Gera Li Pey Şopa Dr. Nûrî Dersimî

Konê Reş

   Di rojên 10-11-12/02/2009an de, bi serdaneke taybet çûme bajarê Helebê, Efrînê û Çiyayê Kurmênc; (Deşta Cûmê, Şikakan, Ciyayê Lêlûnê û Navçeya Şêrewa), da ku hin pêzanînan li dor kurdên me yên resen Êzidîyan kom bikim. Di vê geşt û gerê de, çav bi gelek kesan ketim, bi gelek kesan re axifîm û min pirsa gelek kesan û tiştan ji wan kir.. Di nav re jî, min pirsa hin navdarên kurd yên ku xebat û bizav di ber kêşeya gelê me de kirine; malê xwe û canê xwe di rêka welatê birîndar de winda kirine, ji wan kir.. Bêguman Dr. Nûrî Dersmî yek ji wan bû.. Di encamê vê geştê de jî, min konê xwe di ser rojên Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî yên dawî de li Helebê vegirt.

   Dr. Nûrî Dersimî; Yê ku yekî bingehîn bû ji lehengên serhildana
Dersimê a 1937an. Piştî têkçûna serhildanê di dawiya sala1937an de û
bidarvekirina bihiştî Seyid Riza serokê serhildanê û her deh hevalên wî,
Dr. Nûrî Dersimî ji neçarî û bi halekî xerab xwe gihand Sûriyê, bajarê
Helebê. Û wiha her 36 salên xwe yên dawî li Helebê, di nav kurdên çiyayê
Kurmênc de derbas kirin.
  Berî ku Dr. Nûrî Dersimî di roja
22/08/1973an de koça dawî bike, wî qewîtiyên xwe (wesyet), li dost û
hevalên xwe yên nêzîk kiribû wek; Dr. Mihemed Cafer, Şêx Mihemed Şêx
Îsmail Zade û hin din ku, roja bemire qewîtiyên wî bi cî bînin; yek ji
wan qewîtiyan, ku wî li çiyayê Kurdaxê, di goristana şêx Henan de
veşêrin, da ku her sibeh bayê çiyayê Dersimê bi ser de bibare.. A din ku
darbesta wî di ber qunsilxaneya tirkan re derbas bikin.. a dawî ku, ew
kîsê AXA çiyayê Dersimê, ku di bin palgeha serê wî de bû, di gorê de jî,
di bin serê wî de deynin.. Û gotin; dema ku Dr. Nûrî Dersimî di sala
1973an de koça dawî kir, me ew qewîtiyên wî, wek ku wî dixwest pêk
anîn.. Lê mixabin ji ber zilm û zora rêjîmê di wan salan de, gelek kes
bi me re beşdar nebûn, newêrîbûn, ditirsiyan.. Bi helkeftina ku di roja
22/08/2020an de, 47 sal di ser koçkirina vî lehengê Kurd Dr. Nûrî
Dersimî re derbas dibe, min jî, ev helbest wek bersiv lê vegerandiye:

Lehengo Nûrî Dersim!
Bijî Çiyayê Dersim
Jiyana te î dijwar
Va em bi zêr dirêsim

Bi saya kesên wek te
Bihişt bibe mala te.
Xweş silava bigihîn
Wan şehîdên rêka te;

Seyid Riza û Şêx Seîd,
Wan sofiyên wek Egîd
Xwîn rijandin bi merdî
Bi azadî, bûn mirîd

Bo rêka te î dijwar
Va em jî dikin hawar
Navê te diparêzin
Ji bihar, ta bi bihar

Ji Qamişlo û Efrîn
Gul, kulîlka datînin
Ser gora te ezbenî
Dersimê bibîr tînin.

Konê Reş/  Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Civak û pêkhateyên Sûriyeyê bi dab û kevneşopiyên kevn yên qenc û kirêt gelekî dewlemend in. Wek hemû gelên din, ji nifşên berî xwe van dab û adetên xwe wergirtine; çi yên baş û çi yên nebaş. Lê bi pêşketinê re, divê dab û adetên herî qenc…

Ebdilbaqî Elî

Di roja şemiya 8ê Mijdara 2025an de serokȇ demkȋ yȇ Sȗriya Ehmed EL-Şer’e bi seredaneke fermȋ gihiște paytexta Emerîkayê ȗ ji bal serokȇ wȋ welatȋ ve hate pȇșwazȋ kirin.

Serok Ehmed EL-Şer’e yȇ ku dibe yekem serokȇ sȗriya ku ji serxwebûna welat ve di sala 1946 de bi seredaneke…

Xurşîd Ilêwî

Ji bo F. Ebdê

Kekê min,

Min helbesta te xwend,

Û deriyekî ji heriyê di sînga min de vebû,

Û gundê te bi lingên xwe yên tazî derket derve,

Siyên kesên ku çûne li pey xwe dikişandin,

Û berîkek nedîtin ku şirîniya xwe…