Di payiza sala 1983 an de ez hîn xwendekarê zanîngehê,beşê rojnamevaniy li Lênîngrada berê bûm , têkeliyê min bi Prof.Qanatê Kurdo re pir xurt bû,li gor daxwaza wî diviyabû, ez mehê carekê seredanê di mala wî de li wî bikim, di her seredanekê de, ewî giyana min bi hezikirina zimên û wêje ji kaniya giyanê xwe av dida,ewî gelek caran li ser pêwendiyên xwe û Cegerxwîn bi min re dipeyivî , ewî herdem bi min re dubare dikir û digot: Daxwazek min di jînê bi cih hatiye; ewa jî ev e ku min û hevjîna xwe Nedêjde, Cenêralê mezin, pêşengê gelê Kurd M.Mistefa Berzanî li Mosko dît û me danûstandinên pir kêrhatî li ser çarenûsa gelê Kurd kirin û diyariya wî ji xanima min re ta niha li cem me parastî ye.
Lê daxwaza min ya duhem ev e ku ez rojekê Cegerxwîn bibînim û em bi
hev re li ser zimên,wêjeya Kurdî û pirsgirêka tevgera azadîxwaza
Kurdistanê danûstandinê bikin, erê pêwendiyên me bi riya naman bi hev
re heye ,lê namên wî tenê hezkirin û rêzdaririya min ji wî re têr nakin
û ez dixwazim berî mirinekê wî jî bibînim.
cem apê Qanat, ewî her carê Cegerxwîn û helbestên wî bi bîra min tanîn û
pesna naverokên wan bi kelgermî dida,te digot qey ewî jiyana xwe roj
bi roj bi Cegerxwîn re derbazkirbû.
Rojekê ji nûşkave; apê Qanat ez
bi riya telîfonê agahdar kirim ku Seyda Cegerxwîn li gel kurê Xwe Azad û
endamê desteya kovara (Roja Nû )Henîf Çelebî gihane Lênîngradê û ew
niha li Hotêla ( ?……) ne û ezê niha herim cem wan, lê Mecît ! Divê
tu jî werî cem me!
Ez di wê rojê de neçûm zanîngehê û yekser ez çûm
cem şêrê helbesta Kurdî, li wir ez cara yekê bi Cegerxwîn re rû li rû
rûdinim, lê berê ez bi riya helbestên wî pir caran bi wî re rûniştime û
min di ber nalînên wî re jî keserên kûr vedidan.
Apê Qanat ez bi
Seydayê mezin dame nasîn û gote wî: Mecît ji Efrînê ye, Seyda Cegerxwîn
keserek kişand û bi min re got: Erê bîranînên min li çiyayê Kurmênc pir
in, Efrîn mîna bûkeke xemlandî ye,lê min bîra hevalê xwe mamoste Reşît
Hemo kirî ye, ma tu jî wî nas dikî Mecît?
Min got:Erê, ez wî ji dûr ve nas dikim, ew yekek ji damezrênerê PDK li Sûriyê ye, lê ez û kurê wî Qedrî hevalên hev in.
Beriya
ku ez ji Hotêlê derkevim, Qanatê Kurdo di quncekî de bi min re got:
Mecît! Divê hûn xwendekar ahengek pêşwaziyê pir bi rêk û pêk ji
Seydayê me re lidarxînin û divê tu gotarekê jî li ser jiyana Cegerxwîn
û rola helbestên wî jî di şeva ahengê de
bixwînî!
Daxwaza
apê Qanat di dilê min de wek gulek bêhnxweş bêhn veda û ez yekser çûm
cem hin hevalên xwe, endamên( komela xwendekarên Kurdistanê li dervayê
welêt), (AKSA)- navbend Berlîna Rojava- û paşê ez li gel endamê komîta
(AKSA) Yasîn ji başurê Kurdistanê çûn cem komela xwendekarên Kurd li
Ewrupa(KSSE) -navbend Pirag-û me pêşniyara apê Qanatê Kurdo bi wan
re jî got.
Lê sed carî mixabin (KSSE) pêşniyara me ne pejirand û ne
xwastin ku em ahengek taybet ji bo Seyda lidarxînin. KSSE bi me re
got: Em hersal di destpêka sala xwendinê de ahengekê ji bo xwendkarên ku
nûh ji welêt hatine lidardixînin, lewra jî emê Cegerxwîn vexwandî vê
ahengê bikin,lê em nikanin ahengek taybet ji Cegerxwîn re lidarxînin.
Di
rastiyê de em pir matmayî man, min gelek berxweda ku ez ji wan re nirxa
Cegerxwîn di nav civaka Kurdistanê de û rola wî di pêşketina helbesta
Kurdî û hişyarbûna hestên netewî de diyar bikim, lê mixabin dîsan bê sûd
bû.
Min ji wan pirsî:
-Ma Markis, Êngiliz, Lênîn li dijî wêje bûn?
-Hûn nabînin çiqas peykerên helbestvan û wêjevanên Rus û ji gelên din li Sovyetistanê hene ?
-Hûn nizanin ku çiqas Seyda Cegerxwîn helbestvanekî welatparêz û pêşverû ye ?
-Hûn nizanin ku çiqas Cegerxwîn pesnê bîrdoziya Markis û Lênîn kiriye?
Hûn nizanin ku çiqas Cegerxwîn li dijî derebeg û olperestên şûnverû kirîye qîrîn ?
Danûstandinên
me bi germî du rojan berdewam kirin, lê me wek (AKSA) nikanîbû
(KSSE) bihaniya ser riya rast.Lê li aliyê din jî Dar El-sedaqe (Mala
hevaltiyê)li gor daxwaza (KSSE) rêdan neda me ku em wek (AKSA) ahengê
bi serê xwe lidarxînin,li vir em pir neçar bûn ku pêşniyara (KSSE) bê
dil bipejrînin .
Lê li aliyê din; me jî soz daye Qanatê Kurdo ku
emê wek xwendekarên Lênîngradê ahengek taybet ji bo Seydayê Cegerxwîn li
darxînin, lê bi rastî min newêrîbû helwesta (KSSE) ya neyînî ji Qanatê
Kurdo re aşkere bigota, ez pir tirsiyam ku herdu leheng ji hemû
xwendekarên Kurd bixeyidin û netên ahenga me.
Em li vir pir neçaar bûn ku em tektîkek nû li hember (KSSE) bi kar hûnin û me weha destpê kir:
Min bi Qanatê Kurdo re got: Apê Qanat! Em hemû Kurd amede ne û me rêdan hola ahengê ji Mala hevaltiyê wergirtiye.
Qanatê
Kurdo gelek şabû û bi min re berê gotibû : Divê tu gotareke baş li
ser navê xwendekaran li Ser Cegerxwîn amede bikî û di şeva ahengê de
bixwînî, lê min dîsan newîrîbû bigota ku( KSSE) rêdanê nade min ku ez
di ahengê de gotarê bi navê xwendakaran bixwînim, dîsan ez tirsiyam ku
Qanat û Seydayê Cegerxwîn neyên ahenga me.
Evarê ez dîsan li hin
dîwanên Cegerxwîn vegerîm û min gotara xwe nivisî û bi sibê re ez çûm
mala Qanatê Kurdo û min ji wî re gotara xwe xwend, ewî eniya min ramûsa û
got: Divê tu siba weha jî bixwînî, lê ew hîn nizane ku (KSSE) rê
nedaye min ku ez gotarê bixwînim.
Lê min çi pîlan kir ? Di wê rojê
de min pênc, şeş helbestên Cegerxwîn li çapê xistin û li keçên
xwendekar belav kirin taku ew jî di şeva ahengê de li pêş Cegerxwîn
wan bixwînin.
Lê çawa me plana (KSSE) beravêtî kir ?
1-Dr.Ordîxanê Celîl kurtepevek got û dixwast yekser rêdanê bide serokê
(KSSE) taku ew bi xêrhatina xwendekarên ku nûh hatine Lênîngradê bike,
lê min fersend nedeye wî û yekser li pêş herdu mezinên me û mîvanên din
ji Siwêdê ,Rewanê û
Mosko, ji Dr.Ordîxan pirsî, ma ez kanim niha xêrhatina Seyda bi xwendina helbesteke wî destpê bikim?
Ordîxan
li pêş herdu mîvanên mezin şerm kir û nikanîbû bi min re bigota Na! lê
di rastiyê de li dewsa helbestê min bi navê xwendekaran gotara
pêşwaziyê xwend, di pişt re min helbesta Cegerxwîn (Derî veke xanim
,ez ne serxweş im…) xwend û paşê her pênc keçên Kurd, yek û yek rêdan
ji Dr.Ordîxan birin û helbestên Cegerxwîn xwendin.
Ez li hember Cegerxwîn û Qanatê Kurdo û mîvanên din rûnîştîbûm, min
baş
hest kir ku çawa dilê Qanatê Kurdo ji şabûnê re di sîngê wî de semayê
dike û min bihîst çawa ew bi dengê bilind bi hevalê xwe re dibêje:
BIBÎNE SEYDA ÇAWA TU DI DILÊ GELÊ XWE DE YE.
Lê serokê (KSSE) û
endamên wê nema zanîbûn çi bikin! Ew melûl bûn, nizanîbûn kê ev pîlana
li serê wan kirîye, Dr.Ordîxan lê Ebdilmecît?
Me wek endamên (AKSA)
tektîkek baş bi rêve bir ,ne Qanatê Kurdo û ne jî Seyda Cegerxwîn pê
agahdar bûn ku çawa me şeva pêşwaziya xwendekarên nûh bi dubarek û
tektîkên pir serketî veguhast û mora Seydayê Cegerxwîn daniye ser eniya
Ahengê, lê di navberê de endamê (KSSE) jî gotara pêşwaziya xwendekarên
nûh xwe kirin.
Bê gûman; di navberê de jî Seyda Cegerxwîn û Qanatê
Kurdo xwendekarên Lênîngradê pir spas kirin û şîretên giranbuha li me
kirin ku pêwîst e em xwendina xwe baş bi rê de bibin, taku em di
pêşerojê de kanibin baş alîkariya gelê xwe bikin. Bi vî rengî me
ahenga pêşwaziya xwendekarên nû bi tektîk veguhast û me ahengaa xwe li
ser navê Cegerxwîn lidarxist .
Berpirsên(KSSE) pir poşîman ji holê
derketin û ewan zanîn ku berpirsiyarên (AKSA ) li Lênîngradê çi
tektîkên rewa bi serên wan kirin, lê em jî ta niha ne poşîman in, lê
ez hêvîdar im ku ew niha li ser helwestên xwe yên neyînî poşîman
bûne,ku çima wan jî nizanîbûn rêzeke taybet bidana şahsîwarê helbestên
Kurdî .
Gelek xwendakarên welatparêz ji bo bîranînê gelek wêne bi
Seyda Cegerxwîn û Prof.Qanatê Kurdo û hin mîvanên din nirxbuha mîna
Dr. Zerê Yosif , Dr.Kerîm Eyobî, Dr. Bavê Nazî û rojnamevanên rojnama
(Riya teze)
û Radiyo Rewanê; Têmurê Xelîl û Pirîskê Mihoyî girtin û ewan gelek bi dilşadî xatirê xwe ji me xwastin.
xxxxxx
Demek
pir dirêj derbaz nebû, di 22.10.1984 an de xwendekarekî Rus bi min re
got: Mîvanekî kalemêr li jêr gazî te dike, min yekser di ber xwe de
got: Vaye mîvanekî min ji Efrînê hatiye û ez pir bi lez çûm cem mîvanê
xwe, Lê min dît ew Qanatê Kurdo ye û gelek melul û bêzar li benda min e,
yekser stêr ji çavên wî herikin û gote min: Mecît! Vaye qehremankî me
çûye dilovaniya Xwedê, ew Cegerxwîn e, divê tu zû herî behînamekê bi
navê xwendkarên Lênîngradê bişînî ji rojnama ( Dengê KOMKAR) re.
Min
daxwaza wî yekser pêkanî û ez dîsan çûm cem hin endamên komîta
(AKSA),me di wê heftê de jî bi boneya koçkirina Seyda Cegerxwîn
civînek berferh ji xwendekarên Kurdistanê re lidarxist û me gelek
xwendekarên Ereb û Rus jî vexwendin. Di civînê de Qanatê Kurdo bi zimanê
Rusî li ser jiyana Cegerxwîn û rola wî di pêşketina helbesta Kurdî û
şiyarbûna hestên netewî de li nik gelê Kurd pir bi zelalî diyar kir. Di
pişt re min jî bi navê Xwendekarên Lênîngradê gotarek bi zimanê Erebî
naverokên hin berhemên wî bi kurtebirî diyar kirin û herweha jî
xwendekarekî Sovyetî jî Velêrîk Takazov gotarek (niha ew profêsor e) di
civînê de xwend û serê gelê Kurd sax kir, lê ew xwendekar jî bi
regeza xwe ji gelê Osîtîn bû, ew hevalê min bû, ewî bi rêya min hin
agahîyên xwe berê li ser Cegerxwîn hebûn û me herduyan jî bi hev re
hîn berî koçkirina Cegerxwîn kurtegotarek bi zimanê Rusî li ser
Cegerxwîn nivisîbû û me ewa li komara Osîtiya weşandibû.
Lê ew
komcivîna me bê destêwerdana tu kesî baş û bê tektîk û bê çavtengî ji
aliyê (KSSE) de derbas bû û em jî bi dilzar vegerîn malên xwe,lê me
digot:Ma kê gotiye:
CEGERXWÎN MIRÎ YE ? EW DI DILÊ GELÊ XWE DE HER ZINDÎ YE !
Efrîn.18.10.2020