Neh salan ji kar li Rûdawê û hêj berdewam im

 Xalid Cemîl Mihemed

Ev sala nehem e ji karê min li Tora Medyayî ya Rûdawê. Bi saya vê dezgehê fêrî karê rasteqîne û pêşketî yê ragihandinê bûm. Her li Rûdawê jî, fêrî pabendbûna bi cîbicîkirina rênima û prensîpên medyayî bûm. Bi hemû dilsoziya xwe, di çarçoveya karînên xwe de, ligel hevkarên xwe yên din jî, bi alîkariya rêveberiya vê dezgehê, me hewl da û em hewl didin karekî pak û serkeftî bikin. Piştî van salan ji kar hest bi şanaziyê dikim ku Rûdaw ji bo min weke dibistanekê bû, di warê ragihandin, rojnamevanî û medyayî de. Helbet di nav kar de, egera hebûna şaştiyan jî heye. Li heman dezgehê jî min gelek rewşenbîr, medyakar û kesayetiyên baş û şareza ji her çar parçeyên Kurdistanê nas kirin û bi vê yekê kêfxweş û şad im.

Spas ji bo kesên ku karê me bilind dinirxînin. Spas ji bo kesên ku rexneyan li karê me dikin bi mebesta çakirin û başkirinê. Spas ji bo kesên ku ji derveyî Rûdawê bi me re alîkar in. Herwiha spas ji bo hevkar û rêveberiya Rûdawê ku me ev çend sal bi hev re derbas kirin û hêj em berdewam in.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…