“Joe Biden” û qeyrana Sûriyê

Ebdulazîz Qasim

Heta niha ne xuya ye ku rêveberiya “Joe Biden” wê çawa serederiyê ligel krîzên Rojhilata Navîn bike, hemû şirovekarên siyasî çavrê vê yekê ne ku “Biden” wê bi awayekî cuda ji siyaseta “Trump” serederiyê bike, bi taybetî li Sûriyê, ku dibe Amerîka bi roleke kartêker rabe û guhertineke mezin bêxe di siyaseta xwe de, û derbarê vê yekê, Enstîtuya (Middle Eas Insitute -MEI), berî çend rojan di raporteke xwe de diyar kiribû ku Amerîka wê heman siyaseta berê di derheqa dosiya Sûriyê de pêrew bike, û cudahiya herî mezin di navbera siyaseta “Trump” û “Biden” de, ku “Biden” wê siyaseteke bi terazû û hevsengî û neliv bicih bîne, berevajî siyaseta Trump ya nerehet û bêserûber.

Ji aliyekê din, rojnamenivîsa navdar “Heba Al-Qudsî”, rêvebera
nivîsîngeha rojnama “Al-sharq Al-Awsat” li “Washington”, gotarek di
02.12.2020-an de belav kir û xuya kir ku nûnerê taybet yê berê yê
rêveberiya Trump li Sûriyê, “James Jefrey”, bi rêya têlefonê rewşa herî
dawî ya siyasî û ewlehiyê li Sûriyê, û rola leşkerî ya Amerîkî li Sûriyê
û Îraqê ligel tîma serokê “Joe Biden” şirove û gengeşe kir, û diyar kir
ku niha herî kêm 600 leşkerên Amerîkî li Sûriyê dimînin.

Herwisa
nûnerê taybetî yê Amerîka bo Sûrîyê yê nû, “Jules Rayburn” di prês-
konferanseke çapemeniyê de li ser bernema “Zoom” di dawiya serdana xwe
de ya li Qahîre di bersiva pirseke rojnama “Al-Sharq Al- Awsat” de got
ku Amerîka sê armancên serekî li Sûriyê hene, ya yekem têkbirina
rêxisina “ISIS” ye, ya duyem qewitandina milîşên Îranî ji Sûrîyê ne, û
ya sêyem jî pêkanîna çareseriyeke siyasî ye li Sûriyê li gorî biryarên
Netewên Yekbûyî.
Aliyên siyasî wisa texmîn dikin ku serok “Biden” û
wezîrê wî yê derve, “Anthony Blinken”, wê bixebitin ji bo serrastkirina
hin siyasetên şaş yên rêveberiya Obama yan bicihkirina hin tiştên ku
Obama nekariye bike, hevdem ku “Biden” di dema kampanyaya xwe ya
hilbijartinê de gotibû ku biryara Trump ya li ser vekişandina hêzên
Amerîkî ji Sûriyê têkçûnek bû, û bal kişandibû li ser girîngiya
piştgiriya Kurdên Sûriyê.
Nûnerê Amerîkî got: “Îran bi armanca ku
bibe gef li ser Îsraîl û deverê, hewl dide ku bingehek sratejîk li
Sûriyê dirust bike, lê ew sernekevt wekî ku Qasim Sulêmanî dixwest, ku
rastî berxwedana leşkerî ya welatên cîran, û dorpêçên aborî û siyasî û
givaştên Amerîkî hat, û da zanîn ku”ev givaştin dê berdewam bimînin, û
civaka navnetewî û dewletên herêmê teqez in li ser ku nehêlin Îran
armancên xwe bicih bîne, û nehêlin “Hizbullah” ji bo têkdana aramiya
herêmê, bingekên leşkerî li Sûriyê dirust bike».
“Jules Rayburn”
derbarê rola Tirkiyê got ku “ti rêkkeftin di navbera me de li ser her
tiştî nîne, lê herdem em rêyên danûsendinê dibînin”, û piştrast kir ku
piştî çareserkirina krîza Sûriyê, divê hemû hêzên biyanî, yekser ji
Sûriyê derkevin”, û got ku Amerîka şandina çeteyên opozisyona Sûrî bo
derveyî Sûriyê red dike.

“Jules Rayburn” tekezî li ser rola Misrê
bo çareserkirina krîza Sûriyê kir, hevdem ku Misr û Erebisana Si’ûdiyê û
Îmarat di hewlên berdewam de ne ji bo lawazakirina pêgeha grûpa Îxwan
Mislimîn û opozisyona alîgira Tirkiyê “Îtîlafa Sûrî”, herwiha ku tawanên
artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ji aliyê gelek saziyên mafên mirovî ve têne
dokumêntkirin û gelek daxwaz hene ji bo êxistina “Îtîlafê” û artêşa wê
ya naskirî bi navê “artêşa nîştimaniya Sûrî” di nav lîsta terorîzmê de
bi gunehbariya encamdana tawanên şer û tawanên dijemirovî li dijî miletê
kurd li Efrîn û Girêspî û Serêkaniyê û dizîna dermal û samanên
welatiyên kurd û talankirina şûnwarên dîrokî  yên herêma Efrînê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…