Bangek ji bo parastina jinê

  Ahîn Zozanî

Namak ji bo serokên Kurdan, ji bo tevgera Kurdî, ji bo civakê, bav û bira, ap û xal…h.d
Bi navê jina Kurd dinivîsim; ma heya kengî wê keç û jina Kurd di bin stemê de bijî..??
Hinek jinê dikujin; dibêjin ji olê derket û hinek dibêjin evîndar e, yan reviya ye, yan jî xayin bû..!!
Ma ka hûn ji xwe napirsin ev jinên ko xwe şewitandine ji ber çi bû, gelo ne ji stema ko li wan dibe ji zordariya jiyanê direvin, yan ji kêfxweşî xwe dişwitînin..??

Li ber Tv bûm û nûçe derketin.. Maşele ji Xwedê re çendî ser bilind bûm, dema vê cihanê tevdî bihîst go hinek Kurdan bi hovitî li keç û jinê dinerin. Herdem wek ko ew tenê gunehkar e.
Di nûça weşandî de got: Ko ji sala 2003an heya roja îroj 400 jinî xwe ji derdê stemê şewitandiye.. Ma ka ev jî revyabûn yan ji olê derketibûn..?? Evê pirsê ji mêrê Kurd dikim.. ji serok û rêberan dikim.. Çima heya roja îroj mafê jina Kurd winda û bin pê dikin..??
Rast e, jina Kurd di malekê Kurd de radibe û gerek rêza malê bigire û rêza bav û kalê xwe bigire û ji sînorê kultûra Kurdî dernekeve; belê çawa ji dayik dibe ko mafê wê winda ye..
Ji her alî de rê ji ber wê tê girtin,  nema rastî ji şaşiyê derdike..
Dema ko mêrê Kurd destê jinê bigire û gav bi gav ha ji wê hebe, bi alîkariya wê, ne kêlîk bi kêlîk wê têxe bin nerîna çavekî ko ha tu bi ku de çû û ji ku hat..??
Gelek jin hatine kuştin di bin kirasê namûsê de belê wek me got ji wan 400 jin yê xwe şewitandine di mehekê de 3 jinan xwe şewitandin yek ji wan bûka 20 rojan bû û ya din bûka du mehî bû û ya sisyan sala wê neqediya bû.. Giş di bin 20 Salî de bûn.. Ma ev ne gunehkariyeke mezin e, di mafê jinê de û kî berpirse??
Cihan roj bi roj bi pêş de dikeve, xelk gihan ser heyvê û Kurdên me gavên xwe bi şûn de davêjin. Wa em vegerandin ola tund û tûj û recimandina jinê.. Ma ka kê ji zerdeştiyan an êzîdiyan an Kurdên misilman di kultûr û rewşa civaka me de jin bi vî awayî kuştine??
Ev tevde fen û fotên ( Beko ewanan ) e. Mixabin nezanên me jî dikevin ewê cihok û dahfa tevlihevoke û neyaran..
Hin bi hin destên gemar dikevin nav miletê me yê Kurd.. Keç û jinên wek gulan bi destên çepel têne kuştin û di ser êşên me re jî va tiroristan bîst û çar xortên Kurd civandin û ew gulebarankirin li nîvê dilê me xestin, û rojane em kiryarên wisan derheqê miletê sivîl de dibihîzin bi kar tên.. Ka ev zarokên me yên sêwî man, ka ew jinên ko bî man, wê kî li wan bipirse?? Kî bi êşa wan dizane, birçî ne, tazî ne.. di vir de dîsan derb li dilê jinê dan…. Kurdo ma tu ji xwe napirsî, çima wilo li serê me Kurdan tê? Ma heya kengî em dê wilo di şerê xwebixwetiyê de bin.. û keysê bidin neyrên xwe, da me tarûmar bikin..??
Keko, bavo û apo ma çima hûn destê hev nagirin, çima hûn destê jinê nagrin û piştgirtina wê nakin û wê bernadin meydana xebatê li tenişt xwe, mane Kurd dibêjin: (Şêr şêr e, çi jin çi mêr e) wê gavê hûnê bibînin bê jina Kurd ji jinên cihanê tevdî jîrtir e û Kurdeke resen e, bi namûs û şeref e û xwîna xwe di ber welatê xwe û Kurdîtiya xwe de dirêjîne.. Belê mixabin  we jin xistiye nav çar dîwaran û we rê ji ber wê girtiye. Û jê re dibêjin çima tu kêm û çilmisî yî??.!!??

28/5/2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…