaniyê de fêrî tirs, newêrekî û bindestiyê bûne. Ev derd û xemên ku
ez îro ji ber digazim rojane gelek keç û jinên din jî ji ber dinalin. Lê
her yek di hindurê xwe de bi agirê wê dişewite. Dema  ku  bayê hov toza
raketî ji ser giyanê westiyayî hişyar dike comerdiya rondikan sûdê li
jinan nake.”
Navê keça Lorînê Nervîn e û nave mêre wê jî Şêro ye. Mêr
zilamekî bi eks e, li hemberê Lorînê xwe biçûk, binketî dibîne û lewre
jî probleman/pirsgirêkan derdixe, di nav male de tehm û hizûr nahêle,
eksê Lorînê diçe. Di nav male de, dema di nav jin û mêrî de xalên hevbeş
tunebe, pirsgirêk zêde dibin, tehm û hizûra nav male namîne.
Di
romanê de trajediya evîndaran, drama Bêrîvana evîndar û bi destê birayê
wê kuştina wê, trajediyek e. Adet û toreyên kevneşopî û dozen xwînî ên
ji hevûdu mêrkuştinê û dijîtiya di nav êl, eşîr û malbatan de gelek
zirar dide civatê û dibe sedemên bûyerên trajîk.
Di romanê de
romannivîser çîroka zewaceke bi pirsgirêk, nakokiyên di nav jin û mêrî
de gelek baş û bi balkêşî rave dike. Vebêj behsa malbata Şêro dike.
Malbatek nezan, partîarkal, mêrekî zilimkar û jinek belengaz. Diya Şêro
nave wê Henê ye û bavê Şêro nave wî Seydo ye. Diya Şêro ji bavê wî gelek
ditirse. Şêro di nav malbatek weha de mezin bûye û ew jî dixwaze ku
jina wî jî ji wî bitirse.
” Dayika Şêro li hember stema hevjînê xwe
tim melûl, bêdeng û sawgirtî bû. Tiştek ji dest wê dernediket ji bilî
herikandina lehiya hêsiran. Çendî Şêro dixwest wa comerdiya hêsiran li
ser dêmên Lorînê jî bibîne û tîpên tirsê di çavên wê yên reş de bixwîne,
lê tucarî ew hêviyên wî bi cih nedihatin!”
Di romanê de şîroveyên
baş û di cî de, di derbarê mijara zordariya ku li dijê jinan tê
bikaranîn tê rave kirin. Di rûpela 40î de reng û şêweyên zordariyê weha
tîne zimên. ” Şêweyên zordariyê pir in wek lêdan, kuştin, destdirêjiya
seksî, bazirganiya jinan, zewaca bi darê zorê, sinetkirina jinan,
recm…… û hwd. Lê em kanin bêjin ku ew hemû tên ser yek wateyê, ew jî
bikaranîna hêza govdeyî, aborî û derûnî li dijî jinê. Ew çandeke ku
mafê wekheviya jin û mêran mikûr nîne û rê li pêş bindestkirina jinê
vedike. Belê, îro di sedsala bîst  û  yekê de jî, hîn li gelek welatan
jin di warê raman, vîn û fîzîkî de rastî zordarî û destdirêjiyê tê, di
bin navê adet  û baweriyên kevnar û asayê de li ser wê hîn pîvanên
paşverû tên ferzkirin. Eger em bûyerên kuştinê “wek nimûne” bişopînin,
emê bibînin ku mêr ji aliyê kesên biyanî ve tên kuştin, lê di heman demê
de jin ji aliyê hevjînê xwe yan bav û birayê wê ve tê kuştin. Li ser
erdnîgariyeke gelek fireh ji Efrîqya ta Kurdistanê herroj bi dehan jin
jiyana xwe bi dawî dikin, an tên kuştin..” Lorîna nivîskar derbarê
mijara zordestiya li ser jinan gotarek dinivîse û ji rojnameyeke kurdî
re dişîne.
Di romanê de dramayek din jî hevûdu berdan, ji hevûdu
cihêbûna Nesrînê û mêrê wê ye. Nesrîn piştî zewicandina şeş salan, neçar
dimîne û ji mêrê xwe vediqete. Sedemên hevûdu berdana Nesrînê ji mêrê
wê, bila wek meraq bimîne. Hêvîdarim xwendevan meraq bikin û herine
pirtûkê/romanê bikirin û bixwînin.
Belê Lorîn nivîskarek jîr û zîrek
e. Pênûsa wê xurt e. Ew pirsgirêkên civakê yên bincilkirî derdixe holê û
li çareseriya wan digere. Lêbelê gelo ew dê karibe pirsgirêka xwe a
malbatî re çareseriyek bibîne?
Di pirsa newekheviya jin û mêran,
zilma li ser jinan û sedemên vî tiştî, Lorîn bi hevokek sîtem ji Xwedê/a
re dike, bi heq wî/wê tawanbar dike û dibêje ew sucdar e. Bi rastî jî
nexwe li gor olên semawî hertişt di destê Xwedê/a de ye û bi emir û
fermana wî/wê pêk hatiye û pêk tê, nexwe ew bê dadî/bê edaletî ye. Lorîn
weha dibêje : ” Ger Xwedê di pirtûka xwe ya pîroz de mêr di ser jinê re
negirtiba û Hewa ji pêsîrên Adem çênekiriba ji zû de stema nêran li ser
mêyan nedima. Ger Xwedê bi stemê qayîl nebûba ewqas keç û jinên bêguneh
salane di bin durişma şeref û rûmetê de nedihatin kuştin!”
Jina kurd
bextreş e, di bin zilma mêrî de, di bin zilma malbatê de dinale. Adet û
toreyên heyî, tradisyon/kevneşopiyên civakî hemû li hemberê jina kurd
e. Di romanê de helbesteke bi 3 rêzan rastiya şêrînî û bextreşiya jina
kurd tîne zimên.
”Ka çayekî dagire saqî
Bila wek jina Kurd şêrîn
Û wek bextê wê reş be.”

Di
romana Vejîn Xanima hêja de rûmet û bê rûmetiya jina kurd bi zimanekî
edebî û bi şêweyeke hunerî tê rave kirin. Û herweha di romanê de rewşa
jina nivîskar û aloziyên ku li pêş wê derdikevin holê jî tê qal kirin.
Şîrove û nirxandina vê mijarê bi şêweyeke zanîstî ji xwendevanan re tê
pêşkêş kirin.
Ramanên zingargirtî, kevneşopiyên nebaş, adet û toreyên
kufikî di mejiyê mêrên kurd û herweha bi gelemperî di mejiyê mêrên
rojhilata navîn de cih girtiye. Paşvemayina civakî, newekheviya jin û
mêrî, zilma li ser jinan dibe sedemên gelek bûyerên dramatîk û
trajediyê.
Malbata Şêro bi adet û toreyên kevneşopî ên nebaş ve
girêdayiye. Şêro jî Xwedêgiravî xwenda ye, siyasî ye, di partiyek kurd a
siyasî de dixebite, di civînan de doza vekhevî û demokrasiyê tîne
zimên, lê di malê de wek paşverûyekî dera hanê ye. Hevalê Karl Marks,
Fredrîk Engels dibêje : “Hinek kes li derve sosyalîst in û li male
feodal in.” Şêxo jî kesekî weha ye.
Serlehenga romanê Lorîn Xanim e.
Min ji kesayetiya wê hez kir. Ew mamoste ye, nivîskar e, rewşenbîr e û
xwedî şexsiyeteke cuda ye, kesayetiyeke zana ye. Ew di perwerdekirina
zarokan de girîngî dide ziman û rastiyên zimên pêşkêş dike.
Zimanê
kurdî nasnameya netewa kurd e, hebûna kurd e. Dewletên dagirker dixwazin
kurdan asîmîle bikin, zimanê wan bidine jibîrkirin û bi zorê wan fêrî
zimanê dewleta xwe a fermî bikin. Lehenga romanê Lorîn dibêje: “Li vî
welatî ken û girî bi Kurdî xweş in, jiyan û mirin jî bi Kurdî xweş in.
Celadet Alî Bedirxan dibêje: Yan fêrî zimanê xwe bibe yan jî nebêje ez
Kurd im. Xwendin û nivîsandina bi Kurdî bo me şanazî û serbilindî ye ji
ber ku zimanê me hebûn û nasnama me ye. Neyaran ew li me qedexe kirine
û  di bin darê zorê de me fêrî zimanekî biyan dikin. Mebesta wan ew e ku
zimanê me ji holê rakin û me tune bikin. Wan Kurdistan kirin çar perçe û
dixwazin mejiyê me jî bikin çil û çar perçe. Lê ew nizanin ku vîna
kurdan ji pola ye û heya zimanhezên wek we hene zimanê me dê tim geş
be.”

 

Di romanê de pirsgirêkên bûk û xesûwê, nakokiyên di navbera
wan de tê qal kirin. Wek tê zanîn hinek îstîsna ne tê de, bi piranî bûk û
xesû ji hevûdu hez nakin.
Çîroka drama Şêrîna çardeh salî ku kurê apê wê tecawizê wê dike, mirov gelek xemgîn dibe.
Dema
xwendina mirov ber bi alî dawiya romanê ve diçe, mirov dibîne ku
nakokiya di navbera Lorînê û mêrê wê Şêro de her diçe zêde dibe. Di nav
malê de hizûr namîne û Şêro bi Lorînê re xiyanetî dike, diçe cem jinên
laşfiroş ên kedkarên seksê û bi wan re pevşabûnên seksê pêk tîne. Ev
tiştên nebaş ên Şêro dibe sedem ku ew li pêş çavên Lorînê dibe marekî
reş. Lorîna ku bi keda mejî, bêxewmayîn, bi zahmetî rûpelên romanek xwe
dadigre, ango romana xwe bi destnivîs li ser kaxiz dinivîse, dema ew ji
malê derdikeve û diçe dibîstanê, mêrê wê Şêro destnivîsên rûpelên romanê
diqetîne û diavêje nav agir û dişewitîne. Nakokiyên malbatî, pirsgirêk,
pevçûn û devjeniyên nav malê, hesûdiya xesûwê dike ku
psîkolojiya/derûniya Lorînê xirab dike. Ew diçe cem doktor/bijijk û jê
re dibêje : “Ez ji jiyanê westiya me.”

Di romanê de diyalog, bi
hevûdu re axaftin gelek in, lê taswîr hindik in. Divê romannivîser Vejîn
Xanim di nivîsîna romanek nû de girîngî bide ser taswîra tiştan. Di
romanê de digel kêmaniya taswîran kêmaniyek din jî ev e; dema ku Şêro
destnivîsên romana Lorînê diqetîne û diavêje agir, paşê Lorîn çi
reaksiyon nîşan dide? Lorîn ji bo şewitandina destnivîsa wê bi Şêro re
pev diçe, şer dike yan na? Ev nediyar e. Ev mijarek girîng e û divê
bihatana qal kirin. Lê çi heyf ku nivîskar di ser vê bûyera girîng de
çil daye û qet diyar nekiriye, nedaye nîşandan ku Lorîn çawa pê
hesiyaye, helwesteke çawa wergirtiye?
Di encama romanê de, di rûpela
100î de diyar dibe ku Şêro nokere, sîxurê dewleta dagirker e. Lorîn
axaftina Şêro ku agahdarî dide zilamê dewletê dibihîse û jê re dibêje : ”
Hemû kiryarên te yên kirêt min bincil dikirin lê hema nokerî karê
nerind û nemirovan e. Karekî wisa tucarî nayê daqurtandin. Kesê ku
welatê xwe û miletê xwe bifroşe bêguman ewê jina xwe jî bifroşe.”
Şêro
rojeke jineka xwefiroş a kedkarê seksê tîne malê û pê re seks dike.
Lorîn tê malê û wan dibîne, wêneya wan dikşîne. Di rewşeke weha de li
pêşiya Lorînê (û bi gelemperî li pêşberê tevahiya jinan) du rê hene. Yan
dê xwe jê bide berdan, ji hevûdu veqetin û yan jî dê tiştên dîtiye ango
kiryarên mêrî binax bike û kesekî pê agahdar neke. Gelo Lorîn kîjan rê
hildibijêre? Ez ê bersîva vê pirsê jî wek meraq bihêlim ku kesên vê
gotara min a nirxandinê bixwînin herin vê romana hêja bikirin û
bixwînin.
Di romanê de çîrokên serpêhatî û serboriyên gelek jinên
kurd û jineka areb a nebextewar, jinên ku di bin zilm û lêdana mêrî de
ne tê rave kirin. Nivîskarê navdar Tolstoy di berhema xwe a bi navê
”Anna Karenîna” de dibêje : ”Malbatên bextewar, mesûd dişibine hev. Lê,
çîroka her malbatek nebextewar cuda ye.” Di romana ”Rûmet” de ev
cûdabûyînên nebextewariya malbatan hene.
Romannivîsera kurd Vejîn
Xanimê di vê romana xwe a hêja de nebextewariya jinan, bêrûmet kirina
wan û li hemberê bêrûmetiyê rûmeta jinan a rasteqîn bi lênêrîneke
objektîv şîrove kiriye û pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye.
Bersîva
romaneke baş çawa ye? Zahmet e. Bersîv li gor kesan, xwendevanan,
rexnegiran û zanyarên wêjeyî digehure. Her xwendevan wekhev li romanê
nanêre. Romanek ji bo hinek xwendevan baş e, serketî ye, ji bo hinekan
nebaş e. Lênêrîna min û a yekî olperest, mihefezekar ne wek hev e. Li
gor min, ango li gor bîr û raya min, bi nêrîn û ramanên min romana Vejîn
Xanimê romaneke baş e, serketî ye.
Derbarê romana Vejîn Xanimê de,
wek gotina dawîn ez vê bibêjim; Ev roman li ser pirsgirêkên jin û mêrî,
nebextiyariya malbatî, êşên ku jin dikşînin hatiye afirandin.
Di
romanê de jiyana kambax a bi derd û kul, bi êş, birînên jinên nebextiyar
bi şêweya hunera romanê tê rave kirin. Roman hêjayê xwendinê ye û bi
taybetî jî divê keç û jinên kurd wê bixwînin.
Destê Vejîna Kurd ter
be ku wê bi afirandina vê romana hêja romana kurdî û herweha
pirtûkxaneya kurdî dewlemend kiriye. Romanek wê a din jî heye, navê wê
”Hawarine Efrînî” ye. Du pirtûkên wê ên helbestan hene, navên wan
“Xewnên Elendê” û “Gulîstan pîr nabin” e. Pirtûka wê a kurteçîrokan jî
navê wê “Pencereyên Êşê” ye. Bi hêviya berdewambûna afirandina berhemên
edebî, wê ji dil de pîroz dikim.

Nîşe:

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…