Hunermend û mafê Helbestê!

Adil Xelîl, Swîsra
Îro ez dixwazim li ser Helbestvanekî kurdnetew û welatperwer ku, mixabin, gelek Helbestên wî bûne Stran û bi dengê Hunermendin hêja, wek Hunermend Mihemed Şêxo, Mehmûd Ezîz Șakir hatine gotin, lê ev Helbestên ha bi navê wî nehatine naskirin. Wek: Rêwiyo, Emîme Emîne, Axîna min tim ji dil tê, were were nik min rûne, Xwedê çawa gul wa çê kir, «Ez bûme pîrê xemcivîn?» u.h.d.
wêne: Hilal ê Botanî

Ev Helbestvan Hilal ê Botanî ye, bavê Hejar, ku ta îro li bajarê
Qamişlo dimîne û hêvîdarim rojên xweyên xweştir hê jî derbasbike.
Helbest
a Rêwiyo, yeke ji wan helbestên wî, ku bi Awaz û dengê Hunermendê hêja
Mehmûd Ezîz û M. Elî Şakir hatiye gotin. Ev Helbest xwedî çîrokeke
taybete û gelek ji guhdarên kurd nizanin bo kê û li kû de ev Helbest
hatiye ristin.
Helbest a Rêwiyo di 13 -14.09.1975 -an de, li Bêrûdê,
Lubnanê, ji bo Ismaîl Hesaf, ku çû Yekîtîya Sovyêtê bo xwendinê, hatiye
nivîsîn. Helbestvan Hilal gelekî ji Ismaîl hezdikir û orta wan pir xweş
bû, hin di karê siyasî de û hin jî weke mervantîyê (Ismaîl xalê zarokên
wîye). Êdî dema ku ewî Ismaîl bi rêxist, hestên wî yên Helbestvanîyê
germ bûn û xwîn a wî ya bêrîkirinê jî keliya û ev helbest a Rêwiyo hate
ziman.
Rêwiyo, Helbesteke ji peyvên rojane resen, kûr û tijî
bêrîkirin û hezkirin hatîye nivîsîn, hema tu di bê je qey bo du aşiqan
hatiye nivîsîn.
Weke ku helbest çawa xweş, nazik û sivike, wilo jî
Awaz a wê bi rehetî cihê xwe di dilê mirov de digire. Ji xwe Meqamê
Seba, ku di nav Kurdan de pir şewat û bêrîkirineke kûr dide xuyakirin,
xwe li helbestê vegirtiye û li gor wê hatiye, ya ku xweştir jî kirîye,
ew dengê Hinermendê hêja Mehmûd Ezîz e, ku wilo bi şewat cihê xwe di
dilê her guhdarekî de girtiye. Li dawiyê ez vê stranê jî bi dengê
Hunermend M. Ezîz pêşkêşî we dikim.
https://www.youtube.com/watch?v=yVmG6i6o5e0
Rêwiyo!
Rêwiyo, xatir bixwaze
Bera dilê min bê xem raze
Tu ji min re bûyî xweş awaze
Rêwiyo, xatir bixwaze
**********
Vê riya dûr tu dikî here
Nizan im çi çax tê vegere
De her rêwiyo xwedê bi te re
Rêwiyo, xatir bixwaze
**********
Hêvîdar im pir nemîne
Cerg û dilê min nek bi xwîne
Xerîbî ne tu hêlîn e
Rêwiyo, xatir bixwaze
**********
Ciyê te li bin baskê min e
Li nav herdû mijankê min e
Li nav hil û mûryê min e
Rêwiyo, xatir bixwaze
**********
Çavê min tim li hêviya te ye
Xeynî te ji min re tune ye
Çima te ha ji min tune ye
Rêwiyo, xatir bixwaze
**********
Tu bi silametî vegere
Ber çavê min here were
Cerg û dilê min ji te re
Rêwiyo, xatir bixwaze.
**********
Helbest: Hilal ê Botanî
Gotin û Awaz: Mehmûd Ezîz & M Elî Şakir

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...