Festîvala xelata Qedrî Can

Bavê Zozanê

Di roja 8.8.2020 tebaxa du hezar û bîstan de li bajarê Essen ê li dewleta Almaniyayê
Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê festîvala xelata Qedrî can li dar xist ku D.r Brahîm ê Mehmûd bi zelalî li ser kar û berhem û jiyana nivîskar Qerdrî Can axivî
Ji xwe di serî de kurê Qedrî Can ku ew bixwe jî li festîvalê amadebû hol û mihrecan tevlî ewî temenê xwe yê mezin, bi şewq û ronîkir,hêjaye gotinê ye ku pirtûkxana bavê xwe a zengîn û dewlamend diyarî yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê kir.

Kesên ku hatin xelatkirin ev bûn:

1.Mueyed Teyib (xelata helbestê) wergirt.

2.Fettah Tîmar (xelata Tor û wêjevaniyê) wergirt.
3.Edîb çelkî (xelata Lêkolîn ê) wergirt.
4.Heyder Omer (xelata Rexnevaniyê) wergirt
5.Zagros ê Haco (xelata Ziman ) wergirt.
Festîval ji rexê tilvizyona Rudawê ve bi rengekî zindî hate weşandin.

Qedrî Can kiye
Nivîskar û helbestvanê kurd Qedrî Can li gundê Dêrikê çêbûye ya girêdayî bi qeza Mêrdîn ê ve ku li bakurê Kurdistanê dikeve.

Navê wî Abdulqadir Ezîz Can e.
Navê dayika wî Eyşê ye.


li ser sala zayîna wî tevlîheviyek heye,nivîskar Mehemedê kurê Ozon û
Feratê Cewerî di pirtûka xwede Huner û Wêje ji weşanên Nûdem ê çapa yekê
Stokholim 1996 wisa dibêjin ku Qedrî Can sala 1919 an de hatiye ser
ruyê goka zemînê.

D.r Îzedîn Mistefa Resûl dibêje ku sala zayîna
nivîskar Qedrî Can 1916 ye,dixuyê ku D.r Resûl ev zanyari ji pirtûka
xanim Rewşen Bedirxan wergirtiye ku hêja Rewşen Bedirxan di pirtûka
xwede (Pelin ji wêjeye Kurdî) sala 1916 wek sala zayîna nivîskar Qedrî
Can tekez dike.

Rojnamevan Hesen Qaye di rojname(Dîmûqratîk)de sala 1911 wek sala zayîna nivîskar Qedrî can nîşan dide.

Nivîskar
Edîb Nadir di gotareke xwede di kovara(Metîn)de,dibêje ku nivîskar
Qedrî Can di sala 1911an de çêbûye û 9.8.1972 çûye ber dilovaniya xwedê.

Profîsorê
hêja Qenatê Kurdo di pirtûka xwed e(Mêjewa wêjeya Kurdî) bi firehî li
ser nivîskar Qedrî Can dibêje wisa jî li ser çîrok û helbest û nivîsên
wî di sekinê, lê sala zayîna wî diyar nake.

Du palpişt du
dîkoment hene ku sala 1911 an wek sala zayîna hêja Qedrî Can piştrast
dike, ya yekem palpişta girêdana kufletbûnê ye ango hevjînbûnê ku sala
1911 wek sala zayîna wî têde hatiya nivîsandin,ya didiwan di  palpişta
xwendina wî de li Qonayê ku sala 1911 wek sala zayînê di karta
amojgehêde hatiye qeyd kirin,tomarkirin.

Lê eger em li çîroka
nivîskar Qedrî Can ya bi navê   (Paşgotin) vegerin ku di sala 1943
nivîsiye,ew bi xwe di çîrokê de dibêje( ku berya 25 salan birayê min
çavê xwe girtiy- hîn jî dibêje-wê çaxê ez zarok bûm ,temenê min dor 6-7
salî bû.)vêce eger Em bi rengê matametîkê li çîrokê meyzekin û em bîst û
pênc salan vegerin bi şûnd e ku mirina birayê wî Fethî wê di  sala 1918
çêbûbe wisa jî  temenê zaroktiya wî hinganê ku 6-7salî bû ,em jê
bikujin dêmek wê sala 1911 sala raste be wek sala çêbûna nivîskar Qedrî
Can

Dêmek gitina Ozon û Cewerî ku sala 1919 tekes dikirin şaş e ,wusa jî ya D.r Resûl û ya Rewşen jî ku sala 1916 nîşan dikirin.

Jiyana nivîskar Qedrî Can ya wêjeyî
nivîskar
Qedrî Can ji ber kar û xebata xwe ya netewî ,zû dev ji welat qeriye ji
ber ku hîn temen 17 salî bû deselata Tirkî feremana bi darvekirina wî
deranî lome mecbûr ma ku dev ji xwendina xwe ya di warê mamostatiyê de
li amojgeha Qoniyê berdê,wê çaxê ku di sala 1928an de bû,ewî û hevalekî
xwe berê xwe dane bin xetê rojavayî Kurdistanê ku hêja Helbestvanê mezin
Cegerxwîn dibêje li Amûdê min pêşwaziya du xortên xwedî -Lîs e-
kir,helbet ew bixwe nivîskar Qedrî Can û hevalê wî  Reşîdê Kurd bû.

Li
binxetê nivîskar Qedrî Can zû xwe hînê zimanê Erebî kir ,selakê tenê di
ziman de bû pêrfêkt lome berê xwe da amojgeha Selemiyê ku bajarokek e
girêdayî ye bi parêzgeha Hema ya Sûrî ve, di beşê- mala mamosteyan-de
xwend, li wir du salan xwendina hîkirina karê mamostatiyê tewa kir
Li Entakiye karê mamostayê  kir paşî zivirî Amûda rengîn ,li wir jî karê xwe berdewam kir ta sala 1942 bû rêvebirê dibîstanê.
Pişter
çû Şamê li tara kurdan mamostatî kir,ji ber karê wî yê netewî deselsta
Firansî ew veguhastin şaryariya zanînê wek karmend li wir karkir
,bihtirî wisa jî ew ji karê zanînê û ji karê xwendinê bi tevahî
dûrkirin,vêce ew veguhastin rêvebiriya giştî ya karmendan li Şamê.

Li wir jî çalakiyên xwe berdewam kir ,tevlî komela -Dilxwazên azadiyê- bû..

Ji
xwe em karin bêjin ku ew nixuriyê kovara Hewarê bû ku ji sala 1932 an
de dest bi nivîsadinê di kovara Hewar ê de kir wisa jî Ronahî û Roja nû
pêvî wan jî.

Hebesta nivîskar Qedrî Can- Riya taze- di sala 1936
an de di Hewar ê de hate weşndin ku dengek mezin wê çaxê da ji ber bi
rengekî nûjen nivîsîbû,ew helbest wek piraniya helbest û prosayên Qedrî
Can bi zimanekî kurdî xurû û resen hatiye nivîsandin û reh û kokên
nûxwaziyeke rasteqîn hembêz dike

 Hin Helbestvan û Rexnevan
dibêjin ku helbesta riya taze helbesta nûjen ya yekeme di wêjaye Kurdîde
ewê wek kêlikekê di nêv bera helbesta kilasîk û modern de dibînin,çawa
ku cotyaran zeviyên xwe bi kêlikan ji hev diveqatandin wisa helbesa
nivîskar Qedrî Can- Riya taze- herdû şêwê helbestê ji hev cuda dike:
Ew perdeya reş tarî
Ko ji şevên reş diyarî
 Min
Ji rûyê xwe kişand
Li ber çavê xwe çirand
Û avêt
Avêt pişt sed çiyayî
Nava hezar deryayî
Min gemara guhê xwe bi
 Zememeke nûh şûşt     
û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nûh kuşt
Ji
xwe Gula sor hunermendê hêja Ciwan ê Haco bi deng û awazê xwe strandiye
ku helbest bi xwe ji gotinê nivîskarê bijin bilind Qedrî Can e:
Gula sor
Hilbû jor
Bîn da dor
Gula sor ..Gula sor
Li paş çiyayê Qaf şên bû
Alem jê re vîn bû.

Ji
bo em jibîr nekin nivîskar Qedrî Can hevalê Osman Sebrî bû ku di
kovarên heyî de dinvîsandin wisa jî hevalê Mihemed Selîm beg û Ceger
xwîn û Qedrî Cemîl paşa û hevalê xwendinê Reşîd ê Kurd bû.
Sala 1931 nivîskar Qedrî Can wek endam li  konigrê Xuyabûn ê amede bû.

Di
sala 1957 çû Mosko paytexta yekîtiya Sofyata berê,wek endam bû di
şandeka lawên kurd de, bo hevpar bin di Mihrecana şeşan de ya lawên
Cîhanî .

Li wir serdana  serdarê hêja Mela Mistefayê Barzanî kir û helbestek bedew bi navê-Serdarê Kurda Berzanî-diyarê serok kir:
Serdarê Kurdan..Berzanî
Berzanî..Berzanî
Di cenga welat de
Di meydana xebat de
Pehlewan
Qehreman
Tuyî
Bûyî
Hîmî Kurdistan.

Berhemên Qedrî Can
Di sala 1957 wek pirtûkek helbestan çêkir.
Pirtûka alfêbêya kurdî ji bo hînkirina ziman damizrand.
Jimarek baş ji çîrokan nivîsiye
ku
nivîskar Qedrî Can bi xwe dibêje ku ew çîrok  wek pelên ku ji pirtûka
jiyana min hatine çirandin , îro perçyên wanî rizyayî belav dikim:
Guneh,Sor,Rojên derbas bûyî,Nêçîra Berazan,Bihara Dirikê,Roviyê
xapînoker, û hd
 Di warê wergirandinê de nivîskar Qedrî Can karekî bê hampa kir ,xepatek dûr û dirêj û buha avakir 
-Romana Erebê Şemo(Şivanê Kurd) wergiand  zimanê Kurdî
-Pirtuka nivîskarê Rûsî Pêtrov -Bajarê Zenbeqan-wergirand zimanê Kurdî
-Ji Erebî jî çêrokên nivîskarê Misrî Mistefa Lutfî Menfelotî wek -Mûyê sipî- wergerand zimanê Kurdî

Xisalên çîrokên Qedrî Can

Hêja
Qedrî Can hemî çîrokên xwe  bi zimanê kurdî nivîsîne,ku pihtirî wan li
ser jiyan û zarokti û gundê wî Dêrika mazî ne,ew bi xwe ji endamê
dibîstana Riyalîstî nûjen tê jimartin.
1.Ziman:
Zimanê ku nivîskar
Qedrî Can di çîrokên xwede bi kar aniye zimanekî sadey e ,zelal e,hesan
e,resen e,bê çêkirn e normal e xuristiye eynê zimanê bav û bapîrê
meye,xwîner di xwendina çêrokê de nawest e.
2.Hûnandin:
Çîroka 
nivîskar Qedrî Can bi rengekî Sînamayî hatiye nivîsandin,hêja Yelmaz
Gunay têne bîre xwîner,  dema ku  ti çîroka Bihara Dirikê dixwênê tu
diramê ku te ew dever dîtine,wek kodakê di  destê wîdeye û wêneyên
deverê yek bi yek naşî te dike..
Wisa jî çîroka Nêçîra Berazan ku bi rengekî balkêş her tiştî diyar dikê lepik,gore ,agir, sayê wan,baran ,çek û bergê wan.
3.Hizrê ntewî û yekîtiya welêt:
Apê
Qenatê Kurdo dibêje ku nivîskar Qedrî Can cihekî layiq di wêjeya
kurdîde standiye ewî wek kesek welat perwer û welat hez nîşan dide
Ji
xwe pihtrî çîrokên nivîskar Qedrî Can li ser evîna welatin ku di
çîrokeka xwede nişan dide ku darê bi tenê zû tê şikandin li qevdê wan
nayê şikandin..Ji xwe nivîskar pir caran ji ber pir sedeman bi rengê
dîrek yek ser na nivîse lê remz û nîşanên  nivîskar Qedrî Can eşkerene
di çîrokê de ku xewn û xeyala wî welatek serbixweye û  Kurdistanek azad
e.

 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…