Demhat Qasimlo
Min qîr dikir û girî li derdora minjî kêf û şahî bû ,dema ji dayik bûm ,yekemcar ku min nerî li vê jînê û dinyayê ,ez ketim xewke giran û her bigirî radbûn ,lê min nikarî bû wêçaxê bikim pirs û bêjim ,gelo ez li vir çi dikim !
Ew girî çû roj bi Roj heya min nas kir dayika xwe û rûyên xelkê ên nêzîkî min ,wek min ji xwe re got birako tu ma li vir !
Em mezin bûn û me dît dûrî û penaberî dîsa çav dest bi girî kir,yek li ser yekî digrî ,gelo ma ev jiyan hemî guhertin û girî ye !
me dît ên dimirin jî her li ser wan digirîn .
Erê ma jiyan dest pê kir bi girî û li ser me digirîn ,îca kanî bextewarî ,xweşî !
Ji girî ta girî .