Helbest u Vidyo

Belê ha ev ez im


 Brahîm Mehmûd

Min rên ji bo te vedan, dadan, û radan
Daku xewnên te ji serma temenekî neterpilin
Min kaniyên hêviyan li ber serê te vêxistin
Daku vîna te ji dest xwe neçe
Min çûk û çivîkên şahiyan ji dara dilê te re haş kirin
Daku roniya giyanê te piştgiriya gavên te bike
Ev ez im ku tu bi xwe yî

De hişiyar be, hişiyar be, an wê bablîstokên demê dawa te li serê te bigerînin, hindê tê çawa xwe bi serî bike bi dilekî dilêr?

Min xwe ji tere kir hevalê heval berxikê dayika xwe
Daku tu gur û giran ji hev derînî
Daku tu dar û daran ji hev jihêbikî
Daku tu rast û rastê nekî weke hev
Daku tu hişê xwe nexwî û tu nekî yê ji xwe bi hîvî
Ev ez im ku tu bi xwe yî ha

De
xwe bike dostê deriyê ne deriyan, daku pêl bibne baskên te, daku bask
te bi steyrikan girêbidin xwelî ser, daku çeqel û fisteq ji mejiyê te
dûr bikivin, û tu bibî tu
Ev ez im ku tu bi xwe yî merev

Min te despar kir dilê xwe bê baspor bê ragihandin
Daku tu şev û rojan nasbikî
Daku tu mîr û mîrokan tevî hev nekî
Daku tu mêrgên laşê min ezber bikî

De xwe ji xwe rizgar bike heyran daku tu kelepçeyên kolîtiyê di kûrahiya ciwaniya min de neçînî û gavên xwe dijî xwe nekî
Ev ez im ku ev ez im de bide xwe wey berî ku jiyan ji me tore bibe

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…