Berhemên Nû

Ji Bexçika Jiyanê. Tazetirîn berhema helbestvan û nivîskareka kurd Mizgîn Hesko.

 

 Bê guman û heyanî vê gavê em Mizgîn Hesko weko helbestvan nas dikin, herweha wê bi dehan ji Gotarên xwe belavkirine û her berdewa me.
Lê di vê berhema di nav destên me de, Mizgîna helbestvan, bi wêrekiyeke bê hempa beşdarî pêşbirka pirtûkên bi kurdî dibe,.
Weha bi mijarên cuda, ramanên cuda û bi hin ji dîmenên  jînenîgarî, çîrok û çîvanokên rastteqîn ê jiyana xwe Tête meydana nivîsîna bi kurdî û bi awayekî vekirî û hişkere nerîn, dîtinên xwe li qelem dide.
Pirûka Ji Bexçika Jiyanê, Mijdar 2020 , di riya çapxaxana SerSera – çapa yekem ronahî dît.
Berhem ji 220 Rûpelan pêk tê û 186 ji bexçikên( nivîsên ) reng, rengo tê de cî digirin.
Amadekirina bergê Pirtûkê: Dr. beşar Mustafa.
ISBN- 9783966401302.
Pêşgotin. Civak û Felsefenas ê kurd- Alî Gurdilî.

Hêjayî gotinê ye ku ta niha heft berhemên Mizgîn Hesko ên çapkirî hene.

1.    Tîpên evînê, Avdar 2007, Çapxana Bafet.
2.    Asoyekî tijî Endeko, Tîrmeh 2008, ji weşanên Han.
3.    Di nav henasên Kovanan de, Avdar 2010, ji weşanên Han.
4.    Li ber pala welatekî birîndar diherikîm.Çapa yekem Avdar 2012, ji weşanên Han.
5.    Çapa duyem, 2020 ji weşanên Sersera.

5. Ristek Lale, Êlon 2013, ji weşanên Han.
6. ber bi werzên hezkirinê ve. Çapa yekem, Mijdar 2015, ji weşanên Soran.
Çapa duyem, 2020 ,ji weşanên Sersera.
7. Rêgehên Keskîn, Gulan 2019, ji weşanên Sersera.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…