Sipasî û Daxuyanî


Ibrehîm ŞitloBerêz Konê Reş di Nivîsara xwe ya di Rojnama Welatê me de bi navê:
Gera lipey Şopa Dr. Nûrî Dersimî çapbûye gelek ji Dil û xwîngermî nivîsandiye.
Sipasiya min jê re hene ji bo Bîranîna Qehremanê Serhildana Dêrsimê û bi taybet ew Rêzên giranbiha û hêja ku li dawiya Lîkolîna xwe û Bîranina 47 Saliya Koçberiya Dr. Nurî Dersûmî.
Lê ji ber Giranbuhaya Têkoşîna Dr. Nurî Dêrsîmî û ji bo diyarkirina rastiya Koçberiya wî ez dixwazim van Bûyeran diyarkim û hinek Gotinan rastkim:

1    Dr. Nûrî Dêrsimî di Sala 1939 bi alîkariya Kenîsa Ermenan li Helebê bi fermi li gora Peymana ku Iskenderûn kirin para Dewleta Tirk, Dr. me nemir bû Welatiyê Dewleta Sûryê.
2    Piştî wê tirkiyê agahdarbû ku Qehremanê Sehildana Dêrsimê li Sûriyê ye, gelek bi fermî ji Dewleta Fransa – yê ku wê demê li Sûryê bû – û piştra ji Hukûmeta Sûryê vegerandina wî tirkiyê dixwest…lê her car Xwesteka Enqerê bi cî nedihat.
3    Ta Sala 1962 Mala wî li Kolana:Îsmeîliyê- Avahiya Gozim bû. Piştre barkir Kolana Mehetet Baxdad – Ew Qat ji Ewqafê Kirî.
4    Dr. Nûrî Dersimî di Sala 1966 de û piştî Lêkolîn û Pirsa Kesên nêzîkî wî biryar da ku Ew Mezelekî ji xwere û yekî ji Xêzana xwere Ferîde Xan re li ser Mezela ZIYARETA HENAN ji bo pêşerojê amade bike.
Apê Hêja bi dehan car berê xwe da Gundên dora Ziyaeta Hanan ji wan jî Gundê Meşalê û Gundê Metîna. Welatiyê van Gundan bi Dilxweşî û berzî bixêrhatina wî pîrozdikirin û ji Biryara wîre ku ew wê Mezelê xwe û yê Xêzana xwe li Ziyarea Hanan bicihbîne kirin.
Lê ji berk u Mezgefta Ziyaretê û Meydana Mezel di reşeka nebaş dabûn, Berêz Dr. N. Dêrsimî Hoste û Zanayê Avakirina Mezgeft û Mezelan civandin û bi bixwe li ser Avakirin û durustkirina Mezgeft û Mezel dima.
Piştî piraniya Karê avakirin û Nûhkirina Mezgeft û Dîwarê dora Ziyaretê pêkhat.
Aloziyek ji aliyê Axayê Gundê Kortikê(yê ku Mezel û Ziyareta Hanan dora 2 Km dûre) Elî Ekrem. Rojekê ez çûm ba, min dît ew gelek xemgîne û ne weke ku ez wî herdem dinsim…ji ber xwe ji min re got:
„ Lawê min ez dixwazim tiştekî baş bikim, lê Ali Ekrem Axa Karker û Hostiyên ku Mezgeft û Mezela Ziyareta Hanan qewitandin û ji wan xwest ku car din nêzîkî wir nebin. Ew dibêje ku ew Der Milkê Malbata  wiyê û mafê biyanîkî wek Nuri Dêrsimî nine bêyî destîra min  were li ser Mal û Milkê Malbata wî avahiya ji xwere çêke“. Ew jî hîna Tehdîd ji min re rêkir ku ewê min bi rêya Dadgehê Tawanbarke.!.
Di Kolana Mala Apê berêz û ne dûr Xelîl Axa Şêx Ismeîl Zada cîwarbû û hin Şûyîn hatina wan ba Dr. Nurî Dêrsimî bi dostanî hebû. Dr. Ev Bûyera ku Axayê Gundê Kotikê Elî Ekrem pê kiribû ji Sînorvan û Dostê Malbatê re gilî kir, li vir hêjayê gotinêye ko Xêzana Xelîl Axa Xwişka Elî Ekrem Axa ye. Li dawiyê û piştî nêzîkî 3 Mehan, bi alîkariya Malbata Xelîl Axa şêx Ismeîl Zade û çend Kesan Elî Ekrem Serdana Dr. Nurî Dêrsimî kir û ji wê pêve Hoste û Karkerên Avahiyê karê xwe li Mezgeft û Ziyareta Hanan birin serî.
5-    Dr, Nûrî Dêrsimî di Salê 1961- 1962 bi Nexweşiya Dil ket.
6-    Koçberiya Apê Qehreman Dr. Nurî Dêrsimî:
Die Meha Tebaxê 1973 Hevalên Partî – Sedariya serdemî – Berêz: Horîk Ehmed,Ebdilrehman Osman û Zekeriya Mistefa xwe ji ber Polîs û Asayêşên Sûriya xwe ji Malên xwe bidûrxistibûn û Çûyîn Hatina xwe binehênî dikirin. Min jî li ba Apê nemir bi rastî pesnna van Hevalan dikir ta giha ku ji min re got ez dixwazim van Hevaklên te li ba şevekê li mala xwe bikim Mîvan, ka tu çi dibêjî  ewê kanibin werin ba min?. piştî min xwesteka Dilê Dr. ji hevalan re got, wan jî bi dilxweşî erê kir û die Roja Duşembê dora kat 11.00 berînîvro min ew hwersê Heval gihandin Mala wî li:Mehatet Baxdad. Dîtina wan bihevra  gelek germ û weke ku wê Şahiyek mezin biqewime. Em wilo bi hevra ta Îvara man. Soz bû ku ez Rojêdîtir „ Sêşembe 21. Tabaxê „Hevalan ji Mala Dr. vegeränim Çiyayê Kurd ..Çawa me biryar dabû wilo jî hersê Hevalan bi Oxirê bi dil û Can em  Mala Dr. derketin û berê xwe dan Bajarê Efrînê û ji wir min Heval gihandin Gundekî nêzîk. Min jê şeva xwe li ba wan derbaskir û Roja dîtir – Çarşembû – ez çûm Helebê. Dora Demjimê yek û nîv bû, gelek germ bû, Dilê min nerihet bû, hişl min bixem bû…weke Tiştek qewimî be diket bala min…hema ji nêzîkî Geracê min ji Froşgehekê Telefûn Xwişka xwe mezin kir, Apê hêja û Xêzana wê gavê Îza min wendadikirin wan pêwendiya wê dikirin.
Xwişka min hema jimin peirsî:tu li kûyî?. Tu neçû Mala Apê Dr.?
Min ji Denk û pirsa wê naskir ku Bûyerek nexweş qewimiye, min gotê: Apo rehmetî bûye?
Çawa ez giham Avahiya Mala wî Çûyîn hatina Paya û Jinên Kurd bi girî û xemgîn li ber Çavên min ketin. Deriyê Malê vekiribû, Çawa li min lingê xwe avête Salonê min Nivînek ser girtî dît, bi ketina min Meta hêja Ferîde xan li min nêrî û bi bi Erebî û bi dengekî  bilind got:
„ Vaye Kurê me hat, êdî ew Zane, ew Karê wîye!.“.
Piştî min Çarçef ji ser serê Apê xwe hilda min maçek da ser Eniêa wî, helsam çûm ba Meta Giranbuha Ferîde Xan û ji çi pêhat ku rehmetî bû?.
bersiva min da:Lawê min, Taştê xwar û  jinişkêve, Êş kete Dilê wî û dirêjnekir….
Ez mam li ber Barekî giran. Min berê Karê wilo nekiribû. Rabû min Çavên xwe li Kesên li wir civiyane gerand …Çavê min li Berêz: Ehmed Mele Tahir ket“ Bingeha wî ji Cizîra Botaye, Zavayê Miftî bû, Welatparêz bû, li Helebê Bazirganiya Tixtîl dikir û li gora Civata Kurda li Helebê Abûriya wî başbû, Kurê wî li Birlînê Xwedî Dermanxêye“ ü pêwendîkî bi Bîr û bewerî dineqeba me de habû.
Min jê re got:Rakirin,Oxirkin û Veşartina Dr.li Mezalê wî Karê mine, lê ez bitenê xwe nikanim Karekî wilo bikim, ez hêvî dikim – ji camêriya xwe –  tu jî bimin re bimîne û em tev vî Karî bibin dawî. Berêz Ehmed Mele Tahir bi dilekî xweş pirsa min erêkir.
Di wê Rojê de ez çûm Kolana: Siryan Mala Hevala Tengasiyê Meta Qehreman: Fehîmê Sêrokî û min jê xwest ku Ala Kurdistanê amadeke ji bo em Laşê Apê Giranbiha pê bipêçin û jê xwest ku Hevalên Partê jî agahdarbike ta li gel me li Mezela Ziyareta Hanan amedebin.
Roja dîtir bi Awakî fermi – bi Otombîla Ambulans yê Heyva sora Sûryê –  li gel dora 25 Otombîl em ji Helebê Hêdî Hêdî bi Banga: Koçberiya:
Dr. Nûrî Dêrsimî ketin Rêya Çiyayê Kurd.
Min Karwana Apê xwe  li Çata Kefer Cenê rawestand û ji Millet xwest ku em Tabuta Dr. Li ser Milan wirde wirde peyatî bibin Mezgefta ku Mezelê xwe lê amade kiribû.
Piştî Nimêjê, mi Apê xwe bi Ala Kurdistanê pêça, oxir Mezela wî kir Kitêba wî:Dersim Kurdistan Tarihinde weke Balifkî danî bin serî wî û Axa û li gora qewîtiya wî Axa Dêrsimê li ser Singê wî weşand.
Gavê em gihan Ziyareta Hanan, min ji Mamoste: Mihemed Enwer xwest ku ew piştî min ew jî Gotinekê bi navê Kurdên Çiyayê Kurd bêje.
Lê, tiştekî balkêş û gelek bi dilê min giranbiha û xweş bû ew jî:
Şêx Mele Elî“ Kurdekî Welatparêz, bejbilind, xwedî Rûmmet û Karime bû, gelek Dostê Bavê min bû, eger ne şaşbim ew ji Gundê Bilbilê ye, lê li Bajarê Efrînê cîwardibû û li Ofîsa wî hebû ba Dadgeh û Diwanê Fermî Karê Millet birêve dibir.“.
Berêz Şêx Mele Elî Karê Meletiyê bi destê xweve anî û li gora Olê Islamî Quran xwend û piştre bi Zimanekî Kurdî paqij û Zelal Biografî û Jiyana Qehremanê Koçber Dr. Nûrî Dêsimî bi Dengekî xurt û Hêrseka bi Kel û girî li ser Mezel bê nivîsandin rêzkir.
Berî ku bighê dawiyê, min ji Mamoste Mihemed Enwer re got:
„Bira, bixwedê Şêx tiştek ji min û tera nehîşt, min nizanîbû ku ew wilo bi Kurdî Şarezaye.Herbijî jê re“.
Mixabim ku bêjim: ji Axayên Cilusiya û Şêx simelan kesekî xwe li Koçberiya Dr. neda pêş,ne jî weke ku dildixwest hatin Mamla wî.
Li dawiyê, min ne dixwest ku ez anaka tiştekî li ser Dr. Nurî Dêsimî belvkim, ji ber ku min Biografie – Kesayetî û Jijana wî – ji bo Çapê amadedikim û têde jî her Bûyerek ku min bi xwe li gel Apê Hêja dîtiye, pêkhatiye û wî bi camêriya xwe ji min re gotiye dubaredikim.
Lê ji ber dubare Nivîsandin û Gotin di 47 Salbûna Koçberiya wî di hinek Bûyer ne cihê xwede ne ez vê Daxuyanîyê didim belavkirin.
Sipasî û pêşketinê ji her Kurdekî Welatparêz re dikim ku Kesayetîyên dîrokî weke Qehreman: Dr. Nurî Dêrsimî bi Bêrbînin û weke Nimûnekî ji me û Kurdên nuhgihayî li Welat û Penaberiyê re bi Bîrbînin û bidin nîşan kirin.Ibrehîm Şitlo

30 Tebaxê 2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…