Burhan Hesso
Hebû çûkekî rengîn
Çûk ji ber bibûn xemgîn
-:Ê te rengên te pir in
Keskesor in difirin
Hinek ji me rengek in
Hinek ji me belek in
Emê dûrî te herin
Em şerm dikin bifirin
Çûkê rengîn gote wan
-:Cudahî ne bi rengan
Emê dûrî te herin
Em şerm dikin bifirin
Çûkê rengîn gote wan
-:Cudahî ne bi rengan
Rast e,hin Çûk rengîn in
Lê reng tev de şêrîn in
Per û baskên min hene
Wek per û baskên we ne
Navê me tevan Balind
Wek zarokan tev de rind
Reng xwezayê xweş dikin
Fîxan, jînê geş dikin
Xwedê em tev de dane
Zana tenê cudan e
Em jî wek e zarokan
Teyrkê buhuşta Xwedan
Guh bidin Dê û Bavan
Çi bêjin bikin wek wan
Mala me dibistan e
Mamostê me Burhan e.