Giya


Brahîm Mehmûd

Dengek ji beşişandina dilan
An giyan
Ey giya
Hêrzek ji coşa xakê
Govendek ji bêdengiya hinasên nehêniyan
De were ha ji tere giya

Gevizandina steyrikan bi şevan
Sermestin li ser giya
Mebes tu be xwe giya
Daketina çiyan
Ji bilindbûna xwe
Daku rengê giya ezber bikin
Û ji tenêtiya xwe re bilorînin
Û bibijin hey lo lo hey lê lê giya
Robar xwe bi şînkaya giya şehdikin

Alfabêya giya
Ji pirtûkek bê dawî re
Ku em xwe pê divejînin

Ez û te
Ez û te û em
Bîreweriyên xwe li ser navê giya tomar dikin
Destê giya
Ku berxikên hezkirina min xwe pê dipêçin
Destê min giya
Ku kaniyên hezkirina te
Li ser dilûsin

Laşê giya
Wê çawa minminîkên mêrgan
Xwe jê berdin
Dema bahozên serserî dirabin
Ew hêlînên hêmeniyê ye
Ew laşê teyî çiroskdayî
Pirek dirêj vekirî daku jiyan derbasbe navê xwe
Laşe teyî ku dirind balind jê dixun
Û jê nayê xwarin
Ku bablîstokan kedî dike
Di nav xewnên xwe de
Ku gelek sîberên bi te xwe diçesibînin
Li rehên te mikur tên

Zimanê giya
Ku berbang fêrî zîrekiya dengbêjiya wî dibin
Hişiyar be ziman giya
Gelek kanî devlikeniya te derdibin
Mebest ku te derbider bikin

Gavên giya
Gelek robarên rewrewkan
Hevsoyên te ne
Hogirên awazên aviyên te
Xwe noqî te dikin
Ta tu ji xwe qut bibe

Peymana min û te bi te dokîman kiriye
Ku tu afrandina resenî
Ev li ser eniya te neqşeyek zindiye
Gelek li ser tîrêjên navê te pîkoliyan dikin
Di hembêza te de ne
Dilên xwe bi tezetiya te xwe li baa dikin
Serîmar in ne bi serê xwe ne
Ez dilên wan bin çav dikim
Daku te ji giyatiya xwe hilweşînin
Û nema rêkan bibe ser xwe
Giya hey giya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…