GAZIN Û DIYARIYA MIN JI 50 SALIYA PARTÎ RE

  Konê Reş

     Di 50 saliya damezirandina yekemîn rêxistina kurdî a siyasî di nav kurdên Binxetê de, ango di Yobîla Partî a zêrîn de, min dil hebû çend gotinan di warê parastin û guhdana zimanê kurdî de binivîsîm, û çendî ponijîm, lê ji ber gelek egeran, tiştekî berketî, gotinên çaktir û rindtir ji yên van hersî lehengên peyva kurdî a resen wek: Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Nûreddîn Zaza û Osman Sebrî bi min re derneketin..
     Ew gotinên min divîbû binivîsim, ew gazinên zimanî yên ku min divîbû ji Pariyan bikim.. Van siwarên peyva kurdî, berî min bi gelekî têde ponijîne, nivîsîne û gazinên xwe gotine…Vêca min pêwîst û çak dît ku ez gotinên wan di vê bîranîne de dubare bikim..
    Da ku yên jibîrkirine, bînim bîra wan û yên ku nexwendine wan şiyar bikim ku bixwînin:

Mîr Celadet Bedirxan, di kovara Hawarê, hejmara 18 sala1933, di gotarê bi nav( Xwebinas), wiha dibêje:
    (( Belê xorto ! Ew dixwazin tu ji wan re bibî xuşkî(Xulam). Kirine serê xwe te daxurin(daqurtînin). Zimanê te jêkin û yên xwe bi devê te bikin. Da ku tu nikarî kurdaniya xwe bi lêv bikî…
    Xorto ! Bi ser kela me de girtine. Ji derve dijmin dirêjî me kiriye. Ji her mêlê êrîş e. Di hundirê kelê de şerekî din, bê eman û ji ê pêşîn mezin û dijwartir heye. Şerê me bi hevdu re ye. Di mal de jî dijmin…
    Herê xorto  ! Birîna me a mezin û xedar dexse, berberîye, jana dexsê ye. Em sîngejarin. Ji derve serma li me dixe. Li hundur em bi janê dikevin…)).

 Dr. Nureddin ZAZA di rûpelê pêşîn de ji Destana Memê Alan wiha dibêje:
   
((Gelî Kurdan!

Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin
naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletêndin re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin)).

Osman Sebrî di hevpeyvênekê de, Kovara Hêvî ,hejmara (7)an, sala1990 li Parîsê wiha dibêje:

 ( Ziman zimanê me gişika ne?! Ne yê yekî an yê didiwane,gava ku em ji bo zimanê xwe bi xebitin em qenciyê bi xwe dikin. Lê heyfa yê ku heya niha bi ziman mijûl dibin gelekî kêmin.
   Gelek ji xortên me çavê xwe berdane nivîsandina helbestan, ev ne tiştekî hêjaye,divê nivîsên rastesere bêne nivîsandin. Belê helbest tiştekî ji edebê ye, lê ne tevaya edebê ye.
   Di vê ku mirov bizanibe bi zimanê xwe bi nivîsîne,lê nizanim hemû ji min re helbestan çêdikin…
   Em miletekî bê ziman in. Anha pir xortên me hene xwendane, bi erebî jî xweş dizanin,dibêjin:( Em dê ji miletê xwe re xizmetê bikin..) Lê mixabin hînî zimanê xwe nabin, û ezê dê çawa ji wan bawer bikim… ?!)

Konê Reş

Qamişlo 14/06/2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…