Gotar

Rêya Taze: Yekemîn Helbesta Qedrî Can a Nûjen e

 Konê Reş

  Eger Seydayê Cegerxwîn bi hin helbestên dîwana xwe (Kîme Ez?/ 1973) û Apo Osman Sebrî bi hin helbestên dîwana xwe (Bahoz/ 1956) helbesta nûjen nivîsandibin, nakevin pileya ku Qedrî Can berî wan helbesta nûjen nivîsandine. Qedrî Can di sala 1936an de yekemîn helbesta Kurdî a nûjen bi navê (Reya Taze) nivîsandiye û Li gor ku Prof. Qenatê Kurdo di pirtûka xwe a bi navê (Dîroka Edebiyatê Kurdî) de dibêje, ev helbesta wî, di sala 1936an de hatiye nivîsandin û sala 1944an di kovara (Ronahî), hejmara 26an de li Şamê hatiye belavkirin.. Herwiha helbestvanê Kurd Edîb Çelkî vê yekê bi cî dike ku Qedrî Can ev helbest di sala 1936an de nivîsandiye.. Û wiha em dikarin bibêjin ku Qedrî Can Mîrê helbesta Kurdî a nûjen e.. Ez jî, li kovara Ronahî, hejmara 26an vegeriyam, min dît ku raste têde hatiye weşandin û di bin re (Qedrî-Can/ Şam: 25-5-944) hatiye nivîsandin.

Sala nivîsandina vê helbestê (Reya Taze/1936), bûye qûnaxek di
toreya Kurdî de.. bûye pirek di navbera helbesta kurdî a kilasîk û nûjen
de, anku di navbera kevin û nû de.. Di pey Qedrî Can re bi dor 10 salan
helbestvana ereb Nazik Almelaîke û Bedir Şakir Alseyab û hin din ji
helbestvanên ereban dest bi hunandina helbesta nûjen kirine… Hêjaye em
navê mîrê helbesta kurdî a nûjen di nav kurmancîaxêvan de li Qedrî Can
bikin.. Fermo bixwînin:
Ew perdeya reş tarî,
Ko ji şevên reş diyarî,
Min…
Ji rûyê xwe kişand..
Li ber çavê xwe çirand..
غ avêt..
Avêt paş sed çiyayî..
Nava hezar deryay..
   Min,
   gemara guhê xwe bi zemzemeke nûh şûş,
Û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nûh kuşt..
*     *     *
Ew zingara di mejî,
Ko mejyê min dimijî
Min.. ..
Bi kêrikê xeritand
Û bi agir şewitand
غ paqijkir…
Paqij kir jê serê xwe
Min avêt ji derê xwe
*     *     *
تdî… …
Bi dîtina xwe,
غ bi bihîstina xwe..
Bi vîna xwe û bi mejî
Bi rêve-çûna xwe jî
Ez bûm însanekî nû, piresteşê olek nû,
غ di bajarê dil de min ava kir holek nû..
Qedrî-Can/ Şam: 25-5-944

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…