Parîs dixemile bi Wêna nemir.Barzanî

Anahîta Hemo
Sersala 2021 parîsê

Rojek din ezmûna dildariyê welatperweriyê.
Kurdewariyê li şarê Ronahiyê azadiyê…
Wênek ji şanaziyê dîroka şoreşa rûmetê
Li şarê parîsa navdar bi xeml û xêza şanzilîzê
Bi giyanek firiştî hêminim heydarim .
Bi rengê darên sersalê sinoberê ciwanim.
Giyanê zarokek şîrmij xilmaş dibim.

 Dema çav ê min li wêna nemir Berzanî ket di orta dîwarê xwaringehê li
nîvê parîsê..Belam hiş û mejû tev min birin seyranekê şikefta
şanîdarê…mirovayetî li wan cihê pîrozin..
 cihê nemir xwe aram diki li rumeta kurd diparast..Metîn û  Hemrîn
 Bavê
kurd çendî çendi giyanê min arame..vedigerim zarok bi rextan
xemilandiye mîna xela şaristaniya parîsê şanzilîzê Bûrcê Tour Eiffel bi
bilindahiya xwe bi we ye sûnda min çendi payedarim.
Bi wan rextê pêşmergê kevnar Caligramme helbesta minî resene nûjene..samane .
..
Sersala
we pîroze bi rojên dayikbûna hezretê Pêximberêdi xuristiyana  di wê
şikefta sar û seqem…şikefta şanîdarê her wiha kurd parastin…Barzaanî
nemir.
Xeme xêze rextên nemir hêzeke bo nifş û Berxwedaneke nûjene
hêze bo nevîçirkê kurdewar. Hestin ji hestên xela dara şîn payedare mîna
Bûrca navdar li paytexta ronahiyê parîsê…xemla xêza şanzilîzê bi
rengê sor rengê ciwaniyê sergermiyê…

Belam ew Egîdê kurd yê wêna Barzanî nemir daniye bo aramiye.
aramiyê dide mirov serbilindahiyê  payedariyê
Mirov ji nû dibe mirov dema dilaramdibe bi dîroka xwe sermestdibe
Dirojê dawî ji sala 2020 koçdike…..
Pêşwaziya 2021 dike….

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Jouma

Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew diyar dike hebûn û nebûna dewleta Kurdistanê.

Ji 30 salan ve, Pêşmerge ne artêşek Yekbûyîbû, lê du artêş bû:

– Pêşmergeyên 70: Ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ve bû

– Pêşmergeyên 80: Ser bi Partiya…

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…