Çav li rê me


Ebdilmecît Şêxo
Eger tarî li te
                         barî
Ezê hemû pêçiyên
                         destên xwe
Ji te re bikim
                            findên sêrengî
Eger tarî li te
                           barî
Ezê herdu sêvan
                  di buhuşta sînga xwe de
Di giyanê te de
                   bikim çirayên vêketî
Lê ez  çav li rê me.
                xxxxx
Carekê li ezmên binhêre!
Stêrka Gelawêjê  jî
Mîna min pir rindik e
Lê ez hîn sazên tiktikên
                            dilê te
Mîna şîhîniyên hespên rewan
Û pêlpêlokên ava Dicle
Li bin sersiyên darên zêtunê
                           Û darên henaran
Di xewnê de jî dibhîsim
Binhêre Memo!
Çavên pîkên daran
Li ber ronahiya Rohêvê
                 teng dibin
Lê ew ranazin
Ew ji min re
Çîrokên hevalên serjêkirî
Li teşiyê dixînin
Lê dîsan
Ez  çav li rê me.
Stêrkên din jî
Şîlanên çiyayê Lêlunê
                              Maç dikin
Lîlava Hawarê vedixwin
Û gerdenên gangilîkî
Diyarî min dikin
Gabelekên deştên me
Ji ganglîkên dilên jinan re
                                     distirên
Lê ez çav li rê me.
Were !
Di bin sîtava herdu
                       henarên min de
Dîsan palvede
Min sêwî mehîle  
Were!Were!Were!  
xxx
Efrîn,21.07.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…