Laşên pînekirî

Zîlan Hemo
Min xwe dabû pişt dîwarekî ji kevirên reşên çeqmaqî, qasî min bi kerb destê xwe li dîwar quveştibû xwînek henarî diniqutî nav her du lingên min ên ku ev sê sal in xwîn di wan de neherikiye, lêvên min dilerizin…qirika min dêşiya…dilê min bi min dişewtî bihtirî dilê min bi wî zarokê ku beriya çend rojan pêlî mayînê kirî bişewite,  wî jî weke min her du lingên xwe hûnda kiribûn lê hîna dilê xwe hûnda nekiribû.
Min digot xwezî  dema ez  weke te zarok bûma min lingê xwe hûnda bikirana , xwezî min meş taim nekiriba, xwezî min xweşiya bazdana nav zeviyan nedîtiba, xwezî min xeyal nekira wê rojekê ez bi destê wê bigirim û di daweta xwe de serê govendê bigerînim, xwezî beriya min dilê xwe daba min her du lingên xwe ji destdabana, xwezî dilê min jî weke dilê te bi kirîna kursiya astengdariyê kêfxweş biba, nizanim çawa dilê zarokekî pêlî mayînekê kirî dikare bi kursiyeke astengdariyê kêfxweş bibe, wekî ku bavê wî jê re lîstokek kiriye bi kursiya xwe re dilîze û xwe ji hevalên xwe bextewartir dibîne ji ber ku kursiya wî heye û yên wan tenê pêlavên wan yên qetiyayî hene.
Ev sê salên min in êdî çongên min riziyane her ku ez xwe di nav erd û zeviyên gundê xwe de bikşînim û bixwişînim, çiqasa gundiyan hewl da bihêlin ez jî vê kursiya neiletî bi kar bînim min qebûl nekir.
Ditirsim…ji ber hîna hêviya min nemiriye, û ez li benda wê rojê me ku careke din ev lingên xwînsar bimeşin, lê hêviyên nayên, xwediyên xwe biqasî derengiya xwe dikujin.
Niha ez di dilê xwe de diaxivim û hûn tenê dibihîsin, xwezî min kariba biaxiviya, ezê biqêriyama û bi dengekî ji dengê dîkê me bilintir…na bi dengekî ji dengê kuçikê mala wê bilintir min biqêriya û bila gotin jî derneketa tenê ewtiniyek ba, tenê min kariba bigota êşa dilê min îro ji êşa teqîna wê mayînê xerabtir e.
Kerasekî spî li xwe kiriye, dihesim kefena min e li xw gerandiye…bayekî tuj tê, mûyê laşê min dilerizîne, dihesim sorka serê wê ji serê wê difire û tê li dora stûyê min digere, dikim bifetisim û qirika min dişewite.
Hêsrên wê yên di bin sorka wê de dilop dilop ser birînên min yên kevin de tên  û birînên min kêl bi kêl vedikin.
Ji nişkevê de dengê daholê tê di guhe min de dibe dengê teqîniya wê mayînê û dengê tilîliyên jinan dibin wek çizgîniya bêdengiya piştî teqînê.
اavê min li wî zarokê li ser kursiya astengdariyê dikeve, dibînim çawa bi dawetê kêfxweşe û bi kursiya xwe li kêleka bûkê re diçe, ger min qebûl bikira ez jî ser kursiyekê bijîm wê îro negotana hişên wî jî bi lingên wî re çûne? Ma ewê îro ez li şûna zava tevî kursiya xwe ya hesinî ber bûkê bama?
Ger lingên min hebana minê serê dîlanê bigirta û bireqisiyama, wekî dayîkeke zaveyekî xwe binax dike minê bi dilekî şewitî û bikerb bilîlanda.
Ji  zava dihesidim ku lingên wî hene, diya zava çavşînkek bi qemîsê wî de kiriye, çima du çavşînk bi her  du lingên wî de nekirine?
Wekî dîmenekê ber çavê min çê dibe: Zava dimeşe…pêşiya bûkê direqise…pêlî mayînekê dike…her du lingên wî jê dibin…na na bila bimire… zave dimire û bûk jî…na na dûr be, tiştek bi bûkê nayê lê… lê êdî ew jî nas dike ku mayîn ne tenê dijminên min in, mayîn wê her evîndarekî dil bikeve wê, bikuje, dilê mayînan ketiye te bûkê, lewma zaveyên te yek bi yek dikuje.19.9.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Çîrok: Mihemedxêr Umer

Werger: Fewaz Ebdê

Hecî Dawûd, xwedî rûberin fereh ji zeviyên çandiniyê ye, bi qencî di herêmê de deng daye û hatiye naskirin, û hezkirina wî cihê xwe di dilê me de girtibû. Wî mala xwe ya kevn bi hewşa fereh re, kir depoya berhemên xwe û hinek alavên…

Mizgîn Hesko

Bi tenê
Di Derazînka hezkirinê de
Şaxekî erxewanî
Dilê bêdeng…!
Di navbera asîmên û zemînê de
Gelawêj
Ez…
Helawistî dimînim…!
Û dil…
Û dilê min î lal
Bişkoja bi roniyê mest…!
Çi raz e…?
Çi huner û fîlbaz e…?
Spêdeyan…
Dilkê dil ji nav sîtavan
Û ji cîgehên asê…
Ber bi xwe ve dibe…?!
Çi raz…
Çi ristesaz û rewannaz e…?
Hiş wêran dike û dergehê rewanbêjiyê
Bi…

SIMKO botanî

Li cîhan cejn û seyrane
Lê welatêm bê jiyane
Welatek jar û perîşan
Navê wê jî kurdistane
Nav li ba min pir şêrîne
j‘ber ko xaka wê zêrîne
Maye tenê li cîhanê
Milet hêjî Ber gumane
Li ser wê her bi fîxanim
Bêyî wê tim dil bi janim
Bi kul û derd û nalînim
Dijmin lime kir talane
Boçî dijmin dike talan
Li…

Fewaz Ebdê

Dibistana me ya ji kelpîçan

li hewşa wê

nigên me

weke rehên biçûk

di nav çamûrê de diçikilîn.

Em dikeniyan

dibezîn

û lênûs ji me re dibûn bask.

Banê dibistanê dilop dikirin

dilop.. dilop

mîna ku asman jî

bi…