Qasimlo: rêberek demokrat û karîzmatîke neteweyî (Jiyannama Dr. Qasimlo bi kurtasî)

Elî Munezemî
Ebdulrehman Qasimlo di 22ê kanûna pêşîn (şevçile) a 1930an, tenê çend heyveka piştî şehîdbûna Simko Şikak, di gundê Qasimlo li derdora Urmiyê li Rojhelatê Kurdistanê hate dine. Bavê wî bi navê Mihemed Vusûq, kesek dewlemend û xwediyê mal û milk û diya wî jinek asûrî bi navê Nane (Fatime)ê bû. Malbata Qasimlo, bi xasma bavê wî, kesên welatparêz û neteweperwer bûn ku di serdema şoreşa şêx Ubeydulla Şemzînî (Nehrî) û Simko ê Şikak de hevkariya wan bizavan kiribûn û di serdema pêkhatina komara Kurdistanê di Mehabad ê bi serokkomariya Qazî Mihemed jî piştevaniya wê komarê kirin. Qasimlo her di temenê 15 saliyê de xebata xwe ya siyasî bi damezirandina yêketiya ciwanan ê dêmokrat ê Kurdistanê di serdema komara Kurdistanê de destpê dike û di bajarê Urmiye ê de wek niwênerê komara Kurdistanê dixebite.
Piştî hiloşiyana komara Kurdsiatnê û dûbare dagirkirina rojhelatê
Kurdistanê li aliyê rejîma paşayetiya Pehlevî ve, Qasimlo li ser
xwendina xwe berdewam bû û karî qonaxa xwendina duwa nawendî di Tehranê
bi dawî bîne û bo xwendinê bera xwe bide Turkiye. Qasimlo paşê karî bi
hevkariya şehîd Mûsa Enter û xwedê jê razî Kamran Bedirxan bo dirêjîdan
bi xwendina xwe ya bilind di 1948an de here welatê Fransa. Ewî bi
hevkariyan hindek xwendekarên kurd li Parîsê komeleya xwendekan kurd li
Evropa pêkanî.

Di sala 1948an de di zanîngeha Tehranê de
Mihemedriza Pehelvî dane ber guleyan lê nehate kuştin. Ew boyer bû
sedemê wê yekê ku hemû azadiyên demokratîk li Îranê bêne hilgirtin.
Xwendekarên Îranî ku bi dijî wê kiriyara ne-demokratîk ya rejîma Pehlevî
di Parîsê meşek pêkanîbûn, Qasimlo di wê meşê de bi dijî Mihemedriza
Şah û rejîma wî axaftinek tûj pêşkeşkir û li ber wê yekê rejîma Pehlevî
bûrsiyeya xwendina wî da sekinandin û nehêha malbata wî jî çi
hevkariyekê bo bişînin. Her wisa ewan li welatê Fransayê dawakirin ku
Qasimlo li wî welatî derêxin. Ji ber wê yekê Qasimlo bera xwe welatê
Çêkoslovakya û di zanîngeha Prag ê de dirêjî bi xwendina xwe da. Ew di
sala 1952an de bakalaryosa xwe werdigre li zankoya Pragê werdigre ku di
wê demê de “dr. Mihemmed Misediq“ di Îranê de bibû serokwezîran. Qasimlo
wedigere Îranê û li ber ku hizba dêmokrat di wê serdemê de wek liqek li
“hizba Tûde” (partiya gel) dixebitî, Qasimlo li Tehranê û piştre jî li
Kurdistanê bi wan re dikeve xebatê.
Salek şûn de dr. Misediq li ser
desthilatê bi rêka derbeyê li ser kar tê avêtin û Qasimlo jî neçar
dimîne bi nepenî xebata xwe bidomîne. Di wê heyamê de ewan karî
rojnameya «Kurdistan» di hundirê Îranê de biveşînin ku 5 hejmar ji wê
hatin belavkirin.
Qasimlo piştî çend salan xebat di Kurdistanê û
Îranê de, di sala 1957an de vedigere Pragê û salek şûn de dizivire bo
Îraqê ku bikaribe di wir de tevî hevalên hizba demokrat a kurdistanê
rêkxistinên hizbê di rojhelatê Kurdistanê de aktîv bikin. Lê di ber
nakokiyên di navbera wî û hevalên wî de kar naçe pêş û piştre jî dewleta
Îraqê wî li Îraqê derdêxe.
Qasimlo dîsa dizivire bo Pragê û di wir
xwendina xwe berdema dike heta di sala 1962an de doktoraya xwe di warê
aborî de werdigre. Pertûka «Kurdistan û Kurd» a ku wî nivîsandî û bi
çendîn zimanan hatiye vergerandin, têza wî a doktora ê ye. Ew pertûka
belgeyek girîng e bo nîşandana hizr û ramanê dr. Qasimlo li ser pirsa
kurd û kurdistanê. Dr. Qasimlo xelkê kurd bi yek netewe û welatê wan yê
perçe-perçekirî bi yek welat dizane û gava bas li Kurdistanê dike, di
varê erdnîgarîve wê bi yekîneyek dihesibîne. Her wisa ew yeka li ser
dîrok, çand û aboriya wan jî her rast e. Dr. Qasimlo di wê têza xwe bi
mifah wergirtin li teoriyên çepî (marksîstî-lenînîstî) berevanî li mafê
serxwebûna kurdan dike.
Dr. Qasimlo pişte beyana 11. adara 1970an
dîsa wedigere Îraqê û wê carê di planên xwe bo aktîvkirina hizba
demokrat a kurdistana Îranê de serkevtî dibe. Ew di konferansa sêyemîn a
partiyê de ku di 1971an de hatibû girtin, wek sikreyterê giştî yê wê
partiyê tê hilbijartin. Ew heya dema şehîdbûna xwe di 13 tîrmeha 1989an
li Vîyenayê a paytextê Nemsa ê, di hemû kongireyên partiyê de wek
sikreterê giştî dihat hilbijartin. Ew li demekê de hate şehîdkirin ku bo
gotûbêj li ser pirsa kurd di civînekê bi dîplomat-terrorîstên komara
Îslamî re civiya bû. Mixabin Nemsa jî li ber berjevendiyênx xwe yên
aborî terrorist hemû bi silametî u bi skort ve şandin bo Tehranê.
  Qasimlo wek rêberek karîzmatîk
Maks
Wêbêr dibeje ku rêberên karîzmatîk xwediyê şîyanek bilind, jîrî û
jêhatîbûnek xaymanî û taybetmendiyên kesayetî yên bêhempa ne ku zêdetir
li dema qeyran û krîzan de wek xilaskerek derdikevin û xelkê xwe
(pêrewên xwe) li tengaviyê derbaz dikin.
Rêberê karîzmatîk faktora
guhertinê ne û şiyana wê yekê hene ku rêkxistina xwe (partiya xwe)
alûgorê bingehîn bi ser debînin. Rêberek han, kesên cesûrin ku dikarin
rastiya bi wî kesî re bêje ku naxwaze bibhîze. Ew hêz û desthilatê şaş
bikar nayinin û xwediyê nirx û prensîpên xasmanî ne ku li aliyê wan
nirxan ve rêka xwe destnîşan dikin. Kesên têgihîştî û pêgihîştî ne ku li
tecribeyên xwe fêr dibin û ne bi serkevtina li xwe bayî dibin û ne jî
bi têkşikestina xwe winda dikin. Ew xwediyê xevn û xeyalê xwe ne bo
rêkxistên û şiyana wê yekê hene ku wan xevnan bikin dûredîmen û xelkê di
wan dûredîmenan de bikin şirîk. Ew di warê rêtorîk de (hunera axaftinê
de) kesên zîrek in û dikarin formolên stratejîk yên baş çêbikin û îlhamê
bide hevalên xwe (endamên rêkxistina xwe) bo ku baştir erkên xwe bicî
bînin. Rêberên karîzmatîk xwediyê peyvendiyên pan û berbilavê civakî ne û
daxwaz û kêmasiyên xelkê wan re çareser dikin. Ew her wisa hez dikin li
hindek deman de rîskên mezin bikin.
Lê di navbera rêberên
karîzmatîk yên xwedî exlaq û yê bê-exlaq de ferq û cudahî heye. Rêberên
xwedî exlaq xwediyê sîngek wekirî ne û rexne, gilî û gazindan bi rûyek
wekirî qebûl dikin. Ew yek hevkarên wan han dide ku bikaribin bi şêweyek
wekirî ramanên xwe bînin ziman. Ew li barê birêveberiyê ve jî destê
hevalên xwe vekirî dihên ku ew yek bibe sedemê perwerdebûna hevalên wan.
Rêberên karîzmatîk yên xwedî exlaq, qazanc û berjevendiyê giştî li
serveyî qazanc û berjevendiyê xwe û rêkxistina xwe didanên.
Lê rêberên karîzmatîk yên bêexlaq berevajî wê yekê tev digerin û hemû tiştekê bo qazanc û berjevendiya xwe dixwazin.
Dr.
Qasimlo ku di malbatake dewlemend de hatibû dinê, ew yeka garantiyek bû
bo kesayetiya wî. Ew her wisa kesek jîr û zana bû. Zor kes ku wî
nêzîkve nas dikin şehadetiyê wê hindê re didin ku Qasimlo wek rêber,
diplomat, mamostayê zanko ê, şareza di zanîna çendîn zimanan de,
siyasetvan, pisporê aborîyê, dîrokzan û kesek xwedîyê çand û kultûrek
bilind, aşiqê xwendin û xweperwerdekirinê, kesek hûrbîn, xwedî şîyan,
aktîv, cesûr û ehlê rîskkirinê, rewşenbîr, azadîxwaz, mêrê gotûbêjê,
xwedî tolerans, rexnewergir, dijberê tundûtûjiyê û terrorîzmê bû.
Rojnamewanê fransî, “Krîs Koçêra”, wî bi ensklopeydaya zindî binav dike.

Zor kes li ser wê baverê ne ku PDKÎ di bin rêberiya Dr. Qasimlo de
karî bi şêveyek xeyalî mezin û berfireh bibe û di nava xelkê kurd de
bibe partiyek xweştevî. Hindek kes jî li ser wê baverê ne ku dr. Qasimlo
û PDKÎ ê dualiyane alîkariya hevûdu kirine ku herdu jî bibin xweştevî.
PDKÎ ê di kesayetî, pisporî, zanist û tecribeyên dr. Qasimlo mifah
wergirtin û dr. Qasimlo jî kartêkerî, krêdî, hêz û navdariya PDKÎ ê
bikar anî. Ew di bin sîbera PDKÎ ê de li meydana xebata azadîxwaziya
Kurdistanê de bû rêberek xwedî rêz û di cem dost û heval û hevçeperên
xwe jî bû kesek ciyê baverê. PDKÎ jî bi lêzanîna dr. Qasimlo bû partiyek
xwedî bername, bi prestîj û xwedî prensîp û serxwebûna xwe ya siyasî.
Dema
ku dr. Qasimlo rêberiya PDKÎê girte dest, ew partî li hemû aliyekê ve
partiyek lavaz û jihev belav bû. Dr. Qasimlo wek xilaskerek li aliyê
hevalên partiyê ve jê daxwaz hate kirin ku bê û rêberiya wê hizbê bigre
sukra xwe û kar û xebata wê partiyê bo bidestve anîna 3 armancên
demokrasî, mafê çarenivîsa neteweyî û dadperweriya civakî arastekir. Lê
mezinahî û şiyanên dr. Qasimlo li nava PDKÎ ê û civaka Kurdsiatnê de,
piştî serkevtina şoreşa gelên bindestê Îranê bi dijî rejîma Pehlevî û
şerê rêja Xumeynî bi dijî kurdan, derket. Dr. Qasimlo karî di wê xebatê
de bi dijî rejîma Xumeynî, bandorek mezin li ser xelkê Kurdistanê hebe û
bi hezaran pêşmerge û hêzên bergiriya neteweyî bi ilhamwergirtin li
gotin, slogan û şîretên wî, bo armancên gelê kurd fedakariyê bikin û
hember hêzên dagirker yê Îranê berxwe bidin.
Dr. Qasimlo kesek xwedî
şiyan bû bo axaftinê û di dema axaftinê de dikarî bala guhdaran bikşîne
aliyê xwe û kartêkeriyê li ser wan çêbike. Ew helwêst û axaftinên wî ku
heya îro mane, rastiya wê hindê bio zelalî derdixin.
Li hemûyê wana
girîngtir ewaye ku dr. Qasimlo xwediyê zaf nirx û prensîpên neguher bû.
Ewî baveriyek kûr bi dengê xelkê (demokrasiyê), wekheviyê, mafê meriv,
mafê çarenivîsa neteweyan, prensîpên girêdayî bi şerê rewa û zaf nirx û
prensîpên din yên giranbuha hebû.
Dr. Qasimlo kesek bû ku li
pêgihîştandin û têgihîştandina heval û hevçeperên xwe de zehmet zêde
kişand. Ew kesek xwedî tolerans bû hem di hember hevalên xwe û hem jî
sazî û rêkxistinên din yên siyasî û ne-hevbaver. Ewî digot « her kes ku
dostê me ne be, dijminê me nine. Her aliyek heta wê demê ku dest
neavêtiye çekê û bi dijî me şerê çekdarî nekiriye, em tehemula wan
dikin”.
Dr. Qasimlo di xebata xwe ya siyasî de, rêberek ehlê rîskkirinê bû.

Lê mixabin ew xisleta li daviyê de bi qîmeta canê wî xilas bû.
Qasimlo
tenê intelektuelek nebû, xêncî hindê, ew kesek aktîv û pragmatist bû.
Ewî têgihîştinek kûr di plan û birêveçûna wan planên xwe hebû. Her wek
«Mark Krawêtz» rojnamevanê fransî dibêje: « Qasimlo baverî bi hizr û
ramanê xwe hebû, ew zêdetir kesek pragmatîst bû di meydana bicîanîna
baveriyên xwe. Ewî bi hêsanî û zor bi başî karî tundûtûjiyên xebatek
çekdarî bi şik û gumana xwe ya akademîk re têkel bike».
Bi kurtî
dikarim bêjim ku Qasimlo rêberek karîzmatîk û xwedî exlaq bû. Mixabin li
gotarek hanekî kurd de, meriv nikare di aliyê teorîk û zanyarîve hin
zêdetir li ser wê yekê bisekine û şirove bike.
3. Qasimlo û bîr û hizrên wî pirsên: Dêmokrasî, mafê neteweyî, dadperweriya civakî
Demokrasî:
Doktor Qasimlo xirabtirîn demokrasî li baştirîn dîktatoriyetê bi baştir
dizanî. Ewî di hemû ple û meydanên jîyana merivan de baverî bi
demokrasiyê hebû: Di civakê de, hundirê partiya xwe de, di peyvendiya
navbera partiyên siyasî de û heta digihîje take kesan. Hesenzade dibêje:
“Ewî baveriyek kûk bi demokrasiyê hebû û cehd dikir ku demokrasiyê di
civakê û di hundirê partiya xwe de peya bike û eger semxatirê wê hindê
jî zirarek bigihîşta partiya wî, digot ku ewa nirxa demokrasiyê e û eger
kesek demokrasiyê bixwaze, dive nirxa wê jî bide”. Ewî her wisa ced
dikir ku kadr û endamên partiya xwe jî bi kesayetiya demokratîk perwerde
bike. Ewî ew prensîp û zagonên pêdvî bo perwerdeya endamên partiya xwe,
di tabelekê di bi nave “Sîmaya democrat” nivîsandibûn heya ku endamên
wê partiyê bikaribin li gor wan prensîpan temrîn bikin û kesayetiya xwe
ya demokratîk baştir bikin. “Nûrî Dêhkurdî” dibêje ku “ Qasimlo zaf tişt
fêrî endamên partiya xwe kirin. Lê binirxtirînê wan demokrasiya
hundirîna partiyê û dûrbînî û realîzma siyasî bû”. Li xwe ra nebû ku
endamên partiya wî ew bi “mamostayê demokrasiyê” navdêr kiribûn.
Mafê
neteweyî: dr. Qasimlo kurd bi yek netewe û Kurdistan jî bi yek welat
dizanî. Ewî serxwebûn bi mafê kurdan dizanî û li ser wê baverê bû ku
“eger rojekê kurd di hemû perçeyan yek bigrin û welatek serbixwe çê
bikin, ewa perçekirina çi welatekê nine; belku ewa yekgirtina neteweyekê
e ku berevajî îradeya xwe hatiye perçekirin”. Dr. Qasimlo eger bas li
autonomiyê dikir bo Rojhelatê Kurdistanê, ew li ber hindê bû ku dixwest
wê yekê wek yekimîn pêngav bo gihîştin bi serxwebûnê mifahê jê werbigre.
Ewî ew yeka bi siyaset anku “hunera mumkin” navdêr kiriye. Yanî “meriv
tiştekê werdigre, paşê xebat dike bo tiştek din û pêgavek din diçe pêş”.
Dadperweriya
civakî: Doktor Qasimlo ku her tim li dijî kedmêjî ê (istismar)a merivan
bi destê merivan bûye, sosiyalîzma demokratîk wek armanca pêşeroja
partiya xwe diyarî kiribû ku di kongireya 6an ya partiyê de di sala
1983an de hate pejirandin. Sosiyalîzma demokratîk ku rêkareke bo
dadperwerî di civakek dêmokratîk de, zor nêzîke li ramanê fîlsofê emrîkî
“John Rawls”. Lê cudahî wê derê deye ku ewî dadperwerî bo civakek
lîbral dixwest, lê dr. Qasimlo bo civakek sosiyalîstî. Lê ew sosyalîzma
ku dr. Qasimlo dixwest jî li tevî ew sosyalîzma welatên Evropa a
rojhelatî ferqa wê hebû. Dr. Qasimlo digot ku “ me sosyalîzmek dive ku
tevî rewşa welatê me were”. Her wisa, ewî sosyalîzm bê demokrasî
nedixwest.
4. Encam.
Dr. Qasimlo, nêzîk 44 salan di xebata
azadixwaziya gelê kurd de pişikdar bû û li daviyê de li ser maseya
gotûbêjê, ji aliyê dewleta Tehranê (komara Îslamî a Îranê)ve hate
şehîdkirin. Ew wek rêberek karîzmatîk û xwedî exlaq, bandorek mezin li
ser xebata neteweya xwe bo azadî û mafê neteweyî hebûye û heya îro rojê
jî ew kartêkerî dom dike. Ew kesek demokrat û xwediyê kesayetiyek bihêz û
pirraliyane bû. 13ê tîrmeha 2020an 31 sal li ser şehîdbûna wî re derbaz
dibe. Em wî bi bilindî bi bîr tînin û li ser rêbaza wî bo gihîştin bi
armancên neteweyî berdewamin.
 ( Ev gotar taybet hatiye Şandin ji bo Rojnameya Kurdistan a PDK-S)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…