Dîroka Kurdistana sor

Mislim Şêx Hesen

  Ew komarek xweser a welatê Azerbaycanê bû ku di destpêka serdema Lenîn de di 7 ê Tîrmeh 1923 an de  hate damezrandin û di 8 ê Avdarê 1929 an de bi  zordariyeke tirajdî bi dawî bû. Paytexta wê bajarê LAJخN bû, û tê de hin bajarên weke Kalbajar û Qubadlî, yên ku îro di nav xaknîgariya Nakorno Karabax de ne,û ji  salê 1992 an ve tevlî welatê ermînya bûn û ji aliyê wî welatî ve ta îro birêvediçe.

 Kurd % 72 ji nifûsa wê herêmê ne, lê destwerdana  serokê
Soviyetê Yûsif Stalîn û domandina zordestiya Soviyetê li dijî
kêmneteweyên  li Qafqaziyayê bû sedema kêmbûna  Kurdan , bi riya
siyaseta Azerî Turkkirin û koçberkirina Sovyetî, ya ku Stalin dişopand.
 Bi
hezaran Kurd ji Azerbaycan, Ermenistan û Gurcistanê koçî devera
Kazaxistan û Sîbîryayê kirin,  bi  sedam piştgiriyê  û li dijî êrişa
Nazî, lê mirina bêhemdî dîtin , û vê koçberiyê piraniya kêmneteweyên
piçûk ên li Qafqasyayê, ji اeçenistan, Abxaziya, Kurd û Dagestanî, di
navbera salên 1935-1944 an de. vegeriyane malên xwe, Lê jimara kurdên
vegeriyayî pir kêm bûn,.

Rewşa kurdan her çû kirêt û kambaxtir bû, û bi taybet ku siyaseta nejadperestiyê û Tirkkirina Azerkiyan re.
Piştî
hilweşîna Yekîtiya Soviyetê û perçebûna komarên wê, Ermeniyan herêma
Nakorno Qarabax û deverên Kurdistanî yên li wê derê xistin bin kontrola
xwe, û Ermenî hewl dan ku Kurdan bi dest xwe bixin .

Lê piştî
hilweşandina Soviyetê 1992 an de komara Kurdî ya LAJÎN  di bin
serokatiya Wekîl Mostafayev de hate damezrandin, û ji ber nebûna
piştgiriya giştî ya Kurd dirêj dom nekir, ji ber ku ew berhemek ji
siyaseta Ermenî ya dijminahiya Azerbaycan bû, ji hêla Kurdên ku bi Azerî
re ol, çand û ax parve dikin hate red kirin, û serokê wê (Mostafayev)
wekî penaberê siyasî çû  خtalya   li heman salê û berî demekê li
paytexta Balçîka Piroksêl 19/ 4/ 2019 an çû ser dilovaniya xwedê .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…