Ji Evîna Rojên Kevin/1

 Konê Reş

  Di zaroktiya min î destpêkê de, hîn tenê, ez û birayê xwe yê ji min biçûktir hebûn, min çavên xwe di malek bi mêvan, çûn û hatin û hewşek mezin de vekirin. Hewşek, bi xirecir ji sewal û dewaran, ji mirîşk, elok û qazan..û gelek caran bi hesp, qantir, ker û erebeyên qantiran dihat dagirtin.. Bîrek di hewşê de bû, hewdekî kevirî li kêleka wê bû. Piraniya gundiyan ava vexwarina xwe jê dibirin û sewalên xwe bi dorê, bi ava wê bîrê, di wî hewdî de, av didan..

  Em gundî bûn.. me şaristanî nedîtibû.. me bajar
nedîtibûn.. me navê Qamişlokê, Amûdê, Nisêbînê û Mêrdînê ji mezinan
dibihîst.. Di wê zaroktiyê de jiyana me di çarçova gund û irf û adetên
kurmancî de derbas dibû.
Havînan em bi tena kirasekî xetxetî bûn..
Pîrka min a ermenî terzî bû.. mekîneya wê a dirûtinê hebû. Wê ew kiras
li gor dilê xwe ji me re didirût.. du bêrîk pê ve didirûtin, kêfa me ji
wan bêrîkan re dihat.. Pirê caran em xwas bûn.. Di zivistanî de pîrka
min û diya min qutikên ji hiriyê û gore bi destên xwe ji me re diristin,
me di bin sakoyê xwe de li xwe dikirin.. Pêlava me solek pilastîkî bû..
Ew sol ji Serxetê ji me re dihat, an bavê min potînek ji Amûdê an
Qamişlokê ji me re dikirî, me zivistana dixist lingê xwe de..  
  Di
wê biçûkaniyê de, li gor her çar werzên salê, me alîkarî bi bav û diya
xwe re, di kar û barên malê de dikir.. Me rojên xwe li ber siya dîwaran,
bi heval û hogirên xwe re derbas dikir.. me nûçeyên gund ji hev re
digotin; kî ji Serxetê hatiye mêvanê kê, kî ji gund çûye Qamişlokê..
teqîna şevê din, li ser sînor, di nav qaçaxçiyan û cendermeyên tirko de,
kî hatiye kuştin û kî birîndar bûye..? Her yekî ji me li gor ku ji mala
xwe bihîstibû, digot.. Li ber wan dîwaran me bi liztik û yariyên
zaroktiyê dilîzt û gelek caran me qerf li hev dikir û me şert davêtin
ber hev wek; Şiva ter li guher, çi ye? An Tenûra himhimî tije nanê
genimî, çi ye? Kumê hotik tije nûtik, çi ye?
  Havînî, me av ji
palevaniyan re dibir nav zeviyan û hin caran me bi wan re qeflên sap
didan hev û dikirin gidîş.. Piştî ku ew sap bi erebeyên dewaran
dikişandin ser bênderan û dest bi gêreyê dikirin, em li cencerê siwar
dibûn.. Bi kerê an erebeya qantiran em diçûn nav mixtiyan.. me xurcika
kera xwe an embara erebeyê tije talik, şebeş, ecûr û şimamok dikir û em
dizîvirîn malê.. Eger hin rêwî di divegerê de têketina pêşiya me de û
bigotina; kanî baca rê bidin me.. wek heqekî rewa me ew razî dikirin..
Buharan, gelek caran piştî ku Şivan pez tanî male û jinên malê ew
didotin, me ew pez derdixist şevînê..
  Gotina durist û cîgirtî ku
cihê xwe di nav gundiyan de digirt, gotina Malayê gund bû.. tevî ku
gelek caran gundiyan qerfên xwe bi Mela dikirin; hina jê re digot: Mela!
Melaîket mê an nêr in?! Hina jî jê re digot: Heca Laleşa nûranî durist e
an heca Mekka munewer? Û dikeniyan.. em zarok jî bi kenê wan re
dikeniyan, bêyî ku em zanibin çi ji hev dibêjin..
  Di wî heyamî de,
teraktorek me hebû. Carekê bavê min çû Qamişlokê min û birayê xwe
qewîtiya tiragekê lê kir.. Piştî ku ji Qamişlokê vegereiya em çûn
pêşiyê, me doza tiraga xwe lê kir.. ji  me re got; lawo bismarên wê
kirine nav avê de, heta bismarên tiraga we nerim bibin..!!
  Carekê
jî, min û birayê xwe, xwe li bavê xwe kir bela ku em pê re herin
Qamişlokê, da ku ji me re kuncîlên nû bikire.. Nû bavê min genimê xwe yê
salê firotibû, pereyên wî hebûn. Em li erebeya ku li paş terektorê
girêdayî bû siwar bûn, digel ku gelek gundî jî lê siwar bûn û me berê
xwe da Qamişlokê.. Em bi kêf bûn ku, em ê herin Qamişlokê û ji xwe re
cilên nû bikirin.. Em di gundê Kodo, Tilşiîrê û Hîmo re derbasî qelaçê
Hilêliyê bûn. Yekî serxetî jî bi me re bû. Dema ku ewê serxetî ji ser
qelaçê Hilêliyê çav bi Qamişlokê ket, got; ev çi gundekî mezin e lawo..
Ewên ku di teraktorê de bûn keniyan û lê vegerandin; Ev Qamişlokê ye
lawo..
  Qamişlokê, di huşê me zarokan de, bi nanê sûkê û helawa Hemê
Qidamçî dihat naskirin. Gelek caran bavê min ji me re nanê sûkê û
helawa Hemê Qidamçî ji Qamişlo tanî.. Nexasim helawa wî a rîçal..
 
Bavê min teraktora me li hinda qesra Mîzerê Medlûl sekinand, (cihê
postxaneya niha), û min û birayê xwe wek dinyanetîtiya da pey wî û apê
xwe Mihemed.. me li vî alî û wî alî meze dikir; sikak û kolanên qîrkirî,
dikanên camkirî, cil û bergên di dikanan de daliqandî, zarokên bi
şerwal û qumlik, hin ji wan bi şerwalên kurt bûn.. Li dor eraseyê
(Sentera Bajar), em çav bi zarokên ku selikek li pişta wan şidandî,
kolbarî dikirin; barên xelkê bi pereyan dibirin malên wan.. Tevî ku
piraniya dikançiyan Siryanî, Cihû û Ermenî bûn, lê tev bi kurdî
diaxifîn, zimanê bazaganiyê Kurdî bû.. Em çûn dikanekê, bavê min ji her
yekî ji me re şerwal û gumlikek li gor kêfa me kirî..Me şerwal li bejna
xwe pîva, baş bû, lê ji ber ku gumlik di nav naylonê de pêçayî bû,
xwediyê dikanê nexwest derxîne û ji bo ku baweriya me bîne ku li gor
bejna me ye, bi metroyekê gerdena me pîva û got ev li gor te ye û ji
birayê min re got ev jî li gor te ye.. Dema gerdena me bi metroya xwe
pîva kêfa me hat.. me di dilê xwe de got li gor qiyasa me ne.. Hîn li
bîra min e, rengê gumlikê min zer bû yê birayê min kesk bû.. Piştî ku em
zîvirîn malê, me gumlikên xwe vekirin û li xwe kirin, herdû gumlik wek
kirasan li bejna me derketin.. û em dilşikestî bûn. Bavê min got; vî
segbavî henekê xwe bi me kir.. Paşê pîrika min bi mekîneya xwe a dirûnê
ji me re teng kirin..
Qamişlo, 30/9/2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…