Welat

Ezîz Xemcivîn

Welat, dizane ko dem li çirisînê buhirî ye.. Dizane evîn di şilxên hêviyê de bendewar e.. dizane ko keleş hilmên azadiyê nêçîr dikin..
Welat, bi nihênî ji çavên hetavê pirs dike: Ez dozek im, pêçî li min dawerivîne, êş serê xwe ji her kunîleyê hildide, gelo rêka noşdarî li kû ye?
Welat, riwekên xewnan bi sextesozan av dide.. bi kilê çavên zeriyan daxwaznameya xwe ji ronahiyê re dinivîsîne..

Welat, navekî mezin e, bingeh heriftî ye, dîwar terikî ye, sosin
çilmisî ye.. ji bejnê ketiye, li cejnê şikestiye, li nav heval û hogiran
melûl bê nasname ye..
Welat, hêza hebûnê ye û hebûna hêzê ye, palpiştê miletekî ye, rûmet û sîwana mirovî ye..
Haydê pênûsê, kulan ji ser kulan rake..
Derd yek e, êş yek e û evînî yek e..
Tîpên zimên gazindeyê ji we dikin, hêj bê tevger in, hêj ji pînên xwe derneketine, bê lîstika tiliyan sar bûne..
Ziman li ber sîtava zimanên biyanî piştxûz bûye..
Hin ji me ji ber zimanê xwe şerm dikin..
Hin pê napayivin, hin dibêjin tu gundî yî û hinan jî bi gotinên biyanî ew kunkunî kirine..

Dibistanê, ji min xemsar nebe! Berê min li rojê ye, heyvê jî paşguh nakim..
Dixwînim, dinivîsînim, zimanê min Kurdî ye, Kurdî nasnameya min e, man û nemana min e..
Bi zimanê xwe dikarim stêran biçirisînim, dikarim derbirîna hest û hizirên xwe bikim..
Dikarim kulîlkên evîna xwe geş bikim û dikarim ji zarokên xwe re gulzaran çêbikim..

Baxçeyekî zengîn e, hemû şêweyên mêwe, çêrinde, şînkayî, riwek û dar tê de hene..
Neviyê Ehmedê Xanî me, bi ‘‘Nûbuhara Piçûkan‘‘ firşik bûme û bi ‘’Mem û Zîn‘‘ re mezin bûme..
Nebêjin ev bêşensiya min sûc e, na.. bêşensî geh ji min e û geh ji min e!

Min rûmetê strana xwe nedizanî, min rûmetê folklor, kultur û rewiştên xwe nedizanî..
Min
nizanî bû, tenê em nênûkên ko hatine birîn didin ser hev.. min nizanî
bû, tenê em porê weşiyayî dikin kunên dîwaran.. min nizanî bû, tenê em
bi ronahiya hetavê sûnd dixwin..

Ji min re bêjin, ez kî me, min ji xewa min hişyar bikin, hinek ava sar bi ser rûyê min ve dakin..
Bibêjin: Xewaro! Hawar e..
Ez nizanim ka çiqasî wê dengê we bête min, lê dizanim ji bo min zirzengilekî mezin gerek e..
Xewa salan ez winda kirime, nema zanim roj li min hilatî an hêj şevên min spî ne?
Nema dizanim destê min di nav agir de çi dike?
Pêxwas im, cilrizî me, derwêş im bê mal û bê cî me..
Şevekê
ji şevên zivistanê di nav heriya beyaran de lingên min asê bûn, min kir
nekir ji dahfê nehatim der.. Çar gur li min civiyan, herdu ling û herdu
destên ji min ve kirin!

Çavên min man vekirî, zimanê min lal bû,
hişê min sar bû.. zarokên  min  bi min ve gihan, lê ne pirsîn ka herdu
destên te, ka lingên te yên jêkirî?
Dilo… jaro… dilo… şewitiyo.. bêwaro û bêxwediyo.. li xwe bipirse, tu çendî êşdar î dilooooo?
Perwaneyeke
xemxwir di ser serê min re diçe û tê, çavên min hêj dikarin lê binêrin û
lêvên min hêj hêza livandinê di wan de heye, bi melûlî min gote wê: Tu
dikarî ji zarok û neviyên min re evê nameyê bixwînî?
Bersiv da, ka nameya te xemcivînê kal?

– Silavên min bigehîne dilsoj û dilsozan û bibêje wan: Ji hevûdu hez bikin û piştgiriya derdê hev bikin..
Berê xwe bidin rojê û ji bo xatirê bejna azadiyê, li hev bikin.
03.07.20

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…