Li Min Nepirsin


Zîlan Hemo .

li min nepirsin, ez tenê dînek im
tenê stêrkeke vemirî,
di ezmanên tiji stêrk de me
tenê keştiyeke bê siwar
û bê armanc im di deriyaya vala de me
tenê peleke zer im,

di nav pelên weşiyayî de me
tenê xeyalek im,
di labîrenta xewnan de me
tenê cinek im,
di şkeftên xeyalên zarokan de me
tenê tîpek im,
ji helbesteke hunda me
tenê tîpek im,
ji helbesteke hunda
ya helbestvanekî serxweş im
tenê dilopek rondik im,
ji her du çemên hêsiran im
ev tenê ez im,dînek im
ne kesekî din im
kevirek im,
li ser goreke bêxwedî me
kulîlkeke biçûk im,
di nav gurzên striyan de me
êşek im,
di nava hezar birînan de me
bîranînek im,
ji bîranînê ji bîr çûyî me
kenekî qurçifî,
li ser lêvên çilimisî me
pêtek agir im,
di volkana eşqê de me
rêwiyekî li ser riyeke dirêj im
rê westiyaye ji meşa min,
lê rawestgeh tune ne…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…