Najah Hovak
Mala min
Gelo te ez jibîr kirim..!?
Bîranînên teyî germ hîna min dûrpêç dikin
Hêdê .. hêdî
Mîna sêleke sincirî
Min dibrêje
Guhê xwe pêl dikim li qîjê wan dîwaran û di pûnijim
Her şev
Xwe digevêzim di nav xewnan de heya xwen di westin ..
Destê xwe berû heyva li ser banê te dirêj dikim heya teliyên şevê ditevizin
Xwe digevêzim di nav xewnan de heya xwen di westin ..
Destê xwe berû heyva li ser banê te dirêj dikim heya teliyên şevê ditevizin
Heyrana wê hilmê me ez
Şîrêz bûye li ser dîwarên dilê min
Cîrokên zarokan hîn veşartîne . ..
Ode..ode
Dibakin
Kanî hûn..?!
Em li virin
Em li wirin
Nezanim em li kûdê ne
Bendewarim
Dil wêranim
Mala min..
Mala wan cavên şil
Dilê bi keser
Mala min..
Hêlîneke biçûke
Ji welatekî tim dinale….
Tim dinale..!