Mîr Celadet Bedirxan; di Oxirkirina 69 Salî de

Konê Reş

  Çendî em li dor Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî binivîsin û wan bi nifşê nûhatî bidin naskirin baş e.. Çendî em navdarên xwe bibîr bînin, em qenciyê li xwe dikin.. Ku ez û we wan bibîr neyînin, ma wê kî wan bibîr bîne..? Bi helkeftina ku di roja 15/7/2020an de 69 sal di ser koçkirina Mîr Celadet bedirxan re derbas dibe, bi min xweş e ku ez salên wî yên dawî, ji we re raxînim ber çavan.
  Piştî herifandina şoreşa Araratê di sala 1930î de, piranîya serkêşên şoreşê û endamên Komela Xoybûnê xwe li nav Kurdên Sûriyê girtin. Li ser daxwaza Kemalîstan, hikûmeta Fransî ya ku di Sûriyê de desthilat bû, piranîya lehengên şoreşê û lebatên Komela Xoybûnê ji ber sînorê Tirkiyê bidûr xistin, ew li Şamê civandin, da ku dûrî tixubên dewleta Tirkiyê bin.

 Hingê Mîr Celadet Bedirxan, yek ji wan kesan bû û xweş jê re hatbû
xuya kirin ku, êdî nema karin bi şerê çekdarî azadiya welatê xwe bilind
bikin. Vêca wî xwest bi pênûsê azadiya zimanê xwe bilind bike û di 15
gulana 1932an de hejmara pêşî ji kovara xwe (Hawar) ê li Şamê çap û
belav kir û di rûpelê pêşî de got:
 (Hawar dengê zanînê ye, zanîn
xwenasîne, xwenasîn ji me re riya felat û xweşîyê vedike, her kesê xwe
nas dike dikare xwe bide naskirin, lewre ziman şerta heyînê ya
pûşîne..).
 Di pey kovara (Hawar) ê re, di sala 1942an de kovareke din bi an re a ku wê di rojêntîpên latînî bû.
 Mîr
Celadet Bedirxan, xwedî û berpirsyarên van herdû kovaran bû, wî jiyana
xwe di ber zimanê Kurdî de mizaxtîye, ji Hawarê (57) hejmar hatine
weşandin, ta sala 1943an, û ji Ronahî (28) hejmar hatine weşandin ta
sala 1946an. Piştî ku Fransîzî ji Suriyê celî bûne di sala 1946an de, ev
rêkên rojnamevanî li ber Mîr Celadet hatin girtin, zimanê Kurdî qedexe
bûye û hin bi hin rewşa Mîr Celadet ya abûrî ji berê xerabtir bûye.
 Di
sala 1947an de, li ser daxwaza Kurdên Cizîrê, Mîr Celadet hatiye
hilbijartin ku bibe nûnerê wan (Kurdên Cizîrê) di perlemantoya Sûriyê
de, belê 24 demjimêr di ser wê hilbijartinê re derbas nebûnî hikûmeta
erebi di Sûriyê de destê xwe danîn ser û careke din ew kirin bin
rûniştina zorê de li Şamê û divabû her heftî dû rojan xwe şanî walîyê
Şamê bide. Di sala 1948an de, dema şerê Ereban û Cihûyan dest pêkir,
hingê Mîr Celadet Bedirxan wek berpirsyarê Kurdên Sûriyê pêşinyarek ji
hikûmeta Sûriyê re pêşkêş kir ku hêzekê ji Kurdan damezirîne û amade
bike, li kêleka Ereban î dijî êrîşên dewletên cîran û Cihûyan û bi wan
re alîkar bin, lê mixabin ew pêşinyara wî di ser guhan re hat avêtin..
 Di
sala 1949an de, rewşa wî ya abûrî roj bi roj lawaz û kêmtir dibû, dost û
hevalên wî hin bi hin dûrî wî di ketin, erê hin ji hevalên wî yên
maldar û zengîn alîkarîya xwe jêre pêşkêş dikirin, lê wî alîkariya
kesekî qebûl nedikir. Di sala 1950î de, ji neçarî razî bû ku bi hevalê
xwe yê neçîrê (Hisên beg Îbiş) û (Malbata Xetab) re pembo biçine li
gundê Hecanê nêzîkî Şamê bi nêvî, ji wî pemboyî re bîrek kola û ji gundê
Hecanê qut nebû, karê wî mabû çavnêriya karkerên avdana pembo, da ku bi
hevalên xwe re rû sipî derkeve..
 Li ser wê bîrê gelek caran di rewşa xwe de diponijî û digot:
 (Ez li kû, cenanti û avdana pembo li kû, qey ev jî qedera mine…!).

navê bîra gundê Hecanê kir (Bîra Qederê), lê heger mirov li kovara
(Ronahî) hejmara 25an sala 1944an vegere wê rewşa Mîr ya xerab di warê
abûrîyê de xweş nas bike:
 (Aniha ez di aqilê Xwe dibînim ku ez bûme
serseriyekî dinyayê, bê mal û menal û war…); ji wê hingê ve, tev
nameyên ku ji gundê Hecanê (30 km dûrî Şamêye) ji kebanî û zarokên xwe
re dişandin, Bîra Qederê di bin wan re dinivîsand.
 Di nameyekê de ji wan nameyan, mirina xwe ya nêzîk jî nîşandaye:
(Ez
dixwazim berî mirna xwe, ko ne dûre, tiştekî biçûk ji were bihêlim, ma
ev ne hewceye..? Tiştê ko ez dixwazim, ko xwedê bi destê min bigre,
bawer dikim ko ez bi pêwîstiyên xwe ji bo gel û welatê xwe, bi awakî çak
û bêtir jî rabûm û niha divê jî bo mala xwe jî tiştekî bikim…)
 “Bîra Qederê 20 Nîsanê 1951”
Piştî
vê nameyê bi 84 rojan, Mîrê ziman û rewşenbîriya Kurdî ya resen Mîr
Celadet Alî Bedirxan bi sedema wê bîrê di roja 15/07/1951ê de çû ber
dilovaniya Xwedê.. Roja îro navê wî wek stêreke geş di asmanê Kurdistanê
de diçirise.
Konê Reş

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...