Gotar

AZADÎ … BERHEMÊ SERHILDANÊ YE *

   Zagros – Dêrika Hemko
 

   Yekêtî daxwazek kevin û nû ye maye havil û hevdem di hizra mirovê kurd de, û herdem gelê kurd ev daxwaz li rêberayetiya xwe ya siyasî kirye, ta wê radeyê dikarin bêjin ¨ku ev çende ji bal hemû aliyan ve pesindkirye û hemû alî li ser vê daxwazê kok in, lê di warê kar û pêkanînê de ya gelek asê û aloz e …
   Alozî di kêşeyên kurdî de ,berhem û encama bindestiya sedên salan e, ku dagîrkeran bi şarezayî di komelgeha kurdewarî de çemk û boçûnên cudakirin û nakokiyan belavkirine û xudankirina hokarên paşvemana miletê kurd û xurtkirina giyanê hevrikiyê ji ber ku tenê bi lawazkirina gelê kurd û tevgera wêya rizgarîxwaz armancên dagîrkeran têne dabînkirin .

Vajî vê yekê, çi cara gelê me kokbûye û rêkeftiye şiyaye serkeftin û destkeftan bi dest bînê, her di vê biwarê de bi pêdivî dibînim amajê bi Serhildana Bihara 2004 an bikim ku bi yek rêziya Şeqama kurdî mezintirîn rûdan hate tomarkirin di dîroka hevçerxa kurdî de, ku yek ji xuyatirîn wane û wêneyên Serhildanê diyarbûn di rêkeftina gelê kurd li Kurdistana Sûriyê de li ser yek helwestî, bi vê çendê doza netewî ya kurd geha astekî berz û bilind di karvedan û terazûyên siyasî de, û sengiyek da tevgera rizgarîxwaza kurdî, ku dîtir çi layen nikarê sengî û rola gelê kurd û tevgera wê perawîz bikê .

   Her ji ber vê çendê piştî Serhildanê, Şeqama kurdî bi xurtî daxwaz û dakokî li yekrêziya tevgera xweya siyasî kir, û ji bal du partên kara û karîger ev daxwaz hate pejrandin, û di encamp de Partiya Azadî hate raperandin, ku Îro Azadî bi roleka bilind li ser hêlên netewî dîmukrasî kar û xebeteka bê westan dikê ji bo dan bi mafê gelê kurd di kurdistana Sûriyê de bê kirin, bi gelemperî dikarin bêjin ne tenê Partiya Azadî ked û berhemê Serhildanê ye, zêdebarî vê çendê Azadî hilgirê  ala Serhildanê ye.

—–

* rojnama deng / hijmar 82

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…