Gelawêjên ronîdar.

Mizgîn Hesko 

Li wir, li wê xaka ku ne Pût, Senem û Payker lê dihatin parastin lê belê roj û tîrêjên rojê ku nîşana hebûna Xwedawendekî cuda bûn . Xwedwendekî din ku hêjayî çokdanê û pîroz dihat parastin û pejirandin.
 Li wir …li serê wan çiyayan, li serê wan joriyan,  oldarên cuda hebûn ku baweriya xwe bi yekxwedayî tanîn û bi çavdêrî û felsefeyeke ronîdar û cuda diyardeyên heyî şîrove dikirin û jêderên sirûstî Av, Ax, Ba û Agir jî pîroz didîtin.
Belê li wir jî û hîna ji destpêka jiyana piştî Tofanê ( Tofana Pêxember Nûh ) , hin afrîdeyên din jî dihatin pîroz kirin.

 Çima na…!? Ev ku em baş bizanibin û têbikoşin ku Kurdan navê jiyanê û berdewamiya jîngehê, hebûnê û perwerdahiya nifşan bi Jinê ve girêdidan, ji wan Jinan re digotin :
*Jin….ji jiyanê, ji jînê û weha jî ew binav dikirin, hevjîn û hevjiyan, heval û sitûnê malê.
* Afret, bi wateya ku ew mê afrêner e û jiyanê….. jiyana nuh û bedew di‘afirîne û bixwedî dike.
⦁  
 Pîrek …Pîra zana û hoşmend  û em dizanin ku kurdan û ji mêj ve
bawermendên olên kevnar û  Êzdanasan ji wan kesên jîr û zana re digotin
Pîr û ew Pîr ciyê rêz, bawerî û hezkirina mirîdan bûn.
⦁    
⦁  
 Hîna 5000 sal B,Z … nifşên Medayî û Magos ku ji  zarokên Yafet kurê
pêxember Nûh bûn, Ademîzad ji incama têkiliya Mîş û Mîşana dipejirand,
bi wateyeke din ku nifşên nûhatî ji incama têkiliyên rewa yên Nêr û Mê
dihatin qadeya hebûn û jiyanê, ango wan bi awayekî dagirtî hizirîn û
reyalîstîk ev Fênomên( phänomen) şîrove dikirin.

Paşê Mûsawîtî,
Xiristiyanî û Musilmanetî hatin û Jin geh bi parsiwê xwar ve, û geh ji
baskê Adem dane çêkirin, ew Jin ji wê atmusfêra pîroz daxistin û ew kêmî
Mêran kirin, ew bi kincên reş nixumandin û bi bêhişiyê ve girêdan.
Medan
û Magosên zîrek û stêrnas , beriya ku xwedawend Inana , Afrodît, Iştar û
Vînos navê Gelawêj û Anahîta li stêra zuhrayê kiribûn.
Gelawêj , stêra aşiq û avîndaran, stêra herî ronîdar ji rista Gerdûn û keyhanê.
Ku di meha Gelawêjê de( meha heştan, Tebax , havîna dawîn de ) ew Stêr weha geş û cuda tête der.

Heman
xwedawenda Jin, dema ku Mêr li nêçîrê bû, bi destekî sîrmijê xwe ber bi
himêza xwe hildigirt , û bi destên din bexçe û bistanên malê av dida û
aşêv dikir.Heman Xwedawenda Jin bi çarika spî , bi keziyên hinerengî ,
bi kiras û xiftanê rengîn,buharî û newrozî bi destekî  çêlek û sewal
didiot û bi destê din penîr, nîvişk û sîrek û hwd ji qûtê malê amade
dikir,ango ew her hevbeş bû, mil bi mil li nik mêrên çeleng û pêşmerge û
şervan û aboriya malê xwes û geş dikir.  
Jinên bi xizêm û tatooyên
bedew, ku Rojîn, Nesrîn, Şîlan, Hemrîn, Erxewan, Nazdar, Gulzîn , Mizgîn
, Dilber û Rewşen bûn, belê heman Jinên ku bi navê gulan dihatin binav
kirin, heman Jinên ku li ser Hespên bi zîn û rikab siwar dihatin û
berevanî di ber xaka xwe de dikirin.

Gelo ma ev Jinên ku îro di
nexşeya wêjeyê de beşdar û dest avêtine pênûs û xameyê û derdên welatên
xwe tînin zimên, ne heman parêzvanên rist, pend, mamik,stran, kilam û
heyranokan in û hwd….?
Gelo ma heman dayik, ne dayikên çanda devkî ne…?
Gelo…ma
heman Xwedawendên bi çarikên spî û bi keziyên hinerengî, şox û şeng,
xwedan çend destên din ên ne penî ne, ku îro dikarin di heman demê de û
bi her destekî tiştekî bikin û bi tiştekî bigirin….?
Heman Jinên ku
wê gavê perdeya reşî, tarî û stûr qetandine û dest avêtine tîşkên rojê û
li asoyên sor nêçîra bedewiya vegotinê dikin, tekez berdewamiya heman
dastanan in.

31. Gulana 2020.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…