Gotina Yekîtiya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê di bîranîna 32an ya koçbarkirina Dr. Nûredîn Zaza de

Malbata xebatkar û lehingê nemir Dr. Nûredîn Zaza

Amadekarên birêz

Bi navê Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê em silavên dilsoziyê ji giyanê Nemir Nûredîn Zaza re dişînin, ev kesayetê ku hemî sal û demên jiyana xwe qurbana doza gel û miletê me kiriye, û riya xebat û lehingiyê vekiriye wekû damezrêner û serokê Partiya Demuqrata kurdistan- sûriya (PDK-S) di sala 1957 an de.

Wekû Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê û
beriya demeke dirêj me danîbû berçavên xwe, ku me ji kesên ku guhdanê bi
vî lehingî dikin, şandibû, ku emê xelatekê bi navê wî amade bikin û
hemî berhemên wî ji nû ve bidin çapkirin û Navendeke çandî bi navê wî
sazbikin.
Helbet wê Dr. Zaza bimîne simbola xebat û çanda gelê
me, li hemî hêlên Kurdistanê, nemaze li Rojavayê Kurdistanê, tevî ku
zordarî lê hatiye kirin û gelê me hatiye çewsand, lê me wî jibîr
nekiriye, erê me nekariye em mafên wî, û dana wî, ya bê hempa lê
vegerînin. Lê hêviyên me xurtin ku dîsa em li xwe haydar bin û em xwe
bibînin xwediyê wî, wekû wî xwe didît, xwediyê me û serkêşê doza me
kurdan.

Silav û aramî li giyanê Dr. Zaza xebatkar û serokê nemir û bila serê malbata wî û gelê me sax be.

Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê
07.10.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…

İSKAN TOLUN Köln:

Niha jî min dest bi xwendina pirtûk a şairê nemir Cegerxwîn kir. Ez bawerim ko ez wê pitûkê baş bişopînim wê nivîsa min e bi zimanê dayîkê gelek bi pêş keve. Pirtûk nûye, tîpguhêztine û wisa xwîya dike ko gramera zimanê kurdî baş bikar anîne. Destê wan sağ be!..

<p...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…