(Ey Sirûda Netewî .. Mizgînî ) 2 Helbest

  Ahîn Zozanî

Ey Sirûda Netewî

Fîxana bilbilan
awaza  çivîkan,
rengê buharê
nimêja jiyanê
landika lorîkan..
û devoka şîrmijan

ey sirûda netewî
Çiyayê Kurdistanê
rengê te jîn dike..
Kevir û xak û zemîn
peyv bi peyv
te ava dikin..

Keç û xortên Kurdan,
pêşmergê serê çiyan
dayikê şehîdan,
û zarokên hîmdar
tev sirûda jînê dibêjin;
ey sirûda netewî

Ey vîna dildaran,
evîna te û gel
evîna Mem û  Zîn e…
tevdana Beko-ewana
hêza dilê we nahejîne..!!
Birûska dilêriyê
tovê kînê sotand
“Ey reqîb her, maye qewmê Kurd ziman”
kesk û sor û zer
li asîman hate vedan…
ey sirûda netewî…!!

7.2.2007

—–

Mizgînî

Di biyaniya jiyanê de
dest li ber rû,
dilekî melûl û çav bi hêvî bû
bi bişirîna roka Kurdistanê
mizgîna serok Barzanî
dil ronahî bû
xunav ji dev bariya,
rû  bi ken geş kir
mij û dûmana
li dor al û sirûda netewî
bizirî û bela bû
bi şadî gel dîsan di sayiyê de ew dîtin…

10.2.2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…