Dr. Nurî Dêrsimî.. Jînenîgarî /Biography – Beşa Yekemîn

Ibrehîm Şitlo

Qehremanê Şoreşa Dêrsim Dr. Nûrî Dêrsimî bi qewîtiya Serdariya Berxwedana Dêrsim piştî Êrişa hovane yên Çekdarên Dewleta Tirkiyê li ser Dêrsimê ji Herêmê derket û xwe gihand Devera Iskenderûn.
Di Sala 1938 de binehênî darbasî Bajarê Helebê bû, dora Salekê bi nehênî li nav Civata Ermeniyan dijî. Di dawiya Sala 1939 de bi alîkariya Mezinê Kenîsa Ermenan bi fermi li gora Peymana ku Iskenderûn kirin para Dewleta Tirk, Dr. me nemir bû Welatiyê Dewleta Sûryê.

Piştî Salekê Hukûmeta wê Demê( Fransa weke ji aliyê Civata Milletan
bûbû Berpirsyarê Sûryê) Karê Doktorê Veterînêrî li Bajarê Ezazê pê
hilpesart.

Lê çawa Hukumeta Tirkiyê pê agahdar bû ku Qehremanê
Dêrsimê li Sûryê dijî û Şopa wî li Ezazê bicih kir, bi awakî Fermî ji
Dewleta Fransa xwest ku Dr. Nûrî Dêrsimî bide destê Tirkiyê ji ber ku ew
li gora Tirkiyê hîna Welatiyê Tirkiyê ye û li wir bi Tawanbariya
Dadgeha wir Biryara bi darxistinê dijî wî hebû û li gora Hukûmeta Tirkyê
Dr. ê Qehreman weke Gunehkarikî Bazdayî bi nav dikir.

 Lê Hukûmeta
Fransa xwesteka Tirkiyê bi cih ne anîn. Piştî ku Dewleta Tirk sê Caran
xwesteka xwe ji Fransa dûbare kirin û her Xwesteka wê bi Na jê re
vedigeriya, Dewleta Tirkiyê bê Çare ma û Hêviya wê bi girtina Dr. Nemir
birrî, ica bi Rêya Diplotatîkê Tirkiyê ji Serdariya Fransa re got:

Hema hûn wî nadin me, lê divê hûn bezanibin ku Hebûna wî li nêzîkî
Sînorê Tirkyê ji Dewleta Tirkiyê re Aloziyek mezine“ ü ji Hukûmeta
Fransa xwest ku Cihê Dr. ji Ezazê biguhêre û dûrî ji Sînorê Tirkiyê be.
 Ica,
Cihê Karê Dr. Nurî Dêrsimî ji Ezazê rakirin û Karê Vitirinêrî li başûrî
Sûriyê – Bajarê Swêde bû û dûvre şandin Qudis – Felestînê. Li wir
Hevalê wî yên Tevgera Xoybûn Karê Pêwendiya Derve pê sipartin. Li
Felestînê li gel mezinên Felestîn Pirsgirêka Kurd da nasîn û herwiha jî
li gel Tevgerên Juhû jî Pêwendî kir.
Piştî Cenga Felestînê – Cuhû
pêkhat, Cihê Karê wî ji wir hate Bajarê Helebê û ji wê Demê de ta
Koçberiya wî di Tabaxa 1973 yan li wir ma.
            Ta Sala 1962
Mala wî li Kolana:Îsmeîliyê- Cada Ehmed Şewqî – Avahiya Gozim bû. Piştre
barkir Kolana Mehetet Baxdad – Ew Qat ji Ewqafê Kirî.
Dr, Nûrî Dêrsimî di Salê 1961/1962 bi Nexweşiya Dil ket.
Apê Têkoşer û Welatparêz sedema nasaxiya Dilê xwe ji min re wilo got:
Rojekê Dr. Nureddîn Zaza telefûnek ji min re ji Bêrûte vekir û gote min:
“ Xortekî Kurd Dêrsimî wê were Ba te, tu baweriya xwe pê bike.“
 (
Dr. Nureddîn Zaza demekê ji ber  Hukûmetê Sûriyê xwe dabû alî û li
Libnanê dijîya. Dr.Nurî Dêrsimî baweriya xwe heta dawiya Jiyana xwe
gelek bi Dilsoziya Dr. Nureddîn Zaza hebû, jê hezdikir û baweriya xwe pê
dikir. Ew li bawî  Kurdekî Welatparêz,Xebatker û Dilsoz bû.).
 Piştî
Telefûna Dr. Nureddîn bi 2 Rojan, Yekî li Derî da, min ew Peyayê ku
Nureddîn ji min re rêkiriye li pêş xwe dît. Piştî Bixêrhatinê, wî navê
xwe ji min re got û xwe ji min re weke Kesekî Dêrsimî pêşkiş kir û Navê
Gundê min, Mala me,Êl û Eşîra me, navê Gundiyan û Malbata Bavê min, hemû
Bûyerên ku li Dêrsimê û çend Kes jê xweş mane ji min re Şîrove kirin.
Biser wê de jî ji min re navê Keça min Delal got û wî wilo her Tiştek
kûr û hûr bi temamî digot ku min û Xaltîka te jê bawer kir û hîna jî ji
ber ku ew bi Rêya Dr. Nureddîn hatiye ica baweriya me bi Gotinên wî bê
Goman bû. Wî çi ji mer re digot me jê bawer dikir.
Ji min re got ku Keça min Delal hîna jî dijî û gelek hûr û kûr ji min re pêjirand ku Dilê min pê hat girêdan.

wilo xwe xist Dilê min û Xaltîka te ku me ew weke Mîvanekî pir
giranbuha didît ta ku me Oda xwe yê ku em lê dirazin jêre hîşt. Lawê
min, min bi destê xwe Xwarin jêre datanî.
Lê, wî gote min: ku ew
dixwaze Tevgerekî Şoreşgêrî Kurdistanî pêkbînê û Xebatek xurt bike. Ewî
dixwest Tola Dêrsimiyan ji Tirkiye bibe. Wî Pîlana xwe wilo her tiştek
bi Zelalî û germî Şîrove dikir ku min jî Pêşneyarê wî bi rêzkirina
Xebatek Niştmanî qayîl bûm û ji bo Sazkirina Tevegerekî Kurdî Şoreçgêr
min û Xaltika te Zêrê xwe firotin û çi Perê me hebûn û hîna jî Deyn
kirin me jêre amade kirin û berî ku ew ji ba me birêkeve Xaltîka te
hinek ji Peran jêre di nav Çakêt û Cilên wî dirûtin û bi hembêz û germî
oxirkir. Min jê xwest ku çawa ew bi xweşî bê Alozî bigihê Tirkiyê min bi
awakî agahdar bike ta Dilê min û Xaltîka te xweş be.
Piştî Heftîkê
Kertek ji min re bi Postê hat. Ew Kerta Postê Fotografê Bajarê
Iskenderûnê liser bû, pêşî Dilê min xweş bû ku Mîvanê min Hêja bi
serfirazî ji Sûryê derbas bûye. Lê wî wilo nivîsandibû:
„Ez bi Karê
Kuştina te hatibûm Mala te, lê gelek caran ku min destpêdikir ku te
bikujim  lê dema Çavên min li Destê te yê dilerzîn te Xwarin û Vexwarin
ji min re datanîn Destê min ranedibûn ku ez Karê pê hatime bicih bînim.“
Piştî
Apê Nemir Gotinên xwe bi kul û Keser bi Dawî kirin, min jê pirsî dawî
te Tiştek jî bihîst an Dr. Nureddîn Zaza negot ewî çawa Naskir, Apê
Nemir Bersiva min wilo da:
Weke Dr. Nureddîn ji min re got, ku ew ji aliyê hinek Kurdê Welatparêz hatibû ba wî Bêrûtê.
Navê
wî Hesen Boluş bû, ew piştî çûbû Tirkiyê, MÎT ew xistibûn Zindanê nav
Welatparêzên Kurd, lê wan zû naskrin ku ew Nokerê MÎTe, hema wan
dixwestin wî di Zindanê de bikujin, lê ji wir MÎT ew derxistin û şandin
Swêdê nav Kurdan, lê li wir Şopa wî wenda bû.
Dr. Dêrsimî, Peyakî Bejn ne Bilind û ne kinbû, Comerd û Xwedî Vîn û Kerisme bû. Kesayetîkî bi Şewqa Dîrokî bû.
Bîr
û Baweriya xwe Kurd û Kurdistan bû,tucarî gotina Olî, an Pirsa Olî ji
Mîvan û Kesên Serdana wî dikirin ne dipirsî. Derd û Xema wî serkeftina
Kurdistanê bû. Jiyana wî her Kurdayetî bû û Armanca wî her rizgarkirina
Kurdan bû.
Salona Mala wî, Dibîstana Hişyarbûna Niştmanperweriyê bû.
Hiîç tu Cudayetî di Gotin û Axaftina Apê Qereman de di neqeba Civata
Kurdî de tinebû. Qaban û Mêzîna wî Welatparêzî bû. Ne Paşe, Beg û Axa ne
jî Maldar û ne jî Olîtî bi Qedir û Qîmet bû: Her Kurdayetî…
Ew bû ku Gotina Netewî ji Mêvanên xwe re dûbare dikir û digot:
„Sinnî, Elewî, Êzîdî çî? Em hemû Kurdin û mane Birçî!.“
Kurdish&Islamic Studies
Ibrehîm Şitlo
29.11.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…