Ûsivkê Çelebî û Strana Şerefo Were Kumê Xwe!

 Konê ReşDi 1923an de piştî damezirandina komara Kemalî li Tirkiyê, bi tundî şerê kurdan li Bakurî Kurdistanê hat kirin.. Nexasim piştî bidarvekirina Şêx Seîd û her 47 hevalên wî ji Şêx, Axa û rewşenbîrên Kurd di sala 1925an de.. Di sala 1935an de da Kemalîstan bi rengekî gurtir berê xwe dane kurdan û bi rêk û pêk xestin kesayetiya mirovên kurd li Bakurî Kurdistanê bikujin û nema bikin; yek ji wan pilanan qedexekirina zimanê Kurdî û cil û bergên kurmancî bû.. Her ku cendirmeyên Tirko yekî Kurd bi cil û bergên Kurmancî didîtin, cilên wî diqetandin û ew ceze dikirin..

Wek ku diyar e kum û kolozên ku Kurd didin serê xwe sembola gelê Kurd e di nav gelên cîhanê de.. Kelamîsta ew kum û koloz jî qedexekirin.. Li çiyayê Omeriyan ev çîroka Şerefo û hevalê wî rûdaye.. dengbêjên Omeryan jî ev rûdaw kirine stran û di ber govend û dîlanê re gotine.. Di serê wan dengbêjên ku ev stran di ber reqsa kurmancî de gotine Ûsivkê Çelebî ye.. Min gotinên vê stranê, di roja 12/01/2021ê li bajarê Qamişlo, ji devê (Şefîqê Tembûrvan) ku, wek şagirtekî Ûsivkê Çelebî tê naskirin, girtiye. Xuya ye, di wî heyamî de gelê Kurd bi vê stranê re, kiryarên Tirko protesto dikir.. Di encam de xweş bersiv bû ji wan Kemalistan re û bervedêrî bû di ber hebûn û reseniya gelê kurd de..
Wêne/1: Ez û Şefîqê Tembûrvan di ahenga xelatkirina rehmetiyê Seîd Yûsiv de ji rex rayoya Arta F.M li bajarê Amûdê havîna 2019an.

Wêne/2: Ez û Şefîqê Tembûrvan li ber pêkerê Seydayê Cegerxwîn di parka xwendinê li Qamişlo roja 12/1/2021.
Fermo eve deqa stranê:
Şerefo, were kumê xwe!
Kumê Şeref tiftik e
Avêt bin dara Benik e
Hefza kumê xwe bike
Şerefo, were kumê xwe!
Kurdo! Were kumê xwe!Şerefo, were kumê xwe!
Kumê hevalê min e.
Avêt bin dara Bendikê
Kum qetandin bi kêrikê
Kum avêtin Dêrikê
Şerefo, were kumê xwe!

Şerefdînê bi bî ye
Kumê Şeref hirî ye
Bi Quranê sûnd xwariye
Ev kum ne kumê wî ye
Kumê hevalê wî ye
Şerefo, were kumê xwe!

Şerefdînê bi genim e
Sûnd xwariye bi Êlim e
Ev kum ne kumê min e
Kumê hevalê min e
Şerefo, were kumê xwe!
Kurdo! Were kumê xwe!

Şerefdînê bi av e
Kumê Şeref kulav e
Avêt bin dara Benav e
Kum kulav e, min navê
Ev kum ne kumê min e
Kumê hevalê min e.

Şerefdînê bi ce ye
Min sûnd xwarî bi welle ye
Kum bixwe, kumê te ye
Şeref were kumê xwe..!
Kurdo! Were kumê xwe!

Silêbînê bi av e,
Siwar û peya da navê,
Şeref lawê Eyşikê,
Kum qetandin bi şilfikê,
Avêtin qeza Dêrikê ye,
Kurdo! Were kumê xwe!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…