Gotina Rêxistina mafê mirovan li Sûriyê- MAF di bîranîna 32an ya koçbarkirina Dr. Nûredîn Zaza de

Rêzadaran:
Malbata nemir,
Hevalbendên rêça xebata wî,
Beşdar û temaşevan,
Îro em 32 saliya navdarekî  bejn bilind bi bîrtînin, kesayetiyekî qedrbilind di hiş û wijdanê gelê Kurd de, rêzdar Dr. Nûreddîn Zaza, yê ko bi hevkariya qevdek têkoşerên dilsoz bingeha qonaxak e nû ji xebatê di dîroka miltê Kurd de danîn.
Rêzdar Nûeddîn di bêhtirî meydanekê bi awayekî serkeftî xebat dikir, di warê zimanzaniyê de, helbest, çîrok, gotar..

Herwiha xebtatkarekî wêrek û bê westan di meydana dabinkirina mafê
gelê xwe de, ko bi giranî baca wê xebatê ji can û rewanê xwe danî:
Zinadan, ,êşkence, sergûn, koçberî, ko li şûna xwe valahiyek e berçav
hiştibû.

Kesê pêvajoya wî bişopîne, wê taybetmendiya wî eşker
bibîne, bê çawa xwedan nerînek e taybet bû di warê nivîsînê de, û wek
nûxwazekî dihate nasîn, wiha jî di warê xebata xwe ya siyasî de di ber
mafê gelê xwe de  xwedan tayebetmendiyeke cuda bû.

Bê guman
lidarxistina bîranîna kesayetiyekî mîna Dr. Nûreddîn Zaza ji hêla
malbata wî û hevalên wî yên dilsoz  cihê şanazî û dilxweşiyê ye, bi ser
ko hinekî dereng jî hat.
Em bi hêvî ne ko malbata wî, yan jî hevalên
rêça wî, karibin di siberojê de senterekê bi navê  wî ava bikin, ko
karibin bêhtir ronahiyê berdin ser kar û xebata wî ya rewşenbîrî, çandî,
û ramyarî,
Hem jî xelatek e salane bi navê wî di van warên bihûrtî de bê binavkirin.
Em
wek rêxistina mafê mirovan li Sûriyê- MAF (yekemîn rêxiatina Kurdî li
Sûriyê 2004), kar û xebata wî weke mafnasekî dinasin, û di nirixînin, û
em şanaz in ko hevalekî me di komîta amde kirin û li darxistina vê
bîrabînê de ye.
Dr. Nûreddîn Zaza û hevalbendên xwe zindî dimînin di hiş û wijdanê gelê me de.
Silav li giyanê wan yê pak bin.
7-10-2020

Birahîm Yûsif
Rêxistina mafê mirovan li Sûriyê- MAF

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...