„Wêne yê Rastiyê“

 

Siyamed Sîpan Ugurlu

Li Tirkî niha hemû rojeva siyasî di hilbijartinên pêşwext de kilît û asêbûye. Hemû axaftin û babet li ser hilbijartinan e. Bi van hilbijartinên pêşwext, eskeriyê di bin pêşkêşiya Yaşar Buyukanit xwest ji hikumeta Erdogan re bêje: Yan tê hişê xwe binê serhev û seramser were ser xeta me, an jî ji hilbijartinan hûnê dest vala û tazî derkeve. Peyam gelekî vekirî û zelale.
Ji bo ku eskerîyê xwe li hember kir asteng, hikumeta heyî nikaribe Serokomar bi tenê bilbijarta. Ev „Wêne“ baş xûya dike bê li Tirkiyê kî li ser desthilatdarîyê ye, bê li tirkî kî xwedî mafê axaftinê ye, bê li tirkî maf di nav kîjan qîlan deye.
Ji aliyê din operasyonên leşkerî bi sed hezaran lêşker didome û firokê dewleta tirk, li ser sînorê Başûrê Kurdîstanê firên bêzariyê davêje.
Binerin ji dema KCK, li ser pêşnîyar û daxwaza Rêberê KCK Abdullah Öcalan, agirbest îlan kiriye oparasyonên lêşkerî ji beza xwe nexwariye û ji salên ku şer di demên xwe yî germ de jî zêdetir bûye. Di sedan leşker dimre û gelek gerîlayên ku hêjayî welatekî ye jî şehît dikeve. Lê ji dêvla ku mirov hêvî dike ku rewş were rawestandin û operasyonên leşkerî were sekinandin agir hîna bi nijadperestiye û bi çûna ser hêzên demokrat tê gûr kirin.
Yaşar Buyukanit di wê baweriyê de ye ku ewê karibe dest li paş û li ser hev, têkeve Başûrê Kurdîstanê, di wê kinyatê de ye ku dê karibe xeyalên hevkarê berî wî, ev 30 salin xeyal dike, pêk bîne, xeyala tinekirina Hêzên Rojên Azad, Hêzên Parastina Gel.
Li dû qûna xeyalên xwe digere û ji bo wan xeyalên xwe pêk bîne dê çi bikeve ber wî biheciqîne.
Erdoganê ku li ser gotinên xwe yî gotibû: „Pirsgrêka Kurd heye û Pirsgrêka mine“ niha jî dibêje: „Min got û min negot“.
Tirkiye li ser benê rastiyan dimeşe, ku van rastiyan nebîne û hewl nede ku çareser bike, dê rewşek ku kes naxwaze bîne ber çavê xwe derkeve holê.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ev xeter hîna ji mêjde ve didît û hişyarî dikir. Lê belê aliyên pêwendîdarên eskerîya tirk xwe li keriyê datîne û ew nêzîkbûn hîna jî berdewam dike.
Dewletên Ewrupî, xwedêgiravîn parazvanê mafên mirova, jî kerbûna xwe didomîne û hîna jî dewam dike. Ewrupa kiryarên li Tirkiyê diqewime ji nedîtî ve tê û dema gotin tê ser pirsgrêka kurd, dikare hemû zagon û qanûnên xwe bin pê bike. Dema mijar dibe Kurd, ne Ewrupa ne Emerîka û ne dewletek din, hemû ji nedîtî ve tên, hemû derî û şibake tên girtin.
Ev rewşa asayî wûsa bimeşe û Birêz Öcalan nêbe dermankirin, Gelê Kurd dê pêşî li çemên hêrsa xwe veke.
Ku mirov rastiyên heyî bigîhîne ser hev, wêneyekî gelek tevlihev û xwînî dê derdikeve holê. Wêneyekî ku kesê nikaribe lê temaşe bike. Ev jî mirov dikara wekî „Wêne yê Rastiyê“ bi lêv bike.
Di rewşa mijara gotinê de dibê Kurd li ser xêza strajeyî netewî hevdû bivîne û nirxên xwe yî netewî derxîne pêş. Tenê li ser qeta netewî dê Kurdê karibin êrîşên li hemberî wan vala derxîne û destxistinên xwe zêdetir bikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…