REWŞA ZIMANÊ KURDÎ DI ROJA ZIMANÊ DAYÎKÊ YÊ CÎHANÎ DE

Hişmend Şêxo
Ev çend salin di bîranîna roja zimanê dayîkê de, xebateke hêja ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî dibe.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê welatên ku Kurdistan dagîr kirine ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew yek jî di dewlemendiya zimên de ya hemû warên zimanzaniyê de berçav e. Zimanê Kurdî wekî hemû zimanan di qonaxên derbasbûyî de bi gelek alfabeyan şaristaniya xwe aniye ber çavan lê ji ber rewşên cihêreng rastî gelek astengiyan hatiye û ew astengî bûne sedema aloziya ku îro zimanê me tê de dijî.
Di 21’ê Sibata sala 1952’an de hejmarek ji xwendekarên Bingladiş li zanîngeha Pakistanê xwestin ku bi zimanê xwe yê dayîkê baxivin, Lê rastî êrîşa polîsên Pakistanê hatin. Piştre wan êrîşên polîsan şermezarkirin û dest bi çalakiya girava birîçbûnê kirin. Lê vê carê polîsên Pakistanê bi guleyan êrîş xwendekaran kirin û di encamê de hejmarek ji wan jiyana xwe ji dest dan.
Lewre di sala 1999’an de Rêxistina Navnteweyî ya Cîhanî ( UNESCO ) roja 21’ê Sibatê weke roja zimanê dayîkê yê cîhanî diyar bû.

Zimanzan wiha pênasiyê bi zimên dikin : 
Ziman ne tenê ji bo axavtinê ye , Lê belê ziman emrazekî têkilî , û danûstandinê ye. Ziman emrazeke ji bo pêşxistin û parastina çanda netewî ye.

Zêdetirî Şeş hezar û Hefsid ziman di cîhanê de hene. Heya salên 1950 ji zêdetirî 200 ziman li vê herêmê û 184 ziman li cîhanê bi awayekî herî kêm ji aliyê 10 kesan ve hatiye axaftin. 

Netewa Kurd jî xwedî zimanekî dewlemend e di dîroka Rojhilata Navîn de Heya niha jî zimanê kurdî rastî êrîşan tê. Zimannasên Zimanê Kurdî diyar dikin ku dagîrkerên Kurdistanê  herdem xwestine rê li ber pêşkertina zimanê Kurdî bigrin û bidin pişaftin.

Zimanê Kurdî zimanekî Têr û serbixwe ye , Herwiha gelê kurd xwedî dîrok û çandek kevin e di nav gelên Rojhilat de.
Zimanê Kurdî ji çend zaravayên weke Kurmanciya Jorîn , Kurmanciya Jêrîn , Naverast û Goran.
Lê heya niha zimanê me di aliyê nivîskî û wêjeyî de nebûye zimanekî hevbeş.

Di vê çarçewê de Lêkolînerên zimanê kurdî wisa dibînin û dibêjin :
Ji encama sedemên xaknîgariya welatê me hêştiye Kurdistan ji aliyê deşt û çiyan ve were dorpêç kirin. Herdem Kurdan xwe parastiye û tevlîbûna xwe ya ji bo derve kêm çêkiriye. Ji ber vê yekê şêwaz û axaftina herêm û navçeyan ji hevdu cuda ne. 
Di aliyê Rêzanî de jî parçebûna Kurdan yek ji sedemên bingehîn û serekeye ku zaraveyê Zimanê Kurdî ji hev cuda bûne. Heya niha jî Kurdistan ne bûye xwediyê standartekî Rêzanî. 

Di dîrokê de tu caran êrîş û dagirkerî li ser gelê Kurd û Zimanê Kurdî kêm nebûye. Lê herdem gelê Kurd bi vînek ji polat li dijî van êrîşan xebat kiriye û li berxwe daye.

Rewşa Zimanê Kurdî li her parçeyekî Kurdistanê 

Li Kurdistana Bakûr dewleta Tirk siyasteke hovane li ser gelê Kurd dida meşandin û peyva Kurdistan qedexe kirî bû.
Lê piştî damezrandina Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê dest bi xebat û têkoşînê bû , Niha li Bakûr zimanê kurdî heya bi astekê cihê xwe girtiye , û gelek Rojname, Kovar û Tv bi Zimanê Kurdî hene. 

Li Kurdiatana Rojava jî tevî siyasetên Erebkirin û tunekirina kurdan di vê rewşa zehmet û dijwar de gelê kurd û Tevgera Netewî ya kurdî bi hişmendî xebata xwe dikir û zimanê xwe parast û bi taybetî piştî bayê guherînê li Rojhilata Navîn destpêkir û giha Sûriyê gelê me di aliyê zimanê kurdî de gelek deskeftiyên mezin bidest xistin, ji dibistanên seretayî de heya bi zanîngehê.
Hêjayî giyanêye ku li hersê herêmên kurdî Efrîn , Kobanî û Cizîrê peymangeh û zanîngeh hatin vekirin.
Her wiha Rojname , Kovar û pirtûk bi zimanê kurdî çap dibin.

Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî têkoşîna gelê Kurd berdewam bû di aliyê xwendin û nivîsandina kurdî  de. Bi hezaran pirtûk, kovar, rojname bi Zimanê Kurdî hatin çapkirin.
Piştî raperîna Başûrê Kurdistanê gelê me deskeftiyên mezin pêkanîn. 

Di rewşa niha de li her çar parçeyên Kurdistanê girîngiyeke zêde bi Zimanê Kurdî heye. Niha di hemû astên jiyana rojane de weke Tendrustî, Rêzanî, Ragihandinî, Aborî, û Hunerî de zimanê Kurdî tê bikaranîn.
Lê ji ber ku Kurdistan çar parçeye û heya vê kêliyê jî siyasetên tunekirinê li ser gelê me dimeşînin û zimanê me didin pişaftin , Lewre Kurd di welatê xwe de mane dîl û lawaz û ji ber vê yekê heya niha jî standarteke Zimanê Kurdî nehatiye diyarkirin. Mixabin Ev jî pirsgirêk û derdekî mezine.

Li dawiyê Ez Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanî li tevahî gelên Cîhanê û gelê Kurdistan pîroz dikim û bi taybetî Ez li Hevalên xwe yên Mamoste , Nivîskar , Zimanzan û Zimanhezên Zimanê Kurdî pîroz dikim û dibêjim : Ber bi xebateke zêdetir ji bo parastin , geşkirin û pêşxistina zimanê kurdî ji ber ku :
Hezkirina zimên 
ji hezkirina welête 
Parastina zimên 
ji parastina welête.

Bijî Zimanê Kurdî

Hûn tev bijîn di evîna welatê xwe de xwe

20 / 2 / 2020 

Hişmend Şêxo 
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…