Brahîm Mehmûd
Tu dizanî heyvê xwe rakişande min
Dema peyva tu ne gewrî ji devê min derket
Diyarbû ku min li asîmanê dilê xwe ne nêrî
Tu dizanî deriyê pêlek xwe avête min
Dema min hizir kir ku evîna te nizme
Diyarbû ku min nêrîna cavê xwe bibîr neanî
Çiku min gote te tu kine
Diyarbû min li sîbera porê te ku daristaneke
Bal nekêşa
Tu dizanî gulan xwe li min kirin yek
Dema min sênga te bi nav kirî bi henasek kurt
Diyarbû ku gulan bi sênga te xwe bi bîhn dikirin
Tu dizanî awazê li min kir şeva reş
Dema min dengê te bê ritm nîşan kirî
Diyarbû ku awaz ji nav tiliyên te difire
Tu dizanî katijimêrê şev û roj li hevxistin li ber min
Li ser min
Dema min gavên te
Dema min raketin û nivistina te
Dema min soz û dîtina te nehejmartin
Diyarbû ku tu laşê jêdera demê yî
Tu dizanî ku tu min nebexşînî
Ez rê nabim ser dilê xwe
Ez rêwiyek li ser rêyên ker û kor dimînim
Ey ferhenga steyrikên zimanê min yê bê ser û binî