Çavên min!


Ebdilmecît Şêxo

Îro ez li rex dareke sêwî
Li tenîşt hîmeke devliken û serxweş
Li  çiyayê Lêlunê
Di bin bareneke buharî de
Li gundê xwe rûnîştî me
Min çavên xwe jî bi bîriya te  kil dane
Zû were!
Min deriya gulistana sînga xwe
Li ser piştê vekiriye
Tikaye!
Îro li hespê rewan sîwar nebe!
Neçe çiyayê Hawarê!
Li askan negere!
Bila ez îro nêçîra te bim
Çavên min!
Tu zanî
Min îro selekek pîvok
 Ji zeviya sîngê xwe ji te  re
Beref kirine
Çavên min!
Bila ez qorbana dayika te bim
Tu neh mehan di zikê xwe de
 Ji min re tîmar kiriye
Lê tu îro li hespê xwe sîwar nebe!
Min îro bejna xwe  
Bi fîstanek keskesorî
Ji bo te tenê xemlandî ye
Û  pêlkên xwe mîna pêlên
Kaniya evînê  (Basutê) ji te re hûna ye
Li ber sêmfoniya darên serjêkirî
Lavêjên Zerdeşt ji kevneşopên
Gira Endarê re dixwînim
Lê tu were nêçîra aska xwe
Çavên min !

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…